Encam û peyamên Hilbijartina 12ê Hezîranê ~ HAWARNET Nêrîn

6/27/11

Encamên hilbijartina parlamentoyê li Tirkiyeyê û dinyayê bi balkêșî tê nirxandin..
 
BAYRAM AYAZ
Hawar Net
27 Hezîran, 2011 Weşandin:1349 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
    
  
Hilbijartin ji bo Tirkiyeyê girîng bû. Di çaxê ku li bakurê Afrîkayê û li Rojhilata navîn bi serhildanan rejîmên diktator yek li dû yekê dirûxin, li Tirkiyeyê jî pêdivî bi zelaliyekî hebû di nabeyna aliyên siyasî, aborî û civakî de. Berî çend rojan Lijna Bilind ya Hilbijartinê bi biryareke ne exlaqî û ne dadî parlamenteriya Hatip Dicle betal kir. Ev bûyer darbeyeke li ser vîna xelkê Kurdistanê, nayê qebûl kirin. Pi?tî vê derbeyê biryara ku parlamenterên hilbijartî yên bakurê Kurdistanê girtin ku neçin Enqereyê û Meclisa Tirk boykot bikin biryareke rast û dîrokî ye. Divê hemi Kurd û Kurdistaniyên welatperwer, her mirovekî democrat û xwedî wijdan pi?tevaniya vê biryarê bike.

***
Îro Tirkiye bûye sê be?. Beşê yekem, aligirên pergala komara berê, yanî kemalist û tirkçiyên turanî ku nûneriya wan siyasî CHP û MHP dike.


Beşê duyem, hêzê aborî û civakî „nû“ (sermiyandarên Anadoliyê) ku ji demê Turgut Ozal ve peyda bûye û îro êdî serdestî li hêzên din dike, nûnerê wan AKP ye.  AKP neh sal in hukumete. Aligirên xwe gelekî xurt kir, burokrasî û dezgehên dewletê, piraniya medyayê û rêxistinên sivîl xiste bin bandora xwe.

Beşê sêyem bakurê Kurdistanê, tevgera siyasî ya Kurdan û doza wan ya azadî, wekhevî û mafê çarenusê ye. Ev be? dinyayek bi serê xwe ye.


Beşê yekem û duyem muxalifê hevdu ne, lê heman demî her yek jê parçeyekî sistema dewleta Tirk e. Yên derveyê sistemê Kurd in, Kurdistaniyên ku xwedî li nasnameya xwe derdikevin û doza rêvebiriya welatê xwe dikin, evana wek dijminê sistemê tên dîtin. Li Tirkiyeyê mijara sereke û pi?tkulî, nexwe?î û jana dewleta Tirk doza Kurdistanê ye. Rêvebirên Tirkan vê dibînin û li çareyan digerin. Xelkê Kurdistanê jî helbet dixwaze a?itî çêbe, aramî were û bigihin mafên xwe.

Encamên hilbijartina 12ê Hezîranê peywendiyên nav van sê be?an hinekî zelal kir. Hin derfetên çareseriyê jî peyda bû. Ev çi ne?

Ew hêviyên kemalistan, turanciyan, ergenekoniyan û hêzên li pa? wan ku dixwestin AKPê lawaz bikin û bi riya sendûqê careka din werin ser hukm, pûç derket. Jimara parlamenterên CHP û MHPê li ser hevdu nagihîje du ji sêyên AKPê (135 CHP+53 MHP/326 AKP). Têkçûna vî alî ji xêra xelkê Tirk e jî û ji Kurdistanê re jî bi her awayî baştir e.


AKP cara sêyemîn piraniya dengan (% 49,9) û parlamenteran bi dest anî û dê hukûmetê damezirîne. Ev serkevtineke  mezin e. Bi van encaman êdî kontrola AKPê ser dewletê û ordiyê bi temamî pêkhat. Êdî muxatab bi her awayî AKP ye. AKP di piraniya ji nîvê zêde de bi serket, lê cihê keyfxweşiyê ye ku piraniya zêdeyê du ji sê (2/3) de negihî?t armanca xwe. AKP nuha dê bide ser riyeke çawa? Demokrasî an statukoyek ji bo xwe, di pirsa Kurdî de jî ?er an çareserî, ev hemî pirsên gelek girîng in!

Serkevtiyê vê hilbijartinê yê yekem tevgera Kurdistanê ye. Kurdistaniyan hejmara dengên xwe jî û yên nûneran jî zêde kirin. Ev hilbijartin ji bo Kurdistanê wekî referandûma azadiyê bû. Kurdistaniyan bi derengî be jî meh û nîvekî berê hilbijartinê hevkariyekî danan û wisa be?darî hilbijartinê bûn. Em dikarin bêjin, yekrêziyê û daxwazên Kurdewarî û Kurdistanî mohra xwe li vê hilbijaritinê da. Digel hemî astengiyan tevgera siyasîya Kurdistanê, bloka Kurdî li 14 bajarên bakurê Kurdistanê 31 parlamenter derxist, li Istanbul, Mersin û Edene jî 5.

31 Parlamenterên Kurdistanê beramberê berpirsiyariyên dîrokî ne. Ew divê ne wekî parlamenterên Enqerê tevbigerin. Xelkê me wan wek parlamenterê Kurdistanê hilbijart û ji bo pêşerojekî azad, wekhev û  destxistina statukoyeke siyasî-îdarî rêkiriye wê derê. Divê çavên me li ser nûnerên me be. Doz, doza Kurdistanê ye.

Berî çend rojan Lijna Bilind ya Hilbijartinê bi biryareke ne exlaqî û ne dadî parlamenteriya Hatip Dicle betal kir. Ev bûyer darbeyeke li ser vîna xelkê Kurdistanê, nayê qebûl kirin. Pştî vê derbeyê biryara ku parlamenterên hilbijartî yên bakurê Kurdistanê girtin ku neçin Enqereyê û Meclisa Tirk boykot bikin biryareke rast û dîrokî ye. Divê hemi Kurd û Kurdistaniyên welatperwer, her mirovekî democrat û xwedî wijdan piştevaniya vê biryarê bike.

Encam û peyamên Hilbijartina 12ê Hezîranê

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org