Çanda Kurdan û çêkera wê ya exlaqî ~ HAWARNET Nêrîn

7/25/11

Pêkhateya exlaqê ya civaka Kurd karekterê xwe ji berxwedanvaniyê digre. Çanda hevbeş exlaqê hevbeş xwedî dike. Heta çanda hevbeş û şêwazê jiyana hevbeş çênebe jixwe mirov wê nikare behsa civaka exlaqî bike.
 
FORUMA HEVBEŞ

Hawar Net
26 Tîrmeh , 2011 Weşandin: 1232 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
    
 

Kurd ku gelekî herî kevin ê dîroka civakê ye, di her aliyekî de mîrateyên mezin ji mirovahiyê re hiştiye. Pêşketina civakî di encama ceribandin û tecrûbeyên ku bi keda gelan hatiye bidestxistin de kom bûye, hatiye asteyeke çandî û mirov fêrbûne ku xwe bidin jiyan kirine. Pêvajoya dîrokî a girîng a ji dîroka Neolîtîk re dayîktî kiriye re û şoreşa Neolîtîk a dirokê de tê zanîn di coxrafya ya Mezopotamya a ku Kurd tê jiyan dikin de pêkhatiye. Di cewher de şoreşa Neolîtîk şoreşa çandiye. Serdemeke mîna Ronesansa di Ewrûpa de pêkhatiye û şoreşa sanayî, di Mezopotamya de weke şoreşa Neolîtîk Ronesans û şoreşa çandiniyê a yekemîn ya dîrokê hatiye jiyankirin.

Şoreşa Neolîtîk di cewherê xwede şoreşeke çandî ye. Çaxeke mîna Ronesans û şoreşa sanayî ya li Ewrûpayê çêbûye, di Mezopotomya de weke şoreşa neolîtîk yekem Ronesans û şoreşa çandiniyê ya dîroka mirovahiyê hatiye jiyan kirin.

Civaka neolîtîk ku weke reaksyonekî li hemberî dema ziwayîbûnê, li piştî dema cemedê ya dawî ku hatiye û di derdora salên BZ. 11 hezar salan de de ku tê texmîn kirin hatiye jiyan kirin, tê fêm kirin ku di paa pergala Toros-Zagrosan de destpêkiriye.

Di Çemê Xalana Batmanê de, di Çemê Kotê Ber yê Erganiyê de û di gelek girên ax ên Rihayê de ew jêma yên Neolîtîk ên di kolandina van de hatine dîtin, bicîhbûnên yekem ên li van deran me dibe dîroka 11 hezar sal BZnê. Hemû dîrokzan hemfikrin ku şoreşa herî mezin a dîrokê derbasbûna ev jiyana neştî (yerleşik) bûne ye. Komcivakên gerok ên paleolîtîkê ku ji 20-30 kesî pêktên birastî jî bi sedan salan berdewam kiriye û kêm şop hiştine pey xwede, di çêbûna dîrokê de zêde nebûne xwediyê dîrokekî. Kapasîte û çanda wan pir lewaz e, ji taybetmendiyên dîrokê bilezkirinê dûrin. Derbasbûna jiyana nîşte, ango şoreşa çandinî û xwedî kirina heywanan, di bilezkirina çerxa dırıokê de serdema herî bi berhem pêktîne. Bêguman ev rol, jêdera xwe ji bi dawî kirina karîgeriya bi hezar salan a yeknesak (tekdüze) digre. Dîrok ji vêya şûnde derketineke hişk dike. B.Z berbi 6 hezar salîve çanda neolîtîk bi awayeke belavkirî di vê herêmê de sazî dibe. Yek ji mînakên serkeftî ên hatine kifş kirin ji ber cihê bicîhbûna Tel Xelaf e, ji vê demê re serdema Tel Xelaf tê gotin. Ev çanda ku ji Rojhilatê Behraspî dirêjê heta Zagrosan dibe û hîn zêdetir jî weke Mezopotamya tê binavkirin de kûr bûye, di qadeke berfireh de hevşibînî pêşkêş dike û kêmzêde heta B.Z çar hezar salan roleke sereke dilîze û di çapa dunyayê de orjînaliyekî temsîl dike. dîrok, di vê dema du hezar salan domand de mînaka teknolojî û agahiyên di wê demê de hatine çêkirin ancax PZ. Sedsala 16. Şûnde li Ewrûpa hatiye pêşxistin û bivêyare dikare bê qiyaskirin, dide nîşandan. Tê çavdêrî kirin ku gava herî bi kok a mirovahiyê û hemû dahênanên şaristaniyê bize ji aliyê çanda vê qadê ve hatiye afirandin. Dikare weke serdema zêrîn a yekemîn ya dîrokê bê nirxandin.

Serdema Neolîtîk, di aliyê wext û berfirehî ve serdema herî bingehîn a çêkera ruh û zihniyeta mirovahiyê daye çêkirin e. Qalibên yekemîn ên fikrandinê, bilindbûna ruhî, agahîbûn, rêvebirin, bîrdariya bûyîna civak, mîan gihiştina têgîna xweda hêmanên bîrdozî ên bingehîn bi vê serdemê re pêşketinên girîng têkuz dikin. Di dîroka mirovahiyê de çêkera jorîn a bîrdozî taybetmendiyên xwe yên dayîkî ango bingehîn di mercên civaka neolîtîk de bidesxistine. Mîna zarokek destpê meşê dike û axaftinê dike wateyekî xwe heye. Di aliyê din de cûmkerî (dokumacılık-çêkirina cil û berg, rêsîn, tevn ûhwd..) li xwe kirin,  bi destarê ar û nan çêkirin, bi qurûqaf (çanak çömlek) xwarin çêkirin û veşartin, bi şikînandina keviran re û kerpîçan re mîna mal çêkirinê saziyên madî ên bingehîn berhema vê pêvajoyêne. Rehekên (bitki) ku îro tên bikaranîn û qismeke mezin ê lawiran dîsa di vê serdemê de hatine çandin û hatine kedî kirin. Teraşkirin û ji kevirê sifir (bakır) bivir, lenger (çapa), qûsik (saban), teker û parxêl dahênanên bingehîn ên demêne. Weke hîmî ne tenê serdema dergûşê ya mirovahiyê, qonaxa destpêkê ya zaroktî û ciwaniyê jî pêktîne. Hemû têgînên bingehîn ên ol û mîtolojiyê jêdera xwe ji vê serdemê girtine. Pêşketina yekem car civak ji cîhana lawiran cihê kir, ji aliyê mirovan ve weke rewşeke awarte û mucîzeyî hatiye fêmkirin. Ol û mîtolojî, di rastiyê de weke teyîsîna zihniyeta pêşketina şoreşane a mezin ya civakê nasname bidest dixe. Raveya felsefî û zanistî çawa ji bo zarokan şêwazê ramaneke zûbe, ji bo mirovahiya vê demê jî ancax di asta pêşxistina ramana mîtolojîk û olî de dikare pêşbikeve. Di şêweyê civakên beriya vêya de li rastê nasnameyeke bîrdozî a di vê alî de nehatiye; dibe ku derfet ji gihiştina têgînên pîroz ên pir bi sînor re hatiye dayîn. Şoreşa çandin û kedî kirina lawiran rêya ol û mîtolojiyê heta dawiyê vedike û zemîna wê ya madî çêdike.

Di vê cûreya civakê de li rastê siyaseta hoveber (prîmîtîf), kakilê wê yê hov ango yê destpêkê jî tên. Civaka ku gihiştiye meznahiya çend qebîleyan, rû be rûyê pirsgirêka rêveberiyekî dimînin. Kesên dinava qebîleyê de herî xwedî ceribandin ango tecrûbe û pêşketinê çêdikin bi awayeke xwezayî dibin pêşeng, di vê bingehê de di şêwazê şaman û efsûnkarî (büyücülük) de çûyîna dabeşînekî çêdibe. Pêşengiya polîtîk û arîşen ango manewî cihêbûna xwe ya yekemîn di van mercan de digre. Ji ber ku şoreşa çandinî û xwedî kirina heywanan bi giranî di derdora jinê de teşe digre, demeke dirêj taybetmendiyên civaka dayîkselerî serwer e.

Ola (kült) dayîkê ya bihêz berhema vê serdemê ye. Mêr heta dereceya dawî hebûn tunebûna xwe ne diyar û biyaniye. Jina dayîk jî, pir diyarîker û xweser e. Ev rewş weke teyîsîneke arîşen jî bingeha çanda xwedavendiyê ye. Xwedavendî, di cewherê xwede vegotina taybetmendiya jina şoreşa neolotîk biserxistiye, a komînek e. Dema bîrdariya şoreşa mirovahiyê ya mezin teyîsî ser zihniyeta wê, rê li ber bilind kirineke jina xwedavend dike navend û şêwazê pîrozandinê vedike. Afrînerî, pênaseya nebatan, çandinî, kedî kirina heywanan, çêkirina qurûqafan, rêsîn û çêkirina mal, xwedîkirina zarokan, xepartin, li benda darên fêkiyan mayîn her timî di bin aktoriya sereke a jinê de tê pêkanîn. Jêdera xwe ya xwedavendiya bihêz ji vê civaka dayîkselerî digre. Hemû peykerên ji vê demê mane sembolkirina wan a jinê, mînakên herî qenitker ango îspatkar ên bingehînin. Derketina mêr a pêşde, pir şûnde,  lê di zeviyan de bi bikaranîna gêsinê/hevcar û di civakên koçber de di mercên ku hîn jî nêçîrî girîngî hildigirt de derdikeve holê.  Ola mêr bi esası B.Z di 4 hez car salan de derdikeve pêş û bi civaka çînî ya Sûmer re derbasê bilindbûnekî mezin. Di vêya de pêşketinên di teknîk ango navgînên hilberînê roleke mezin dilîze. Bi taybet ji ber gêsin û bivir hêzeke çor dixwaze, neçarê dûrî malê bûnê dike, dibe sedemeke herî bingehîn ku mêr di hilberînê de derbikevin pêş.

    Çanda civaka neolıtîk a mora xwe li dîrokê xistiye orjînalbûna xwe di vê herêmê de dibîne. ji Rojhilatê Behraspî heta rêzeçiyayên Zagrosê, ji çolên Erebîstanê heta Torosên Anadoliyê, bi taybet qûntarên çiyyan û qismê deştî a dinavberê de ku ava Dîcle, Firat û Zap derketin daye çêkirin, dibin navenda şikilgirtina bingehîn a van civakan. Di dîrokê de ji vê herêmê re gotina Hîlala Zêrîn ji vê taybetmendiya wê tê. Mirovahî kêmzêde dinava wexteke 10 hezar salan de bi role afrîner ê herêmê re hatiye xwedî kirin. Di wateyekî de di van hemû wextan de ji civaka mirovan a cîhanê re rêbertî kiriye. Hatiye peyitandin ku sê belavbûnên çandî ên mezin di dîrokê de jêdera xwe ji vê herêmê girtine. Nûvedanên (buluş) yekem ên neolîtîk, kêm zêde bi derengehiya 2 hezar salî re heta nava Ewrûpa û Asyayê û Bakurê Efrîqya B.Z nê di 7 hezar salan de tê fêmkirin ku belavbûne. Amûrên neolîtîk ên di van deran de derketine holê bi yên Hîlala Zêrîn re hevşibîneke sihêm (çarpıcı) a wan vê rastiyê di peyîtîne. Belavbûn ji hêzên fizîkî zêdetirîn îhtîmaleke mezin belavbûneke bi şêweyeke çandî daye çêkirin. Çanda Tel Xilafê jî, kêm zêde bi derengehiya 1000-2000 salî re ji Okyanûsa Atlas  digihije Okyanûsa Mezin. Belavbûna mezin a sêyemîn dispêre şaristaniya Sûmeran. Şaristaniya Sûmeran jî kêm zêde B.Z dinavbera salên 2000-1000 de digihije van hemû herêman. Di kolandinên arkeolojî ên hatine çekerin de ji ber wesfa çanda wê ya dişibinhev gengaze ku bihêsanî ev rastî were tespît kirin.

Yek ji gelên ku şoreşa Neolîtîk çêkirine jî Kurd in. Çanda çandinê, zanist û teknîk, ziman, huner, mîna polîtîkayê, di pêşketinên civakî de Kurd roleke mezin lîstine. Dema em di vê hêlê de lê temaşe dikin, Kurd yek ji çandên di serî de gelekî zanist û teknîka afrîner pêşxistiyene.

Çanda Kurdan û çêkera wê ya exlaqî

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org