21 Hezîran, 2011 Weşandin:0843 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
Lê dîsan çekekê du sere û dikare rolekê bi mifa bibîne û di kare bi zerer be, helbet ev çende çi li ser ast û awayê hizirikirin û bernamê wî layenî yan kumeka kesan ku bi rêve diben û araste dikin, lê ew bi xwe pêdivî ye rolê ragehandinê rolekê erînî û bi mifa be di tevaya waran da.
Heke behsê dorihêla nihaya Kurdistanê û ew rolê ragehandin niha digêre, babetekê berfirehe û weha baştire bi vekulîn ve peyvîn bihête kirin lê ewa di vê nivîsînê da dixwazim behs bikem ew jî rolê ragehandina kurdî di çaksaziyê da nexasme piştî ku Barzanî di beyannama roja 14 î vê mehê da li demê ragehandina encamên qonaxa destpêka bernamê çaksaziyê bi fermî bangihêşta tevaya layanan kir bo hefkay û hemahengî û serêxistina pirojê (stiratîjiyeta çaksaziyê), ragehandin jî yek bû ji wan layenan, ragehandina kurdî bi hemû kenalên wê ve heke di heyamên derbazbûy da li demê alozyên rewşa sîsasiya Kurdistanê nekarî rolê aştiyane û babetiyane bigêre, pêdivî ye ji vêrê wêve her hemû û bê cudahî li dûv vê bangihêşta fermî bên û rolê xwe di çaksaziyê da bibînin û bizavê bikin bo pêşveçûna dîmukirasiyê û şirovekirina ramanên azadî û hizirikirina erînî û binemayên dîmukirasiyê û mafên hejyên welatîbûneka berpirsane û bizavê bike bo çêkirina awayekê ji rêzigirtin û bawerîbûnê li nêvbera hikûmet û damezrawên wê û civakî û herweha hevbendyên hevbeşên nêvbera welatiyan bi xwe bi hêz bike.
Rolê ragehandinê ewe bibe pirek li nêvbera gotara fermî û gotara civakî û giftugûyeka berdewam bi rêve bibet li nêvbera layenên berpirs û havldar û xelkî helbet çu biriyarek ji valahiyê nahêt tiştek heye vê biriyarî çêdike bila ew tişt daxwazî û hîvyên xelkî be, rolê ragehandinê ye rewşenbîriya danustandinê belav ket ne ya şerê peyvînê, bizavê bike li rêka van danustandinan rêkê xweş bike bo ji hev têgehiştinê ne pitir astengan meztir bike, bizavê bike bo eşikirakirina genideliyan bê ku ji exlaqiyatên rojnamevaniyê derikeve, heke em bi başî ragehandinê bi kar bînîn dikarîn xizmeta welat û binemayên dîmukirasî û azadî û dadiperwerî û çaksaziyê bikin.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...