Kurd divê mafê xwe rêvebiriyê de facto ferz bikin ~ HAWARNET Nêrîn

7/26/11

Konferanseke Kurdistanî ji bo bakurê welat di van șert û zûrûfan de pêwist e.
 
BAYRAM AYAZ
Hawar Net
26 Tîrmeh, 2011 Weşandin:1832 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
    
  
Li bakurê Kurdistanê KCDê roja 14ê tîrmehê 2011 biryara „xweseriya demokratik“ da. Ji wê rojê ve li Tirkiyeyê gelek gengeșe çêdibe. Rayedarên Tirk hêrs bûne. Siyaset û medya Tirk zimaneke șovenist û hakîr bi kar tîne. Bi kin û kurt, siyaset, medya, cemaet û tarîqatên Tirk hem șaș bûne hem jî her diçe zimanê dijberiyê û șerî bi kar tînin. Hinek ji wan aqlê selîm dane rexî, xurifî ne.

Ev rezalet ji kû derê tê?
Du tișt bala mirov dikșîne. Yek jê Tirk xwe pir mezin dibînin. Hinek ji wan xwe wekî neviyên Oguz û Gokturk û Uyguran dihesibînin û hê di xewnên gurê boz û Asenayê de ne. Hinek ji wan bi hîrahîr û bi xurûr dibêjin em neviyên Osmaniyan in yên ku li çar dorê dinyayê hukm kirine! Hinek ji wan jî hê ji xewn û delaleta dîktatoriya kemalist xilas nebûne! Demokratên rasteqîn û hevçax jî kêm in, belav in û dengê wan tê birîn.

Noqteya duyem, encamekî vê rewșê, li nav Tirkan zihniyetekî gelek șoven belav û serdest e. Bahsa projeyên demokrat dikin, lê mejiyê siyasetê, medyayê û piraniya civakê Tirkçî ye, demokrasî qet ne telașa wan e.

Ev rewșa Tirkan, hinekî qûretî û pozbilindiya nasyonalist ya Sirpan, Rusan û Kastiliyên Frankoîst tîne bîra mirov. Yugoslavya û Yekitiya Sovyetan çi bi wan hat, tê zanîn. Eger Kralê Spanyayê yê Kastîlî destûra 1978an cîbecîh nekiriba û berê xwe nedaya siyaseta entegrasyona Ewrûpî, dê li Îberya û giravên Kanarya bi kêmasî pênc șeș dewlet avabûya: Baskland, Endulusya, Kastilya, Katalanya, Valensiya, Giravên Kanarya, belkî zêdetir jî.

Miletê Tirk û Tirkiye êdî gihaye dawiya rêwîtiya dewleta netewî tirkçî. Nuha du rê heye. Careke din șer û xwîn, malwêranî. Dawiya vê parçebûn e. Riya din a aqil û zanînê ye. Ev jî, pêkvejiyaneka așîtiyane, adil, aram, wekhev li ser prensîpên demokrat e.

Nuha ji Tirkan re yekî wek Kral Juan Carlos (Xuan Karlos), Gorbaçov, Tony Blair gerek e. Yekî ku derkeve bi wêrekî bibêje: „Kurd miletekî ne, Kurdistan welatê wan e, em bi hevra bijîn, lê ew jî bila herêma xwe birêvebibin, em bi hevra destûrekî wisa demokrat û hevçax amade bikin, weka xușk û birayan bi hevra bijîn“.
Mesele hatiye gihaye vî qonaxî. Ji bo vê yekê pirs ne tenê pirsa Kurdan e. Pirs pirsa Tirkan bi xwe ye. Ew divê biryara xwe bidin. Demokrasî an dîktatorî û padîșahî?
Hêviyekî biçûk hebû ku Erdogan rola șagirtiya Blair hilde. Lê çîroka wî jî xuyaye tenê lawazkirina ulusalcî kemalistan bûye. Piștî xurt bû, dewletê bi dest xist, wî jî xwe li Kurdan bada.

Werhasil divê Kurd bi xwe bawer bin. Gotineke me Kurdan heye, dibêje: „Melek û pêl û bask“! Melekên ku xêr û bêrê ji mirov re bînin, pêl û bask û hêz û zanîna mirov bixwe ye. Bi baweriya min divê Kurd mafê xwe rêvebiriyê li ser herkesi û li her derî de facto ferz bikin. Van gotinan ne ji bo di vê rewșa dijwar de, bidim bin çengê hinekan, wan sûr û pîj bikim dibêjim. Na, mebesta min ne ev e. Lê tevgera welatparêz divê ji cîhekî destpê bike.

Ez van gavan di xêra gelê Kurdistanê de dibînim. Helbet demê mirov vê bêje, divê goh bide rexne, peșniyarî, gilî û gazindên hene. Mijarên wisa mijarên tevayiya xelkê ye. Divê em goh bidin herkesî, hemî derdoran. Em jibîr nekin, bi van biryaran em destpê dikin demokrasiya xwe jî ava dikin. Șêweyê “Min got, bû” nabe! Ev ne demokrasî ye. Jibîr nekin, bi hevkariyekî kêm û kurt, di demê hilbijartinê de me bi hevra dikarî keyfa vî miletî bînin. Xelkê Kurdistanê digot, „hûn yekbin, em li duyê we“. Biryara xweseriyê, biryareka tercîha cureyê xwerêvebiriyê ye. Xwerêvebirî pêwist e ser bingehê demokrasiyê be. Biryarên îro tên girtin jî divê bi prosesekê demokrat û bi beșdariyeke berfereh werin girtin. Konferanseke Kurdistanî ji bo bakurê welat di van șert û zûrûfan de pêwist e. Demokrasî pêvejoyeke hînbûn û cîbecîhkirina nirx, hêjayî, norm û prensîpan e. Belê, demokrasî em wê bi derengî nexin, ne ji bo sibehê ji nuha ve heyran, qurban!

Kurd divê mafê xwe rêvebiriyê de facto ferz bikin

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org