31 Tebax, 2011 Weşandin: 0013 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
Wek tê zanîn ku, ji alîye dagirkeran heta do jî em weka kurd hebûna me jî tunebû. Lê êdî em dibînin ku di van salên dawî de em wan re bûnin “Bira”.
Ji ber ku di van demên dawîye de li kîjan beşê Kurdistanê dibe bila bibe, gava pêngavek çareserîyek biçûk ji bo mafên Neteweyî ya mîletê Kurd derdikeve holê ne tenê ji alîye berpirsîyarên dewletên dagirkeran, mixabin ji alîyê hin sîyasetmedar û ronakbîr û rêxistinên kurd jî ev bêjeya ’’Biratî’’ pirr tê bi kar anîn.
Bi rastî bi karanîna vê bêjeye zêde min aciz dike. Ji ber vê yekê, ez wek welatparêzekî kurd demeke dirêj li ser bêjeyê fikirîm û ev bêjeya pirr bala min dikşand. Gellek caran min dixwest ku di derheqa vê mijarê û li ser bikaranina gotina ’’Bratîyê’’ ez dîtinên xwe bînim zimên.
Em hemû dizanin ku Kurdistan di navbera Faris û Tirk û Ereban de hatiye parve kirin û em van perçeyê welatê xwe bi Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistan bilêv dikin.
Ji bilî beşe Başur, sê beşên dîn yê Kurdistanê mîletê Kurd weke mîletekî bin dest di bin nîrê mêtingehkarîye de dijîn û herweha ji hemû mafê xwe yên netewî û demokratîk bêparin.
Wek di her zimanî de, bêjeya ’’Biratî’’ di zimanê kurdî de jî bêjeyeke bi rûmet e û li gor rêzimana Kurdî bêjeya ’’Biratî’’ bêjeyeke navdare û ji bêjeya BiRA ve tê. Bêjeyên Bira û Biratîye bi Kurtî maneyan wan çîye ?
Bira: ew kesên ku ji eynî dê û bavî an jî ji yek dê û yek bavî ve hatinin dinyê. Lê Biratî bi maneya xwe ji bêjeya Bira hîn berfirehtire û ya yekem ew têkilîyên (ji dê û bavekî) di navbera bira û xwişk; ya dûyem ku ew têkilîyên piştgirî û dostîtîye di navbera înasanan-mirovan, di navbera nûnerên civakekê tê.
Bi vê maneya xwe ya zelal û gelekî vekirî ez tê nagihêjim ku ’’Biratîya’’ me Kurdan bi ya Ereban re, bi ya Farizan re û bi ya Tirkan re çawa çêbû, çawa bi yekserî ev pêk hat ?
Weke kurdekî vêya ez pirr meraq dikim. Ji ber ku em baş dizanin, em Kurd mîletekî bin destên û Ereb û Faris û Tirk jî mîletên serdestin.
Em li ser axa xwe bê dewletin, lê ew bi dewletin û her yek ji wan beşekî welatê me xistine bin destê xwe û axa welatê me dagîr kirinin.
Ma heta do jî, ji bilî dijminatîya ku li hemberî kurdan, gelo kîjan dewletên dagirker piştgirî û dostanîya me kurdan kirine û heger kiribin gelo kînga û li kêderê kirinin? Ez bixwe pê nizanim Heger yek kes vêya hanê dizane bila ji kerema xwe ew kesa derkeve pêş û em bibihîzin.
Ez bixwe jî di wê bawerîyê de me ku li ser bingeha hêjayîyên mirovatîyê hemû milet dikarin birayê hevdû bin. Bi vê maneya xwe em Kurd, bêgûman ne tenê bi Farisan, bi Tirkan û bi Ereban re herweha bi hemû miletên dinyê re Bira nin.
Lê wer xuyaye her du alî jî bi awayekî pragmatîk ji maneya xwe ya esasî bêtir bêjeya ’’Biratîyê’’ bi maneyeke din bi kar tînin. Li gor raya min rêxistin, ronakbîr û desthilatdarên dewletên dagirker, vê bêjeyê ne bi dilekî paqij bikar tînın. Ev ’’nêzîkbûn’’ demî ye û li ser bingeha dek û dolaban e.
Ji alîyê me hin kurdan jî hema bêje weka parsekan û ewên ku ji xwe û ji doza xwe ya rewa zêde ne bawerin; li hemberî neyaran qaşo ew jî weke taqtîkîkê, bi kar tînin.
Weka li jor jî min berê anîbû zimên ku di çareserîya pisgirêka Kurd û Kurdistanê de û ji kîjan alîye dibe bila bibe, bikaranina bêjeya ’’Biratî’’ min aciz dike. ji ber ku ev mijar mijareke sîyasîye û loma di vê mijarê de cih ji bêjeyên dilteniktîye ango ji bêjeyên weka ’’Biratîyê’’ye re qet nîne.
Peyvek pêşîyen me Kurdan heye, dibêje: ’’Biratî bi bara, hesab bi misqala’’. Lê li şuna ku em bi wan re hesabên bi misqalan bikin, em li ser navê ’’Biratîyê’’ her beşekî welatê xwe di destê dagirkeran de bihêlin û di bratîyê de berdewam bin; gelo ji bo me KURDİSTAN li kêderê dimîne?
Gelo Mafê Neteweya Kurd û Biryardayina li ser Qedera xwe li kêderê dimîne?
Ma şerte ku em bi israr bibin ’’Birayê’’ Ereban, Tirkan û Farisan?
Ma Dostanî û Cîrantî jî nabe, ey xwedîyê bêjeya ’’Bira û Biratîyê’’?
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...