Kurd weke kok geleke herî kevn e ~ HAWARNET Nêrîn

7/31/11

Civaka Kurd pênase kirin hîn hêsantir dibe. Çiya, çandin û xwedî kirina heywanan bi gelê Kurd re wekhev e. e
 
FORUMA HEVBEŞ

Hawar Net
01 Tebax, 2011 Weşandin: 0045 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
    
 

Dema bajarvanî têgîneke ji Kurdan dûr e, gundîtî di be ku di dîrokê de diyardeyeke civakî a herî bingehîn a yekem car ji aliyê kalikên Kurdan ve hatiye pêkanîne. Kurd çiqasî gundî û koçerbin, ewqase ji bajarvaniyê dûrin. Wek Komagene pir baş eşkere kiriye, nîv gund û koçerî pergala Kurdan a tevger kirin û neştî ya bi hezar salane. Bajar jî hîn zêdetir dagirkeran saziyakirine yanjî tijî kirine. Helbet nayê wê wateyê ku Kurd bajar ava nekirine û nebûne xwediyê şaristaniyê. Di serî de dewleta Ûrartuyan, Medan, Mîtaniyan, tê zanîn ku bûne xwediyê gelek şaristaniyên bajaran jî. Di dema navîn de bajarvaniyên belavbûyî û hukûmetên eyaletan sakirine. Lê ji ber ku dewlet û hukûmetên ku hatine sazkirin dem dirêj nebûne, bajar zêdetir ji biryargehên hêzên dagirker û civakên derdor pêkhatine. Di demên destpêkê de dema bandorên Sûmer, Aşur, Aramî, Pers û Helen mora xwe li bajar û mîrateyên çandî ên nivîskî dixe, di dema navîn de şop di zimanê Erebî û Farisî de hiştiye. Gelek ronakbîr, mirovên dewletê û fermandar bi van zimanên cîran û çand re rol lîstine. Li roxmî ku kok û bingeheke çandî a kevin ya Kurdî heye jî, ji ber di pîvaneke sînordar de bûye zimanê nivîskî û nebûyîna zimanê dewletê pêşî li pêşketin û belge şûn xwede hiştinê girtiye. Li roxmî vêya jî çanda Kurd di rêyên neyekser de, bi heyîna xwe ya etnîk a tê jiyîn, ji bermahiyên xwe yên dîrokî kariye heta roja me ya îro heyîna xwe bi de domandin ango teyîsîn.

    Ziman û çanda Kurd îhtîmaleke xurte ku ji xwe gelek arkeolog vê nêrînê parve dikin, di qûntarên Zagros-Torosan de weke çand û zimaneke yekem car şoreşa neolîtık daye destpêkirin bi demê re bingeha ziman û çandên ku koka xwe Hînt-Ewrûpayîne pêkaniye. B.Z ji 9000’an pêve berbi coxrafyaya Hînt-Ewrûpa ve ji belavbûneke fizîkî zêdetir wisan tê texmîn kirin ku belavbûneke çandî çêbûye. Em dikarin çêbûna wê jî bibin salên B.Z 15.000-10.000’an. Ji serdema 4. a cemedê derketinê re (B.Z 2000-15.000) îhtîmaleke mezine ku weke çand û zimaneke herî niştecîh ango otokton yê vê qadê şikilgirtine. Etnîsîteya Kurd di B.Z 600’an de baş ji hev tê derxistin. Tê çavdêrî kirin ku Huriyan B.Z 6000’an de neolîtîkê sazkirine û weke berdewamiya komcivakên şanda Tel Xilafê çêkirinene. Ji aliyê Sûmeran ve di wateya ‘çiyayîyan de’ weke Horrît hatine binavkirin. Hîn li piştre Gutî, Mîtanî, Kassît ku hatine binavkirin di serdem û cihên cihê de weke komcivakên dişibinhev tê texmînkirin kuz iman û çandaeke hevbeş parvekirine û ev herku diçe tê îspat kirin. Îro jî navên cihê ji gelek yekîtiyên êlan ango eşîran re dayîn, nayê wê wateyê ku ji heman komên gel nînin.


Sedema ku me ciheke mezin da dîroka Kurd, dîrok û çand du rastiyên bingehîn ên diyarîkerin ji bo civakek çiye. Her ku diçe ji aliyê zanyarên civakî ve jî tê piştrastkirin ku ka çanda Kurdan çiqasî kûr, bikok û gerduniye. Ji ber ku xwediyê nasnameyeke etnîsîteyê ya ji çanda neolîtîk re derguşiyê dike, wê ya di afirîne û bi belavkirineke çandî ji hemû komên mirovan ên demê re ye.  


Çanda civakîbûnê ya di Kurdan de, ji komên destpêkê ên neştî (yerleşik) destpê kiriye û nasname bidestxistiye. Çanda gund û çandiniyê çandeke civakî a herî kevin a di dîrokê tê zanîn. Mirovên roja me ya îro jî hîna di rêjeyeke mezin de heyîna xwe li ser çanda gund û çandiniyê diparêzin. Taybetmendiyeke herî girîng a vê çanda civakî, di bingeha komên biçûk de li gel hev bûyîn û biqasî ku têra xwe bike bi şixûlandina axêre bi çandiniyê derbara xwe têkuz kirine. Ango jiyana neştî (yerleşik) ye. Gund û çandin-î di dîrokê de yekem car tê wateya mirov bi awayeke mayîn de derbasê jiyana neştî bibe. Va ji ber vêya şoreşa yekem a mezin weke şoreşa çandinê hatiye binavkirin.  Komên gund ên neştî di avabûna civakî de di heman demî de li ser rêxistina eşîretê a girêdayî girêdana xwînî ye û li ser nasnameya etnîsîteyê nasnameyeke civakî a nû şekil girtiye.
Pêşketinên pir girîng ên di çêbûna civakî de rê li ber teqandinek veke mîna qadeke aboriyê ya bixwe besê xwe bike, sitarbun û ewlekariyê pêkhat. Çanda gund, çandin û eşîretê di wateyeke tam de jiyaneke komînal derdixe holê. Çanda çandinê hem mêr hem jî hawirdorên din ên nêzîk têgihiştineke hevbeşbûnê, jiyaneke bi hev re, piştgirî û yekîtiya dest pêwîst dike bixwere tîne. Di komên qlanan de jiyaneke diyar a hevbeş heye, lê ev zêde belave û wexteke dem kurt, digre nava xwe. Gund û çandin jî xwediyê dînamîkên civakî ên hîn pêşketîtir a mayînde û tevahiya endamên civakê li gel hevdu girtinê ye. Çandeke hevbeş, çêkera exlaqeke hevbeş jî bi xwere derdixîne holê. Li gorî jiyana şikil girtî şêwazeke têkiliyê jî çêdibe.
Kurd, bûne ev hemû tiştên bixwe hatine jiyankirin. Jiyana neştî; di pêkhateya gund, çandin û eşîretê de Kurd di civakbûyîn de roleke sereke lîstiye. Îro di civaka Kurd de hîna jî şopên civaka xwezayî û dînamîkên çandî ên jiyana hevbeş pir zindî û tezebûna xwe diparêze. Bi parastina taybetmendiya xwe ya jiyana gund re, çanda jiyana bixwe besî xwe kirinê wek meydan ji şaristaniyê (modernîte) yê re dixwîne. Hertimî vehewandina taybetmendiyên civaka xwezayî neku ji ber modernîte û kapîtalîzm nekariye bikeviyê ye. Di civaka Kurd de dinavbera civbaka Kurd de û modernîteyê de li roxmî ku tekoşîneke bi sedsalane didome, wek kapîtalîzm di civakên din de komînalîteyê xirap kiriye ango rakiriye, bi ti awayî di civaka Kurd de nekariye vêya bike.


Di civaka Kurd de li dijî modernîteyê, rewşeke ber xwedanê a hîna civak bixwe jî pir zêde ne di ferqa wê de ango di zanabûna wê de ye heye. Gundên Kurdan li dijî êrişên bajarvaniya pergala kapîtalîst, xwedî li çanda xwe ya komîn, exlaqê xwe yê hezkirina hevbeş di afrîne û komên neçtî derdikevin. Li dijî sîstema xweperest, milkiyetparêziya taybet û rantxur a modernîteyê yek ji gelên terwende (nadir) a hevbeşbûn, piştgirî û li gel hev jiyan kirinê di geliyên neştî ên gund û çiyayan de biserxistinene.
Di civaka gund de eger miroveke birçî, bê star û pirsgirêka xwe ya ewlekariyê hebe ev, di serî de ji bo civaka gund rewşeke pir şerm û şkestina rûmetê ye. Di jiyana gundên berê tev de ev nêzîkatî hebû. Îro jî Kurdên ku zêde tevlî çanda modernîteyê ya xweperest (bireyci), milkiyetparêz û ezez di qadên jiyanê ên gund û çiyayan de dîtin, şêweyê têkiliyeke pir xwezayî ye. Qadên niştecî yên em dibêjin civaka gund, yê nûneriya pergala modernîteya kapîtalîst a çol/çiya dike, qala komikên gund ên radestkar cewherê xwe wendakirine nayê kirin. Qala gundên Kurdên ku bi sedan salan li dijî sîstema desthilatdar ber xwe dane, piştevanparêz/dayanışmacî, azadîxwaz û şerker tê kirin. Bajarvanî, deşta rast û bi hindekî din ve hatina girêdan hertimî bûye sedem ku tevlî sîstemê bibin. Dema li lêkolînan tê temaşe kirin bi taybêt Kurdê bajar û deştê bi sîstemê re bûne yek, weke vînî û kesayetî berxwedanvaniya xwe wenda kiriye. Helbêt ev kesayet û exlaqîbûna civaka Kurd diyar nake, lê wek em dê di pêşde jî bibînin, rastiyeke ku civaka Kurd di dîrokê de neyînî bandor kiriye. Bajar û şanda bajarê her timî wek şaristanî hatiye dîtin, çanda jiyana çiya û zaxor/hişk jî weke hovbûnê/yabanıl hatiye nirxandin. Mînak; çanda bajarê ku weke medeniyet tê binavkirin, komcivakên ku ji derveyî bajar dijîne jî hertimî hatine şermezarkirin. Hertimî nezan, cihêl, hov hatine xîtap kirin. Medenî jî xwe weke yên vê dunyayê afirandine ji lewra jî weke efendiye vê dunyayê, yên ji derveyî xwe re weke koleyîkî nêzîkatî dane çêkirin. Yên bajarî navend, yên derve jî weke derdor hawêr ango çevrene. Ji lewra yên bajarî ên her timî hikûm dikin, yên derdora wan jî ên her timî tên darizinîn ango yên her timî hikum digrinin. Sedema ku Kurd di dîrokê de weke civake di jêr de tê dîtin ji ber her timî bi guman û şik li çanda bajêr nêrîne û ji wan dûr maneye. Kurd jî bajar çêkirine, bajarîjîbûne lê ev, biqasî ku gengaz dibe ev li ser zihniyeteke desthilatdar nêzîk nebûne. Armanca bajarvaniya Huriyan, Mîtaniyan, Medan, hewldane ku li dijî bajar desthilatdar ên dewletê bajareke alternatîf çêbikine. Bi demê re ên ji derveyî şaristaniyê man tenê di geliyên çiyayan de, di cihên hişk de jiyan kirin bi qasî ku gengaz dibe hewldane cewherê xwe biparêzin.


Wekî din jî yek ji taybetmendiyên girîng ên civaka Kurd jî, di pêkhateyeke eşîretê de mayın e. Coxrafyaya ku têde jiyan dikirin, çanda hevbeşbûnê û li gel hev jiyan kirinê  pêkhateya civakî, wêya dernexist ji derveyî çêkera cıvata eşîrî. Li roxmî ku coxrafyaya Mezopotamya û gelên wê pir zû derbasê nava civakeke cinsiyetparêz û çînî, Kurd demek dirêj ji bo vê rewşa xwe bidomînin, ber xwe dan. Helbet sedema vêya, ji ber Kurd hertimî di ciheke hişk, di warên ku hêzên biyanî bi hêsanî nikaribin bigihijinê de jiyan kirina wan û tercîha jiyaneke bixwe besê xwe bike kirinêbû. Ji ber girêdaniya xwînî ji têkiliyên din civakê bi fêdetir dîtine ku, biguman nêzê têkiliyên çînî bûne. Ji lewra dibe ku bêyku zêde di zanabûna wê de li dijî civaka çînî sekinîne. Ango pir zêde civaka çînayetî  çêtît nedîtine. Ji ber vê çende çêkera civakê ya hindir pêkhateya eşîretê ne bûhurandiye. Dema em vana dibêjin nayê wê wateyê ku eşîretgeriya di roja me de şêweyê têkiliyeke civakî a rast e. Herweha dîrok hatiye serdemeke wisan ku dema demek rastiya eşîretê li hember civaka çînî sekneke herî azadîxwas dida nîşandan,  herku cinsiyetparêzî û desthilatdariya çînî pêşket pêkhateya eşîretê hêdî kete nava rewşeke berovajiyê cewherê xwe dikeve, hatiye asteya rewşeke bibe hêzeke sîxur û xayîn a civaka cinsyetparêz û desthilatdariya çînî. Kurdeke hindekî bi nêrîneke objektîf (rastbîn) li eşîretên li gel xwe bikare binêre, dikare pir hêsan cihê xwe yê civakî a dinava eşîretan de tehlîl bike.


Pêkhateya exlaqê ya civaka Kurd karekterê xwe ji berxwedanvaniyê digre. Çanda hevbeş exlaqê hevbeş xwedî dike. Heta çanda hevbeş û şêwazê jiyana hevbeş çênebe jixwe mirov wê nikare behsa civaka exlaqî bike. Di dîrokê de Kurd weke geleke baş, exlaqî hatiye bîranîn û tên zanîn. Ev, ji Huriyan destpê dike, bi Medan bilind dibe. Di etnîsîteya Kurd de digihije nasnameyekî. Hemû gel û hêzên ku bi Kurdan re dinava têkiliyêdebûne her timî behsa mirovane, egîd, merd, dirûst, dadwer, hwd. Ango çiqasî têgînên exlaqbûnê hebin hêjayê Kurdan dîtine û teqez qala exlaqîbûna wana kirine. Heredot dîrokzanê navdar ê Grek (Yewnana Kevin) nêzî sê hezar beriya niha pesnandina exlaqê civaka Kurd, şewazê jiyana wana her dida, xilas nedibû. Di dîrokê de cîran, yanjî gelên ku ne têgihiştinî bi Kurdan re dijîn, hêzên dijmin, dewletan jî heyranê exlaqê Kurdan a kesî û civakî bûne.   

Kurd weke kok geleke herî kevn e

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org