Lîbya, Qeddafî û Cîhan: Kurteşano ~ HAWARNET Nêrîn

7/6/11

...Qeddafî rast bixwazta sûdekê bigihîne neteweya kurdî dê bikaribûya pirsa kurdî hema bi şêweyeke devokî bûya jî rakira pêş Rêxistina Neteweyên Yekgirtî…    
ŞAHÎNÊ BEKÎRÊ SOREKLÎ
Hawar Net
07 Tîrmeh, 2011 Weşandin: 1142 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com


Pêşgotin

Ya rast: min çi caran serokê lîbî Mu’emmer el-Qeddafî wek kesekî ku layiqe serdariya dewletekê be nedîtiye.  Dihêt bîra min çawa ber dora yanzdeh salan ez bi ciwanekî bakurî re derbarê wî de ketibûm nav gengeşeyekê.  Wî di şûneke înternêtî de ew wek dostê Kurdan bi nav dikjir û pesna wî dida...  Min jî şîret lê kirin ku Qeddafî li ser kêşeyên Kurdan zêde neke…, û li milê din, min gotê, ger  wî rast bixwazta sûdekê bigihîne neteweya kurdî dê bikaribûya pirsa kurdî hema bi şêweyeke devokî bûya jî rakira pêş Rêxistina Neteweyên Yekgirtî… 

Jê pê ve, birêz Qeddafî bi min ve, ji serokekî xwedan zanist û mentiq bêtir, wek kesekî bêvilbilind û serdarekî eşîrekje bedewî, koçerên ereb, (ligel rêza min ji bedewiyan re) dihat ber çavan.

Lê ligel gotinên li jor jî, divê bihêt gotin ku birêz Qeddafî bo welatê xwe ji gellek serokên hinek dewletên  din baştir û dilsoztir bû.  Rewşa gelemper ya Lîbyayê ji gellek aliyan ve ji ya gellek welatên erebî, afrîjkayî û asyayî baştir bû.  Li milê din, çiqa ew dîktator bû û nedixwazt hevsarê karbidestiyê ji dest berde jî, ma gelo rast ew serokê herî stemkar, kujer û gendel bû li cîhanê?  Bêguman na, lê bedbextiya wî ev bû:  Ew serokekî bêyî dostên dilsoz bû. 

Ez ê li vir rawestim û kurteşanoya li jêr pêşkêşe we xwendevanên hêja bikim.

Mu’emmer Qeddafî û du hevkarên wî di odeyekê de:

Qeddafî:  Kuro, ev çi cîhaneke bêbext e!  Ma min bi qasî Êdî Emînê Ogandayê mirov kujtin?  Ma min bi qasî Pînoşêyê Çîlêyê mirov girtin û dan wendakirin?  Ma min wek Seddam çekên kîmawî bi ser gund û bajarokan de berdan? 

Hevkar 1:  Ez benî li Rwandeyê, Kongo, Kurdistanê û Somalê bi hezaran kujtin, talan kirin û li hinek şûnan kom qir kirin, lê NATO neçû hawara wan!

Hevkar 2:  Bi sedan xwepêşandanên piştgiriya kesên wek Seddam Husên li seranserê cîhanê cîh girtin, dema Amerîka hêrîs bir ser wî…

Qeddafî:  Tew ewên min nan dixist devên wan jî bo piştgiriya me tiştek nekirin.  Hinek ji wan tew min wek stemkar û dîktator bi nav dikine.

Hevkar 1:  Ma kî ma ku Cenabê te pere nedabûnê, ji îrlendiyan bigir ta Kurdan, ji Ereb û afrîkayiyan bigir ta asyayiyan û hinekên ji Amerîkaya latînî.  Milyonên cenabê te…

Hevkar 2:  Wî tolazê Obama Amerîka ji meydanê bi dûr xist.  Ger Amerîka bi serê xwe xwediya biryarê bûya û serkêşiya hêrîşan kiribûya, hinek xwepêşandan ê hebûna; yên ji Amerîka hej nakin pirr in.

Hevkar 1:  Lê NATO-MATO, gellek kes tew NATO nas nakin!  Û tiştekî din ez benî!  Divabû me hinek pere li Ewropayê bo geşkirina xwepêşandanan rijandibûna.  Pere dikarin xwepêşandanan jî geş û gurr bikin. 

Qeddafî:  Û mirov ji wan serdarên welatên erebî re çi bibêje!  Axxx, axxx!  Ma ne biryara Encûmena Asayişê bi daxwaza wan hat girtin!  Ne min carekê ji wan re di kombûneke Komkara Erebî de gotibû:  Dawiya we jî dê dawiya Seddam Husên bêt!

Hevkar 2:  Li pêş çavên cîhanê û bi navê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî bombeyan bi ser me de berdidine û cîhan bêdeng e.  Tu dibêjî qey ne xema kesekî ye.  Kurê cenabê we û zarokên wî kujtin; dîsa kesekî deng nekir!  Ma ew û yên bo me piştgir ne ji gelê lîbî ne?

Qrddafî:  Min carekê gotibû ku em nema erebî ne; em afrîkayî ne, lê ji wan jî xêr bo me nehat!  Baş e, bila min jî wek kiralekî hesab bikin.  Ma ez ji gellek kiralên vê cîhanê ne baştir im?  Ma xelkê min birçî ma?  Ma bajar û bajarokên Lîbyayê bêyî elektrîg, bêyî nexweşxane û bêyî xwendegeh man?  Ma xizmetên civatî li welatê min ji yên li gellek welatên Asyayê, Afrîkayê û Amerîkaya Latînê ne baştir in?

Hevkar 1:  Ez benî, tu striyê çavên wan bûyî.  Proje û kiryarên cenabê we li Afrîkayê li keyfa Fransayê nedihatin.  Ewropayê dixwazt tu gihîştina penaxwazên ji Afrîkayê berbend bikî.  Amerîka ji cenabê we hej nedikir.  Welatên erebî ji pêşveçûna Lîbyayê dihesidîn û ji gotinên we yên derbarê wan de aciz dibûn.  Rûsistan û Çîn jî di qeyta pereyên xwe de ne; û konê we, û parêzgerên giyanê we yên jin…

Hevkar 2:  û cenabê we ûda kesekî jî nedikişand.  Hemî ji gotinên cenabê we ditirsiyan…

Qeddafî:  Dizanî me çiqa pere dabûn rêxistinên filistînî?  Ma gelo Seddam Husên bêtir pere dabûn wan?  Çima bo piştgiriya wî xwepêşandan bi rê dixistin û ne bo piştgiriya me?  Û kê ji min bêtir aşkere piştgiriya mafên Kurdan kiribû; hele tew pereyên min dabûn hinek serdar û rêxistinên wan li aliyekî!  Yekî ji wan ala Kurdistanê jî wek diyarî dabû me, dema hat dîtina me li Terablusê.

Hevkar 2:  Di malpereke Kurdan de gotibû, lê ji serokê Îraqê yê kurd jî piştgirî bo me nehat, lê ciwanmêrî di bîrhanînên xwe de pesna alîkirina wa ya aborî dabû.

Qeddafî:  Axxx, axxx!  Ger va bêtara jî derbas bibe û ez wek serokê El-Cemahîriyye El-Erebiyye El-Lîbîyye El-Iştirakiyye El-Uzma* bimînin, ez ê li şûna Pirtûka Şîn (kesk)** Pirtûka reşesor binivîsînim!



 

* Komara Gelêrî ya Erebî ya Lîbî ya Sosyalîst ya Mezin.
** Pirtûka Şoreşê ya Qeddafî.  Wî pêşniyaz dikir ku bibe pirtûka birêvebirina hemî dewletan.

Lîbya, Qeddafî û Cîhan: Kurteşano

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org