Tilîlî qîrîneke azadiyê ye ~ HAWARNET Nêrîn

7/27/11

Ev deng, ew dengê bilûrê ye ku ji bin xweliya dîroka şewitî derdikeveye. Ev deng dengê herî kûr yê ji dil tê ye. Kombûna hemû bêdengiyane; kombûna raperîna hemû demên bêdeng e. Bangawaziyeke berxwedanê ye bêy ku pêwîstî bi...
 
CENFEDA DENÎZ

Hawar Net
29 Tîrmeh , 2011 Weşandin: 1056 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
    
 

Dengek heye sira xwe nayê zanîn, tenê ji dil diherike…dengeke wisa asê ye ku nakeve ti sînorên notayan…bêhempaye, naşibe ti dengeke din. ..Di merasîma cenazeyan de, di dîlanê de; di şer û aşitiyê de; hem li ber sêdarê hem jî di govendê de, bi êş, bi hêrs, bikêfxweşiyê ango bi hestên ku hîna nav lê nehatiye kirin, ev deng tê. Dengek heye mîna kaniyên coşbûyî  hênik dike. Wek  bizoftek agir dişewitîne…

Ew deng, ji demeke dîtir, ji gerdûnek din, bi maneyên cûda cûda tê… Û tê gûhê me. Tê di nava dilê û li ser baskê hêviyên me di rûne.

Ew deng wexta digihije me navê TİLÎLÎ distîne. Periyên jêhatî yên bêdengiyê Jinên Kurd Tilîlî dike, dil ji qefesê difire. Hemû deng di sekinin, tenê Tilîlî di axive. Jina Kurd bêdeng dibe bêdeng dibe, bêdengiya xwe bi kişandina Tilîliyekî re ti teqîne. Yên herî baş tilîlî dikşînin, di heman demê de yên herî dikarin bêdeng bimînine…

Tilîlî hîn ji zemanê berê de di hemû zimanan de qîreke kêfxweşiyê ya hêz dide mirovan e. Li Efrîqa, Emerîka, Rojhilata Navîn û li Kurdistanê… Yên zemanê berê dizanin û yên êşa xwe kûrin dibe ku hîs bikin û bizanibin di bin vî dengî de kîjan mane veşartîne.

Ev deng, ew dengê bilûrê ye ku ji bin xweliya dîroka şewitî derdikeveye. Ev deng dengê herî kûr yê ji dil tê ye. Kombûna hemû bêdengiyane; kombûna raperîna hemû demên bêdeng e. Bangawaziyeke berxwedanê ye bêy ku pêwîstî bi gotinê bibîne. Nîşaneyeke wêrek kirinê ye. Nîşanek wisa ye ku tirsê nas nake. Meydan xwandineke, lê ne helhelane; narînbûnekû avsûmeke wê jî heye. Ev deng, dengê qîrîna azadiyê ya jinê ye. Ev deng, ew dengê tilîliye ku her ez dibîhîsim laşê min di tevizîne. Ev ew dengê bi anor ya dayîka pîroze ku beriya azadiya min, ez kirime ez im.

Tilîlî!
Li goristanê, li ser miriyan li dijî mirinê û dijmin, qîra anorê ye. Mirad pê kirine. Wexta xoşewîstê/a xwe bi rê dike, weke daweta wê dike, rê dike…mizgîniya zayîn û mirinê ye. Tilîlî mezinbûna jinê ye ku mirine jî mîna zayîna bi anor û bi mizgînî pêşwazî dike…Wexta di dîlanê de kêfxweiya xwe bi dost û xizmên xwere parve dike, ne ji bîr kriina yên ne gihiştine mirada xweye jî…bîranîne…Tişta ku pê serbilinde, ji nezerê parastine…Di govendê de ji bo kêfxweşiyê…Di cengê de ji bo berxwedanê ye; li serê çiyan, li zozanan, di meydanan de, di zîndanan de….
Tilîlî di bîranînan de wêrekiya dil e:
-    Di kêliya êrişê de tilîliyek wer kişand ku em weke şêran çûn ser
-    Wexta me dengê tilîliyê bihîst, me zanî ku me serxistiye.
-    Wexta tilîlî hate kişandin herkes tevlî govendê bû.
-    Bi dengê tilîliyê re me zanî ku şahadet heye.                                                                                                                                                                                                                         
Tilîlî sondeke serkeftinê ye pêl bi pêl diçe greve…
Wexta rêwî tê rê kirin tilîlî li wir dibe diayek.
Wexta hesret bi dawî dibe û gihiştina hev çêdibe, tilîlî dibe sipasiyek.
Wexta ziman di sekine û peyv kêm dimîne, tilîlî dibe destanek

 Tilîlî bêrikirina di dil de zêde bûye ye. Tilîlî, zêmareke wisa ye ku êşên herî giran dikare bîne ziman. Tilîlî, qîreke azadiyê ya dem girtiye. Tilîlî, kenê yên xeyal vediguherin rastiyane. Silava dayîkan ji zarokên xwere ye…

Tİ-LÎ- LÎ- LÎ- LÎ- LÎ- LÎ- LÎ- LÎ-LÎÎÎÎÎÎÎÎÎÎÎÎÎÎÎÎÎÎÎÎ… Ji Bo tevahî Dayîkên Aşitiyê!

Tilîlî qîrîneke azadiyê ye

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org