23 Hezîran, 2011 Weşandin:0843 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
Dema mijar dibe ziman, divê mirov nebêje di warê biyolojik de tenê zimanê nav devê mirov û di warê civaknasî de tenê amûrekî axaftinê ye. Dema mirov wisa bifikire tênagihije wateya ziman û dikeve nav kêmasiyeke mezin. Gava mirov bixwaze li ser ziman bifikire û lêkolîne bike. Ji ber ku ziman jî zindî ye xwe her tim diguherîne, şêwe û formên nû digire. Mirov dikare bibêje; guherîna ziman, bi pêşketina civakê ve girêdayi ye. Di heman demê de pêşketina civakê jî, bi xurtbûna ziman ve girêdayî ye. Piştî van gotinan em dikarin taybetmendiyên civakî bi şert û mercên fizîkî ve girêbidin.
Erdnîgariya ku ji çiya, zinar û kendalan pêk tê li gorî endnîgariya deştê dijwartir û hişktir e. Jiyana di nav çiyayan de zehftir pêwîstî bi qêrînê dibîne. Lewra qirik û ziman li gorî vê rewşê şêweya xwe digire. Di dawiyê de zimanekî ji yê deştê hişktir dertê holê. Di heman demê de ku ev ziman di nav jiyana deştê de were terbiyekirin, demek bi şûn de dikare xwe biguherîne û nerm jî bibe.
Du heb mirovên ku bi heman zimanî dipeyivinjî ku erdnîgariya wan cuda be zimanê wan li gorî wê erdnîgariyê jî dikare taybetmendiyan bigire. Ev taybetmendi pirinî di aliyê devokê de xwe derdixe der. Mirovekî ku li dora parê li dijî û debara xwe bi berhemên parê dike. Û yekî ku li bejahiyê dijî û debara xwe bi çandiniyê dike, ne xwediyê xwediye heman zimanî ne. Ku em lê binêrin em dê taybetmendiya di navbera zimanê wan her duyan de jî bibînin. Ê ku li dora parê dijî zimanê wi ji xeynî taybetmandiyên xwe li gorî vê parê jî taybetmendiyan digire.
Di nav xwezayê de bi taybetî, tiştê ku jiyana mirov ji zindiyên din cuda dike hişmendî û raman e. Ji ber ku mirov ji zindiyên din zehftir mejiyê xwe dikare bikar bîne. Li gorî demê dikare xwe biguherîne û fikrên nû ava bike. Tê zanin ku mêjî wek du beşa dişixule. Yek jîrayiya hestiyarî, dudu jîrayiya dahûranî (analitik). Ji ber ku jîrayiya hestiyarî ne bi têgehan dişixule pewîstî bi ziman nabîne. Lê belê mirov jîrayiya dahûrinî û ziman nikare ji hev bike. Tê zanîn ku jîrayiya dahûranî bi kirariyan pêş dikeve û dişixule. Di heman demê de kirarîn jî bi têgehan çêdibin. Îro ji bo ku em karibin di matematîkê de kirariyekê çêbikin em pewîstî bi hejmaran dibînin.
Mirov bi riya hiş jî tiştê ku dibîne şêweyê wan wek nişanekê di serê xwe de digire. Ji bo ku bi hêsani karibe van tiştan bi hineka re par bike pêwîsti bi ziman dibîne. Mirov bi riya ziman nav li nîşaneyan dike û têgehen diafirîne. Lewra mirov bi têgehan dikare hêsantir fikrê xwe bîne ziman û parve bike.
Ziman xwe bi riya axaftinê û nivîsê derdixe der. Cureyên wi yên xwebilêvkirinê jî hene. Bi riya stran, çîrok, şano, dengbêjî, kurteçîrok, helbest û wêneyan xwe bilêv dikê. Evanan jî girêdayiyê çandê ne. Çand jî bingeha xwe ji dîroka civakan digire.
Gelê ku zimanê wî hatibe qedexekirin, bêguman pêwistî bikaranîna zimanekî biyanî dibîbe. Kesê ku bi zimanekî biyanî were perwede kirin, di hemen demê de çand û nirxên wî gelê biyanî jî ji xwe re esas digire û ji çand û nirxên xwe yên gelêri dûr dikeve. Ew mirov jî demek bi şûn de êdî xweziya xwe bi wî gelê biyan tîne. Hetanî bi rêveçûna xwe ji dişibîne wî. Çand, nirxê jiyana gelê xwe biçûk dibîne. Ji ber ku jê re xerîb tê henekê xwe bi wan dike û xwe ji wê jiyanê dûr dixe.
Zarokekî bi zimanê xwe were mezinkirin û perwerdekirin, çanda xwe û nirxên xwe yên gelerî jî dinase. Ew çêtir têdigihîjê civaka xwe ya dîrokî û rojevî. Ew ji civaka xwe fêr dibeû hêzê jê distîne.Tekiliyên wî/ wê yên civakî xurtir dibin.Û di nava civaka xwe de dibe xwedi vînekê. Civakeke ku endamê wê di rewşeka wisa xeter de bêguman trajediyeke mezin dijî. Civakeke wisa bi ber mirineke çandî ve diçe. Divê roj berî rojê endamên xwe ji vê rewşê xilas bike û zimanê wanî zikmakî bi wan bide nasîn. Heke ne wisa; di pêşerojê de wê civak ji hev belav bibe, ango wê biguhere civakeke din.
Belê girîngiya nirxê herî mezin yê civakî ‘ ziman’ di vir de xwe dide nîşandan. Dema mirov ji zimanê xwe qut dibe û dibe dilê zimanekî biyanî, her wiha çanda xwe, nirxên xwe yên gelêrî û jiyana xwe jî winda dike. Dibe ku fizîkî bijî lê di hêla maneviyata çandî de wateya jiyanê namîne.
Weke ku serok gotibû: “ Çand beden e, erdnîgarî beden e û ziman beden e li bedena xwe xwedî derkevin”
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...