Konferansa Kurd û Çarenûsî ~ HAWARNET Nêrîn

6/22/11

Berî hilbijartinên giştî yên Turkîye, bi serkêşîya rayedarên Başûrê Kurdistan û BDP/KCD/PKK biryara Konferansek Kurd were li darxistin hat dan.
 
XIDIR ÛSO

Hawar Net
22 Hezîran, 2011 Weşandin:0629 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
    
 

Ev konferans, gerek berî du-sê salan pêkbihata; xwanêbû ku di çareserkirina pirsgirêka Kurd de, dewleta tirk di nava xwe de hîna ne zelal bû û negîhaştibû encamekê. Xwanêye ku rêvebirên dewleta tirk, di vê navbênê de, hin astengên li pêşîya çareserîyê(!) ku çalakîya doza Kurd bitemirînin paqişkirin.

Derdikeve holê ku amadekirina konferansê û amadebûna ji hilbijartinê re rasterast bi hev girêdayîye: Bi şûnde gavavêtina YSK, berî hilbijartinê bilindkirina tevlîhevîyê, gefxwarina A. Ocalan ya destpêkirina şer di 15ê Tebaxê de û dûvre daxwaza berdewamîya agirbestê, bi carekê re sazbûna hevgirtina hêz û grûbên Kurd nîşana vê girêdanêye...

Ji alîkî hevdîtinên dewleta tirk bi A. Ocalan re, ji alî din ve hevdîtinên bi rayedarên herêma Başûrê Kurdistan û bi rêya wan yên bi Qendîlê re, bû egerê ku hilbijartin di nava aramîyê de û bi serketina AKP û DBP bi dawîwere; di nava piranîya Kurdan de yekîtî pêkwere, rewşa agirbesta yekalî bidome û Konferansa Kurd li darkeve.

Wer xwanêye ku bi navbêncîtîya Amerîka, Kurdên Başûr û Turkîye di hinek waran de li hev kirine. Bi destûra Turkîye jî wê Konferansa Kurd were li darxistin. Ji alî din ve, ji bo bêçekkirinê PKK û li hevhatina sîyasî, wê partî û rêxistinên Kurd bên razîkirin. Loma dixwazin bi lihevkirinek fireh Kurdan bicivînin şêwra vê konferansê.

Di vê xalê de, meriv xwezayî dihizire ku di vê konferansê de armanc û stratejîyek Kurdan ya nêz û dûr hebe. Helbet ev stratejî divê bi armancên wergerandina rejimên Sûrîye û Îranê ve girêdayîbe û yekîtîya herçar perçên Kurdistanê bêt armanckirin.

Helbet hîn di dema T. Ozal de û di çerçova stratejîya Amerîka ya “Projeya Rojhilata Navîn ya Mezin” de, Başûrê Kurdistan jî tê de, federasyona Turkîye û Kurdistan hat rojevê...

Gelo Turkîye ji vêya re amadeye? Yan jî mîna “Peymana Lozanê” bi hinek sozên li paş perdeyan, bi berdana Ocalan ji hevsê û bi “dersên Kurdî yên hilbijartî” wê doza Kurd heta demekê bitemirînin.

Di hilbijartinên giştî yên Turkîye de jî dîyarbû ku gelê Kurd piştgirîya tevgera Kurd dike. Hêzek çekdar jî li pişt vê tevgerê ye. Kurdên Başûr, Rojhilat û Rojava jî çareserîyek çarenûsî û neteweyî dixwazin...

Divê hêzên Kurd, di doza mafê Kurd ya li ser asasê welat û neteweyî de bi israrbin. Ger çareserîyên demî jî bên hizirandin, Kurdên Başûr bi Iraqê re xwedîyê çi mafan bin, divê Kurdên Bakur jî xwedîyê yek mafan be.

Divê rê nedin Lozanek dudoya. Ev webalekî pir giran e û rêzgirtina ji xwîna şehîdan û perîşanîya neteweyekê li holêye.

Li darxistina Konferansa Kurd ya ji alîyê hemû Kurdan ve bi fêde ye. Lê ya girîng ew e ku di encamê de, ji bo gelê Kurd mafê çarenûsî bike armanc.

Konferansa Kurd û Çarenûsî

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org