22 Tebax, 2011 Weşandin: 2356 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
Mûzîk û stran jî berhemekî xwazayîne û ew jî bi xwazayê re mezin bûn,ji bo em bikaribin vê rastiyê baş derbixin holê divê em li çavkaniya wê vegerin û li wir rastiya bibînin.
Li welatê me mezopotamya kû bi dergûşa şaristaniyê tê binavkirin,mirovan xwe dîtin û li vir xwe nas kirin û bi dirêjiya dîrokê re gav bi gav berhemên xwe yên jiyanê afirandin.
Em dikarin bêjin kû mûzîk jî, yeke ji wan berhemên kû bi hebûna mirovan re hebûye,ji ber kû çavkaniya herikandina mûzikê ji dengê mirovan bi xwe hatiye afirandin,lewra gelek zelal em dikarin bêjin kû mirov û mûzîk bi hevre ji dayîk bûne.
Di şarstaniya kevana zêrîn de hunerên cûr bi cûr hatin afirandin û piştre bûn malê dîrok û mirovatiyê,di van cûrên huneran de rola jinê gelek li pêş bûye,eger werê pirsyar kirin çima jin?emê wisa bersivê bidin: ji ber kû jin ji zilam zêdetir pêdivya wê bi nîştecî û aramiyê heye ji bo xudîkirina zarokê xwe neçar dibe ji xwe re ciyekî çêbike û têde nîştecî bibe,ev nîştecîbûna hanê bi xwe re gelek xuliqkaryan derdixîne holê weke:hunera avahî-pêşxistina ziman-çêkirina cilan û gelek tiştên din.
Mûzîk weke hevalekî dilsoz bi gelên mezopotamya re heta roja îro hatiye.
Mûzîka kurdî kû bi van gelan re jiyan kiriye û ruhekî wê çiyayî heye ,ji ber kû gelên mezorotamya gelên çiyayîne û amorên xwe yên mûzîkê ji xwazayê afirandine , mînak ji amorên pifkirinê, berî her tiştî(qoçên pezkoviya) bi kar anîne,piştre pêş ketiye û bûye qamîş û tiştên din, her wisa ji bo tembûrê kundirê qişê û pirça dûvê hespan bikar anîne û piştre bûye dar, dîsa ji bo tumpelekê postê ajelan bikar anîne û heta roja îro jî bikar tê.
Quntarên zagrosan bi hezaran sal ev dengên bi coş di hembêza xwe de xwedî kirine û rengê xwe dane wan,ji ber vê em dibêjin kû mûzîka welatê mezopotamya resen û çiyayî ye û nasnama wê jî ewe.
Dagirkerên kû hatin ev welata dagir kirin, bi hemû awayî xwastin çanda wî xirap bikin û ji xwe re bidizin û bikar bînin,lewra em dibînin kû çanda welatê me li gelek welatên cîhanê belav bûye,her kesî para xwe jê girti ye û weke xwe bikar aniye.
Her wisa mûzîka kurdî jî yeke ji wan berhemên kû kete ber destê dagirkeran û wan xwestin weke çekeke bi bandor pê şerê gelê me bikin,kû bikaribin di encamê de deselatya xwe ya qirêj temen derêj bikin,ji ber ve yekê ji berî her tiştî xwestin naneroka wê vala bikin û wê nasnama çiyayî jê bistînin, ji ber kû wan dizanîbo kû ew nasnama çiyayî û bi coş deng û rengê gelên kurmance yên tim û tim li derveyî pergala zordar mane û ticarî ew nepejirandine.
Wan dagirker û pergala zulimkar bi wê tenê nekirin û bi awakî din hinek reng û staylên mûzîk yê din destek kirin û pêşxitin weke (pop – rok - desco) û gelek navên din.
Piştî wan dît kû di şoreşa oktoberê de rengekî mûzîkê gelek bi coş pêş ket û bandora xwe li gelek aliyên cîhanê kir, ev yeka li ser pergala xwe ya diktator xeter dîtin lewma jî tavilê ketin nav hewildanan û bi gorî xwe jêre çareyek dîtin û ew rengên mûzîkê pêş xistin.
Tê zanîn kû pergala zilam ya deselatdar rastiya jinê ji xwe re xeter dibîne, her wisa rastiya mûzîka resen jî bi heman awayî li ser xwe xeter dibîne,çawa vê pergala zulimkar bi dirêjahiya salan li ser rastiya jinê xebitî û ew ji naveroka wê derxist û ew kir amorekî kû xizmet bi zulimkarya wan bike,her wisa jî û bi heman awayî dest avêtin mûzıkê û rewşa wê guhirtin,îro jî li tevayî cîhanê rewşa jinê û ya mûzîkê li ber çavane.
Piştî kû tevgera apocî di kurdistan û tirkyê de dest bi tekoşînê kir û hêdî hêdî rihên xwe ber bi rojhilata navîn berdan, pergala semayedarî bi giştî û dewleta tirka bi taybetî dezgeha şerê taybet kur kirin û ji bo kû ciwanan ji bin bandora şoreşê derxînin hemû hêz û derfetên xwe bikar anîn û mûzîk jî kirin perçakî mezin ji bû vî şerî lewra kesên weke (ibrahîm tatlises ) bi bername dane pêş û mûzîka (arabêsk) dinava kurdan de belav kirin.
Bi bandora vê siyasetê, hunermendên kû dûrî tevgera apocî bûn ev rengê mûzîkê ji xwe re pejirandin û bê kû encama wê ya xirap bizanin ew ji xwe re kirin mal û bikar anîn.
Ew rengên mîzîkê yên kû wan pêşxistin,herî zêde li başûrê kurdistanê bandora xwe kirin,ji ber kû li başûrê kurdistanê hukmeta herêmê li hember vî şerî ji nedîtî ve tê weke kû jê fêm nake, lê ya rast ne eve ya rast ewe kû ev hekmet jî kevireke ji pergala zordariyê lewma jî em dikarin bêjin kû ev tiştên kû bi rêve diçin hemû di jêr pîlan û pirogramên wan re derbaz dibin,dema kû mirov temaşeyî kanalên herêma kurdistanê dike van rastiyan gelekî zelal li ber çavê xwe dibîne.
Tevgera apoçî di despêka salên heyştê de ev rewş pir hûr şîrove kir û ket nav hewildanan ji bo huner û mûzîka kurdî ya kû bi hezar salan di bin zulma mêtingeryê de dinale rizgar bike, li awropa (huner koma) damezrand û bi pêşengiya ş.sefqan-çiya-mizgîn-de xebata hunerî da herikandin.vê xebatê karîbû xeta hunerî ya şoreşê zelal bi gelê kurdistanê bide nasîn û sedan albûm û stranên kurdî bi rengê kurda afirandin.
Li aliyekî din li başûr rojavayê kurdistanê kû ji herçar perçan perçê herî bi çûke û dinava xwe de jî weke sê herêman hatiye perçe kirin,li wêderê jî tevgerê dest weşand û bi awakî gelekî bervere komên hunerî damezrandin û dibin navên weke (koma agirî-koma amed-koma botan- koma engîzek- serxwebûn-cûdî-xebat-raperîn û gelek navên dî de xudî li huner mûzîka kurdî derket û di pêşengiya ş.têkoşer-celal-dijwar-şakir-berçem-sîpan-perwîn-avjin-gêlo-cîhad-îsa û seda navên dî de strana kurdî vegernd hemêza dayîka wê.
Her wisa li bakurê kurdistanê bi avakirina (n.ç.m)ê strana kurdî careke din li deng û rengê xwe vedigere.
Tê zanîn kû dewleta turka bi sedan sal strana kurdî dagir kiribû û ziman û gotinên wê yên gelêrî ji xwe re guhirtibûn û dibin navê (halk mûzîk) de ji xwere kiribû mal û ji bo hebûna kurda jî ji nedîtîve dihat.
Dewleta tirk çawa bi gorî xwe gelê kurd qir kir dixwest bi vî awayî strana kurda tune bike,lê diba ew baş bizane kû kurd weke wan ne bê çandin, çanda kurda ya hezar sala ye û strana kurdî di vê navçê de strana herî dewlemende û mînaka wê di çanda gelên navçê de nîne kû denbêjek heft saeta stranekê bêje, dîsa jî bi avakirina nçm ê re û bi hebûna m. Mûsa enter û elî temel û gelek hevalên din ji dewleta turk û hemû dagirkeran re gotin êdî bese.
Li başûrê kurdistanê jî, piştî serhildana 1991 kû hinek bajar ketin destê kurda, tevgera apocî guropek hunermend ji koma agirî û amed yên helebê şandin wir û li wir jî n.ç.m ava kirin û li ser wê bingehê heta roja îro li hember bend qedexe kirinên hukmeta herêmê jî berdewam dike.
Îro jî di quntarên zagrosan de bi navê (awazê çiya)strana kurdî careke din vegerya hemêza dayîka xwe û careke din deng û rengên dergûşa şaristaniyê li hev civandin,dixwazin bi van dengên resen dîsa ji gelê xwe û dunyayê re bêjin: hunera resen ji pêsîra dayîka me hate afirandin û em li vir li çavkaniya hunera kû hatiye wendakirin digerin.
Dibêjin: em çiyane û çiya emin,ji ber kû em û çiya weke awaz û helbestekê dinav hev de hatine strandin ji hev cûda nabin,em li ku bin û li ku stranan bêjin wê deng û stranên me ruh û hêza xwe ji van çiyayên bi romet bigrin.
Me li vêderê bi çiya re jiyan kir û me guhdarî çêroka wan kir, dema kû çiya ji mere dipeyivin û serhatiyê xwe tînin ziman dîroka mirovahiyê ya rast di ber çavê me re diçe û tê, wê demê em hîn rastiya pergala serdest dibînin kû çiqas bi gorî xwe duyayeke derewîn avakiriye, ji ber vê me got: awzê çiya kû em bikaribin dunya derewîn ya pergalê rût û riswa bikin û dunya mirovan ya tijî aştî biratî wekhevî hezkirin di jiyan û stranên xwe de bînin ber çavê gelê xwe û tevayî mirovan, ji ber vê me ji quntarên zagrosan dest pêkir.
DELÎL MÎRSAZ
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...