30 Tebax, 2011 Weşandin: 0056 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
Eger em li dîroka gelê kurd li her çiwar parçeyên Kurdistanê bi nêrîn dê bo me xweya bît ku dîrokeka pir kevnare û ropelên wê pirin ji serkevtinên mezin û dastanên bê wêne, eve ji layekîve, ji layekê dîtirve, eger em behsê karesat û derdeserî û êş û azarên bi serê gelê kurd hatîn bikeyin, bigire ji malsotinê û kavlkirin û wêrankirinê û mişextî û derbederiyê û kuştina bi kom û heta zor caran çekê qedexekirî dijî vî gelî bikar hatiye, em neşêyin bi dirustî wan rûdanan pênase keyin û wan çîrokan bi dawî bînîn, ji ber ku çu rengên stem û zordariyê nemayine li gelê kurd nehatiye kirin ji layê rijêmên desthelatdarên Îraqê yên êk li dûv êkê, her ji ser demê parçekirina Kurdistanê li sala (1514) ?ê zayînî û taku niha.
Dujminên kurd û Kurdistanê hîç carekê cudahiyek ne êxistiye di navbera pîr û genc û jin û zaroyan da, belku bi şêweyekê hovane û dirindane serederî digelda kiriye, anku reftareka ne mirovane û bi zimanê tundutîjî û bi karînana çekî bersiva hîvî û daxwaziyên vî gelê stem dîtî daye, hemû deman hewldayine gelê kurd ji nav biben û navê Kurdistanê jî ji cîhanê raken û nehêlin, lê em di karîn bêjîn îradeya gelê kurd beramberî wan hewil û pîlanên dujmin û nehezan xurt tir bûye û her dem bi bîr û baweriyeka mukumtir berxwedan kiriye û bersîng li wan hewil û bizavan girtiye. Ev gelê stem dîtî, çu caran ji îradeya xwe bêy umêd nebûye, eger di karwanê xebat û berxwedanê da toşî şkestin û karesatên çendîn mezin bibaye, lê dîsa dibêjin hewil û bizavên dujmin û nehezan neşiyayine rêkê li karwanê azadîxwazan bigirin û bi rawestînin, dîsa eger em ropelên dîroka gelê kurd hêdî hêdî vedeyin û bi qilopînîn û berçav bikeyin, dê gelek rengên karesat û cînusaydkirinê kevne ber çavan. Bêgoman karesata enfalan êke ji mezintirîn karesatan li Kurdistanê û li cîhanê, eger em kûr û dûr hizrên xwe di vê tawana mezin û bê wêneda bikeyin û bînîne berçavên xwe, ewa dijî gelê bêy desthelatê Kurdistanê hatiye encamdan û têda pitir ji 182 hizar kesan bûne qorban, ji pîr û genc û jin û zaroyan, hijmareyeka êkcar zor di nava gurên bi kom da hatîne bin axkirin, dibît mirov xwe jibîr biket û aqilê mirovî rawestît, bi dîtin û gohlêbûna dîmenên vê tawana mezin û dûr ji kar û wijdanên mirovatiyê. Bi rastî demê bîra mirovî li wan rojên reş û tarî dihête ve, tezînik bi ser giyanê mirovî da dihêtin û êkser bi zîndî mirov di çîte di nava wê rastiyê da ku bi rastî karesateka zora mezin bû û bi çu reng û zimanan nahête pênasekirin, ez bi xwe jî êk ji wan kesan bûme yê ku biber pêlên bayê enfalên reş kevtîm û awareyî welatê Turkiya bûm, nexasime di jiyê zarokiya xweda û qutabiyê qonaxa navinciyê li wî serdemî, lê ji ber serederiya nerewaya reşekên dujminî neşiyam di rêjiyê bi xwandina xwe bidem, lewa jî biber bayê enfalan kevtbûm. Helbet ji ber ku Kurdistan wî demî di rewşeka pir aloz û xirab da derbaz di bû, lewa dê şêm bêjim, her kesanekê kurd çîrokeka taybeta heyî li ser karesat û derdeseriyên bi serê gelê kurd hatîn û bi çavên xwe dîtîn, çu caran jî ev çîrok û serhatiye bi dawî nahên. Wî demî, anku sala (1988)?ê ez ji qutabxaneyê derkevtbûm, ji ber reftara ne mirovane û hovane ya sîxorên emna rijêma Besa gorbegor.
Goneha min jî bi tinê ew bû ku ez kesekê kurdbûm, jiyê min di wî demî da (16) sal bûn, akinciyê gundekê devera Guliyan bûm, ew jî gundê (Barholê) ?ye ku di kevîte layê rojhelata nawçeya Batîfa, di vê qonaxa nazik da, xêzana me bi bû du cûn, anku dayik û babên min digel hindek ji xwşik û birayên me yên jiyê wan di navbera (6 ta 15) saliyê da bûn û babê me jî bi xwe kesanekê bi navsalve çûyî bû û toşî nexweşiyeka giyaniya giran bi bû, li wan du ta sê salan li fermangeha eşxala Duhokê hatbû wergirtin weku karger, û li nahiya Batîfan akincî bi bûn, ez jî digel birayekê xwe yê xêzandar û xwîşkeka xwe ya biçûk ji wana veqetiya bûn û li deverên rizgarkirî yên dibin kontirola pêşmergehê Kurdistanê da di jiyan, li gundê li serî diyarkirî, helbet çendîn caran gefên girtin û derkirina ji ser karî li babê me di hatine kirin ji layê reşek û sîxorên emna Bes ve, bi bihaneya wê çendê ku hindek ji endamên xêzana wî li deverên rizgarkirî dijîn, ew deverên di kevine dibin kontirola pêşmergehên Kurdistanê da.
Di nava wê rewşa giran û dijwar da, ya ku Kurdistan têda derbaz dibû, bi taybetî cenga (Îraqê û Îranê) ya heşt salî geheştbû qonaxa agirbesta du alî, lijêr çavdêriya (civata tenahiya nêvneteweyî), piştî ku Îraq piştrastbûyî ku şer bi êk carî bi dawî hat û rêkevtinek di navbera wê û Îranê da hate îmzakirin li rêkevtî 8/8/1988-ê, demil dest bi vekêşana hêzên xwe yên leşkerî kir û ji berokên şerî digel Îranê û berev Kurdistanê înan, bi merema kontirolkirina deverên sinorî digel welatên hevsû bo qirkirin û jinav birina gelê kurd li Kurdistanê, êkser dujminî hêla sor dana di navbera deverên li jêr desthelata xwe û deverên rizgarkirî da, deverên rizgarkirî weku deverên qedexekirî bi navkirin û dûmahî molet ji layê dujminîve hate dan, daku 25/8/1988-ê ew kesên li deverên rizgarkirî di jîn xwe bidene destê dujminî
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...