21 Hezîran, 2011 Weşandin:0437 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
Lê çi mixabin ku ji hinek netewyên weke netewa kurd re bûye kêşeyeke herî girîng û pêwîst. Sedema vê jî ew e ku zimanê kurdan ji kurdan re hatîye qedexekirin. Lê ne bi tenê hatîye qedexekirin di ser de jî pir caran hebûna vî zimanê ji alîyê neyarên kurdan de hatîye înkarkirin. Her çiqas înkarkirin û qedexekirin li hev neyên jî, ev bûye qedera me kurdan. Ango ji alîkî di dema berê de digotin „hem kurd tunene û hem jî zimanê wan, kurdî tune.“ Meriv çawa tiştekî tune be qedexe dike, an jî ji bo çi hewce dibîne, tiştekî ku tune be wî tiştî qedexe bike.
Kî dikare navê tistekî ji min re bibêje yê ku bi xwe tune be. Eger navê tiştekî hebe, ew jî tê vê wateyê ku ew tişt jî heye. Eger navên weke kurd, kurdistan, kurdî hene, ew bi xwe jî hene. Ji bo ku ew hene û dijmin ji wan ditirse wana qedexe dike. Neyarên me naxwazin em hînî zimanê bibin, pê bixwînin, binivîsînin û wî pêş ve bibin.
Îro bi taybetî jî li Tirkîyê qedexekirina li ser zimanê kurdî bi awayekî hatîye rakirin. Kî bixwaze dikare bi kurdî bipeyive û bi kurdî binivîse, kurdî di çapemenîyê de bi kar bîne. Ev jî ji bo me kurdan îmkaneke ku em bê tirs û bê xof xwedî ji zimanê xwe, ango ji hebûna xwe derkevin û wê bi kemilînin û di kar û barên xwe yên rojane de bi kar bînin.
Dewleta tirk îro derfetê nade kurdan ku zimanê xwe di dibistanên fermî de hînbibin û bi wî xwendina xwe bidomînin.
Bi zimanê xwe di dibistanan de xwendin gelekî pêwîste û jo bo pêşketin û geşbûna zimên jî ev şert e. Ji bo ku dewleta tirk bi vê dizane naxwaze vê gavê em bi zimanê kurdî di dibistanan de bixwînin. Ew ji kurdan re dibêjin: „hûn di malên xwe de, li kolan û gund û bajarên xwe bi kurdî diaxifin bese“.
Ev gotina çiqas rast be jî kêmasîyeke wê heye. Em jî weke kurd dikarin ji tirkan re bibêjin; zarokên we tirkan jî dema dest bi axaftinê dikin, bi tirkî diaxifin. Jib o tirkan jî ne hewce ye ku zarokên wan di dibistanan de bi tirkî bixwînin. Ew jî li mala xwe, li kolan, gund û bajarên xwe bi tirkî dipeyêvin. Ew jî bese û ji wan re zêde ye jî.
Hevalno, tiştê ku neyarên me tînin sere me, ez bawer im ku hema hema ji me hemûyan re dîyar e. Ne hewce ye ku em bi dûr û dirêj li ser nerindîyên wan bisekinin.
Ya herî girîng ewe ku ka em ji bo xwe kurdan, çand û hunerê wan çi dikin?
Em îmkanên ku di destê me de hene, yên kêm an jî zêde, bi temamî bikar tînin yan na?
Ez bawer dikim bersîva vê pirsê ji bo me hemûyan girîng e.
Ez 34 salin ji welatê xwe dûr im û li Almanya dijîm. Di roja ku ez hatim vê derê de têkilîyên min bi komelên kurdan re hene. Daxwaz û xebateke komalên kurdan jî ewe ku di komelan de dive bi giranî kurdî were axaftin. Lê çi mixabin pîştî 34 salên hîn jî di gelek komelên me kurdan de bi tirkî tê axaftin. Dema ku meriv pirsa sedema wê dike, dibêjin “ev encama polîtika pişavtina dewleta tirk e”. Ez bawer im, dewleta tirk ji bo polîtîka pişavtina li ser kurdan sucdar e. Lê belê ma qet sûcê me kurdan di nezanebûn û di neaxaftina bi kurdî de tune?
Ez nizanim hûn çi difikirin.
Ez dibînim îro bi kêmasî be jî zaneyên kurdan ji zimanê xwe, ji çande xwe xwedî derdikevin. Divê em jî alîkarîya wan bikin.
Divê êdî em xwe ji gotina niviskarê kurd Mahmut Baksî ku digot “di vê dinyayê de, ez bawerdikim ku niviskarê herî bê xwendevan ez im”. Xelas bikin. Eger em çiqasî kitêbên kurdî bikirin, bixwînin, ew qas jî zêdetir kurdî wê geşbibe û xweşiktir bibe.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...