24 Hezîran, 2011 Weşandin: 0256 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
Lê bi dîtina min, piraniya welat û neteweyên herêmê ji bo hema bibêje he?mû salên berdirêj yên sedsala 20 ê, tûşî guhartinên mezin bûn. Bi gotina hizrivanekê emirîkayî, guhartinên ku di sedsala 20 ê da bi ser welatekê mîna Erebistana Suodî da hatin ji he?mû wan guhartinan mezntir û bileztir bûn ku di van sêsed salên borî da bi ser Birîtanyayê da hatine.
Lê paşdaman û neguhêriya rojhelata navîn ne karê salekê-diwan an sedsalekê-diwan bû. Mirov dikart bibêjit ku xew û seknîna rojhelata navîn bi ezîzbûna turkên koçer li cem xelîfeyên ebasî dest pê bû, û bi êrîşa pismamên mexol yên wan turkan kemlî. ew xew û bêagehî heta sedsala 19 ê domî, û tenê piştî şkestinên leşkerî yên muslmanan li beranberî ewropayî yên pîşesaz musilman bi paşdemana xwe hesiyan (herçende ko hêşta gelek ji musilmanan napejirînin ku paşdemane û dibêjin he?mû zanist û teknolojiyaya rojavayan ewe a ku ji musilmana hatî dizîn.
Dewletên nû li goreyê qalibê dewletên nûdem yên ewropayê li rojhelata navîn hatin avakrin. Lê avabûn û tixûbkirin û rêvebirin û geşbûna wan welatan ne li goreyê ketwar û waqê dîrokî, civakî, siyasî, demografîk û cihnasîk (ciyografîk) yê herêmê bû. ew welat li goreyê hez û berjewendiyên mêhtinkarên ewropayî hatin avakrin û pêşdabirin. Piştî wê, bi dilsojî an bi îxanet, parêzvanên herêmî yên wan bûnewerên siyasî jî peyda bûn. Anku eger li destpêkê welatên herêmê tenê li dûv berjewendiyên ewropayiyan hatibûn avakrin, piştira, ew bûn berjewendiyên parek ji pêkhateyên civakî-çînî-dînî-qewmî yên corbcor yên herêmê. Turk û faris û ereb bûn xudanên dewletên neteweyî û herêk ji wan jî zêdtir ji welatekê neteweyî peyda kir: Turkiya, Azerbaycan, Turkmenstan, Ozbekstan, Qirqîzistan ji bo tirkan; Îran, Efxanistan, Tacîkistan ji bo farisan; û cîhana erebî jî ji Oqiyanûsa etles heta oqiyanûsa hindê ji bo ereban.
Di vê navê da tenê serê kurdan bê kulav ma. Dibit ku dujminkarî ya Birîtaniya yan li beranberî kurdan hokarê serekî yê vê bêparî ya kurdan bûbit, û dibit ku kurd bi xwe jî hejî yên wê tancê nebûbin. Lê, kurd eger berê jî parçekirî bûn, di sedsala 20 ê da hêşta hatin parçekirin. Tixûbên dewletên serdest eger li destpêka damezirandina wan dewletan li ser sîngê kurdistanê wekî tixûbên destkirî dixoyan, niha bi rastî jî xwerskî dihên dîtin. Tixûbên devok û bendevokan berçavtir ji caranin. Çawa ku li destpêkê parçekrina kurdistanê li goreyê berjewendî ya zordestên dagîrker bû, niha di berjewendî ya hindek alî yên xudan-bandor yên bi-nav kurd da ye. Dûr nabînim ku, ji bo mînak, federaliyeta wîlayetan zêdetir ji federaliyeta herêma kurdistanê di berjewendî ya hindek alî yên siyasî yên qada xebata başûrê kurdistanê da bit (herweky ku bi bê-dengî digel pawil Birêmerî hat îmzakrin jî.
Li sedsala 20 ê kesên jêhatî yên mîna mela Mistefayê Barzanî bizav dikir ko parçebûna kurdistanê betal û pûç bikin. Bi dîtina min, ew li goreyê şiyanên xwe bi ser kevt jî. Di rêza pêşmerge û alîgirên Barzanî da kurdên Behdînan, Soran, Şarezûr, Xaneqî, Hewraman, Şingal li başûrê hebûn. kurdên Şamê, Qamişlokê û Efrînê ji rojhilatê hebûn, kurdên Cizîr, Şirinex, Dêrsim, Bitilîs û Amedê ji bakuir hebûn, kurdên soviyeta berê hebûn, feleyên kurdistanî hebûn, êzdî û şebek û sunnî û şiye û kakeyî hebûn. kurmanc hebûn, soran, hewramî, zaza, feylî û kelhur, lor û asûrî jî hebûn. Niha jî ew karîzma her maye.
Lê, niha li derazînka sedsaleka nû, sedsaleka miştî hîvî û umêdên nû, miştî îmkanên bêbevil û bêhempa yên mîna înternêt û teknolojiyaya hatinûçûnê, kurd dikin ku roj li pê rojê zêdetir ji hev parçebûyî û perkende bimînin. Niha kurdên ku piçekê xwe li başûr desthlatdar dibînin dixwazin bi navê yekîtî ya neteweyî û berjewendî yên paşeroja kurdan bi awayekê pawanxwazane totalîterî devokeka bertesk bertesk li goreyê îmkanên kurdan li her çar parçeyan bi ser he?mû herêma kurdistanê da bisepînin. Alî yên siyasî yên berçavtesk û nêzîk-bîn jî şerê bajaran û lîstka bajarkanê dest pê kiriye û naxwazin ji bo berjewendiyên dûr yên kurdan statû û pêgehê bajarê xwe têkçûyî bibînin. kesên keysperês û berjewendîxwaz ku di qada siyaseta neteweyî da xusaret bûne, dixwazin bi bê-rûmetkrina sîmbolên neteweyî yên kurdan bejna xwe bilindtir nîşa bidin. kesên mîna Qanîferdî û piştevanên wî dixwast ko bi şkandina mela Mistefayî xwe şirîn û berçav bikin. Mirovên helperês yên ku tenê helperêsî û berjewendî yên gavên û kurt-dem wan li berderkê serayê li Silêmaniyê kom dikit, dixwazin bi şkandina he?mû merceyetên mînevî û kesanî yên kurdan parçeyekê ji li bad anku tehtî ya ber-ba (babirî) û bê-xudan ya kurdistanê ji bo serê xwe yê keçel bikin kulav. Di vê rêyê da çi dibit ne xema wane.
Şerê gendeliyê şerekê rewa ye; bi qasî şerê dagîrkeran. Lê armanc û alavên vî şerî dibê gelek ji armanc û alavên şerê li beranberî dagîrkeran cida bin. Herwekî min piçekê li ser kêşeya Qedafî û kurdan jî got, di şerên navxweyî da, di malbatekê da, hindek tixûb hene kU dibê nehên bezandin. kesên kU bi navê dijîtî ya gendelIyê dixwazin postelên leşkerên îraqê vegerînin kurdistanê, bi eşkrayî tixûban bin pê dikin. kesên ku li şûna çêkrinan û çaksaziyan herfandina hukmeta herêmê dixwazin, bê guman tixûban bin pê dikin. kesên ku mîna filsitînî yên ku serê polîsên îsraîlî dişkînin, serê pêşmergeyên kurdistanê dişkînin, bi rastî pîroziyan dilewtînin.
kurd ji ber wê ku xwe wekî netewe didin niyasîn, miyan her neteweyeka dî hewcedarên hindek mînak û çevengên (sîmbolên) neteweyî ne. Neteweyên mîna neteweyên rojavayê jî zû bi zû sîmbolên xwe naşkênin. Babên damezirîner li Emrîkayê pîrozin, ne mîna xudê, lê mîna pîrozî yên civakî, mîna bavan, mîna daykan, mîna alayê wan. Lê hindek kurd niha dixwazin bi awayekê xwestî û nexwestî sîmbolên neteweyî bişkênin, ku di vî warî da ew ser bikevin, hîvî ya hebûna kurdistaneka êkgirtî dê bi nivşê îdealîst yên wekî min ra bin-ax bibit. Mela Mistefa serokê herî dawîn ji serokên bêtixûb yên kurdan bû, û nivşê me jî dê nivşê herî dawîn yên kurdan bit ku xewnan bi kurdistaneka êkgirtî ve dibînin, ku qada siyaseta kurdistanê her bi vî awayî gov û koza bejinkurtên doryayî bimînit, şerê partî yên siyasî dê bibit şerê devokan û bajaran.
Dema ku Receb Teyîb erdogan û AKP-e ya wî lîstkvanî ya siyaseta rojhilata navîn dikin, kurdên ji berê pozê xwe dûrtir nabînin herkesê navê wî di nûçeyên trt6 ê da jî der kevt caş didin niyasîn. Gava ku he?mû alî yên derdorên kurdistanê ji hebûna vê xweseriya dî fakto ya kurdistanê hez nakin, kesên bi-nav berpirs bi gendelî ya rêvebirinê û kargêrî û aborî û exlaqî paşeroja welatî dêxin ber gefeyan. Dema ku dujmin bi dujmnahî ya xwe mela Mistefa serokê herî dawîn ji serokên bêtixûb yên kurdan bû, û nivşê me jî dê nivşê herî dawîn yên kurdan bit ku xewnan bi kurdistaneka êkgirtî ve dibînin.
Di vê qonaxê da, serokê kurdistanê wekî sukandarê gemî ya welatî dikarit xwe, malbata xwe, partî ya xwe, neteweya xwe, kurdistana xwe serfiraz bikit, ku ew ji bo ne şikandina dilê hezar kesên gendel li kurdistanê dilê bi milyonan kurdan bişkênit, dilê wî jî dê bihêt şikandin. ew dikarit, û dibê bixwazit jî, ku nehêlit ne dilê wî, û ne jî dilê gelê wî bihêt şikandin. Dost û neyar he?mû çaverê yên biryarên wî yên bi kiryaran-piştgirtî ne, ku hêviyek berî herfîna seraya xewnan ma bit eve. Yên ko şerê bajar-bajarkanê dikin ne cihê çi hêvyanin.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...