Xortekî bi navê Edalet Milan di facebookê da nivîseke min şiroveye kiriye, gotiye miletên din di çend salan da xelas dibin, ev 100 sal in em şer dikin ji bo çi em xelas nabin?
Û hin pirs û gazinên din yên wiha wiha ji min kiriye.
Ev nivîsa min bersîva pirsên wî xortî ye.
Edalet Milanê hêja, bîna xwe fireh bike….
Kêmasî ne ji me ye, sebeb ne em in, dijminên me pir in û ”dostên2 me ne hindik, ji binda tunene...
Li cîhanê yek milet jî bêyî piştgirî û alîkariya derve rizgar nebûye.
Lê ji bo rizgarî û serxwebûnê kes alîkariya me kurdan nake.
Ji ber ku kara wan di me da tuneye.
Em nikanin ji dijminên xwe bêtir bidin xwediyên cîhanê….
Ji ber ku ji bo dewletan hertiş pere ye, îmana wan jî û ûjdanê wan jî pere ye, kara wan li ku zêde be ûjdanê xwe difroşin wan…
Bêşansiya me ew e ku welatê me li herêmeke pir stratejîk e, pir mezin û pir jî dewlemend e.
Û ev jî bûye "bela" serê me...
Loma jî li welatê me tim zûre zûra gurên har e...
Loma jî barê me giran û karê me zortir bûye.
Dijminên me pir û xurt in.
Bêyî kurdan tu miletekî din nikanîbûye demeke hewqas dirêj, li hemberî hezên hewqas mezin û xurt raweste û liberxwe bide.
Kurd bi kêmanî ev 200 sal in ku ji bo azadî û serxwebûna xwe li hemberî 3 hûtên Rojhilata Navîn şer diikin.
Ev ne tiştekî hindik e, hêza me hew e, hew ji destê me tê.
Di dîroka nêz da li cîhanê tu hêzeke netewî û rizgarîxwaz bi qasî PKK-ê mezin û xurt nebûye.
Li cîhanê tu miletekî din, bi qasî kurdan hewqas fedekarî û qehremanî nekiriye...
Lê dîsa jî têr nake.
Em li hemberî sê dewletan şer dikin.
Hemû dewletên cîhanê, ji Emerîkayê, Rûsyayê, Cînê, Japonyayê bigre, heta bi 27 dewletên Yekîtiya Ewrûpayê, hemû jî li dijî serxwebûna me ne û ji bo ku em bindest bimînin piştgiriyê didin dijminên me.
Heger ne wiha bûya, yanî heger van dewlatan bi qasî ku alîkariya xirwatan, letan, boşnakan, arnawitan(Kosowa), makedoniyan û miletên din kirin, alîkariya me jî kiribûna nuh ji zûda em jî rizgar bûbûn.
Ma heger ne bi destûr û alîkariya Emerîkayê be tirk dikanin vî hukmî bikin?
Bêguman na, ev quretî û çavsoriya wan ya li hemberî me bi saya piştgiriya Emerîkayê ye.
Ev 27 sal in ku sê çar hezar keç û xortên kurd li hemberî artêşeke, hêzeke çekdar ya yekmilyonî şer dikin û naşikên!
Ez Îranê jî te nahesibînim…
Ma ev edalet e?
Li cîhanê heq, huqûq, edalet tuneye, hertişt zor, çavbirîn û menfeet e….
Lê kurd miletekî bi xurûr, bi heysiyet, înad û girêdayî nasnameya xwe ye. Dibê tu baş bizanibî ku tu hêz, tu tang, top û balafir nikane îradeya miletê kurd bişkîne ya jî teslîm bigre.
Miletê kurd zû dereng ewê zora van zaliman û hevalbendên wan bibe û miheqeq ewê bigihîje azadî û serxwebûna xwe.
Meraq neke, bêhêvî nebe, heta ji te tê bixebite û ne weste, ew roj ewê were….
Heta ku em ev kurd bin dîrok ewê tim tekerur bike
Ji sebebên têkçûnên serîhildanên kurdan yên do yek jî bêtifaqiya hêzên kurd yên netewî bû...
Mîrekî, şêxekî kurd li hemberî Dewleta Osmanî û dû ra jî li hemberî Komara Tirk serî hildida, mîrekî û şêxekî din jî ya li dij derdiket ya jî bêteref dima.
Ji ber ku ya li dijî serokê serîhildanê bû û ya jî hin kirin û gavên serîhildanê nedieciband. Loma jî piştgirî nedida serîhildanê, hêz û zanî xwe jî tevê nedikir, tevger ew xurttir û berfirehtir nedikir.
Û vê yekê jî tim feyde dida dewletê û zirar dida kurdan.
Îro jî li Kurdistana bakur pir hindik eynî çîrok û eynî şaşî dubare dibe.
Hinekan li hemberî dewleta tirk serîhildane, hinek jî ji dêlî ku vê tevgerê xurttir, rasttir û baştir bikin û bi uslûb û kirinên xwe li riyên hevkariyê bigerin, ya li dij in ya jî lê temaşe dikin.
Yanî çîroka do dubare dibe…
Hinek kurd li hemberî kêmasî û şaşiyên pêşeng û rêxistinên vê serîhildanê tim çarçav in, kêmasî û şaşiyan baş dibînin û bi lez û bez rexne dikin.
Lê li hemberî rastî, başî û serkeftinan jî tim kor in ya jî baş nabînin.
Û dema bibînin jî xwe kerr û lal dikin, rastiyê ji gel ra nabêjin, pê kêfxweş nabin.
Helbet ev şêla ne adil û terefgîr jî zirarê dide tevgera kurd ya netewî..
Çawa ku em îro bêtifaqiya kurdan weke sebebekî têkçûnên serîhildanên kurdan yên do dibînin, sibe, dîroknas ewê eynî tiştî ji bo vê serîhildana kurd ya îro jî bibêjin.
Lê wê demê jî bêyî ax û ofê ewê tu tiştekî din ji destê me neyê.
Artêşa tirk dîsa mayinê xwe bi leşkerê xwe da teqand
Li gorî çapemeniya tirk dinivîsîne, îro li navçeya Şemêzînana Culemêrgê di dema derbasbûna konwoyeke leşkerî da teqînek pêk hat û di encamê da 3 leşker mirin û 3 leşker jî birîndar bûn.
Çapemeniya xulam weke hertim bêyî ku belgeyekê nîşan bide dîsa manşeta "Xayin saldiri/êrîşa xayin" avêt!
Hîn sê roj berê serekerkanê Tirkiyê yê berê Işik Koşaner îtîraf kir ku wan bi şiklekî bêdûzan herdera Kurdistanê mayinkirine û heta nuha ev mayin bûne sebebên gelek mirinan.
Bi îhtîmaleke mezin ev mayin jî dîsa ya artêşa tirk e. Ne xwe wisa ne hêsaye ku meriv bikanibe riyeke mezin mayin bike.
Leyla Zanayê karekî pir baş kiriye
Parlamentera BDP-ê ya Amedê Leyla Zana, li ser êrîşên balafirên tirk ser Qendîlê û gerîlayên kurd ji serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul û Serokê Amerîkayê Barack Obama jî di nav da, ji gelek serokên dewletan re nameyek şandiye.
Leyla Zanayê di nameya xwe da gotiye:
"Ev erdnîgarîya ku li ber çavê hemû cîhanê ev dused sal in ku şer lê berdewam e, êdî aramiyê û aştiyê dixwaze. Dibê erdnîgariya Kurdistanê tu carî nebe Filîstîn. Tu carî nebe Sirî Lanka. Heke tiştekî wiha bibe, di nava gelan da ewê şerekî etnîkî derkeve. Ev yek jî ewê aştiya cîhanê û mîrovahîyê têxe nava bobelatekê. Hêvî û daxwaza min ew e ku hûn pêwîstîya xwe ya wijdanî bi cîh bînîn."
Teşebuseke pir baş e.
Lê esas dibê ne Leyla Zanayê tenê, hemû partî, komele û rêxistên kurdan yên meslekî û sivîl, hemû ronakbîr û serokên kurdan yên naskirî nameyeke wiha ji Obama, ji serokê Neteweyên Yekbûyî, Yji ekîtiya Ewrûpayê û ji hemû serok û rêxistinên cîhanê ra bişînin.
Bi dîtina min ji bo însiyatîveke wiha ne dereng e, dibê kurd di demeke kurt da dest bi xebateke wiha bikin.
Xebateke wiha îro ji şerê çekdarî gelkî bi tesîrtir e, dibê em yekê bibînin. Gerîlla şerê xwe dike, dibê ronakbîr û siaysetmedar jî karê xwe baş bikin.
Kurd ji zimanê xwe heznakin
Malpera Aknewsê, bi Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan ra li ser asîmîlasyonê û şêla kurdan ya di vî warî da hevpeyvîneke pir hêja kiriye.
Samî Tan, derbarê civata kurd, ronakbîr û siyasetmedarên kurd da tiştên pir rast dbêje. Samî Tan di hevpeyînê da dibêje kurd, zimanê kurdî ji bo zarokên xwe him weke xeter û him jî bêqîmet dibînin û loma jî fêrî zarokên xwe nakin., naxwazin bi zanîna kurdî pêşeroja zarokên xwe zahmetir bikin û belayê bînin serê zarokên xwe.
Tan dibêje, siyasetmedarên kurd herçiqasî bi devkî dibêjin ku, ew welatekî ku herkes bi zimanê xwe mezin bibe û bi zimanê xwe perwerdê bibîne dixwazin jî, lê di kûrahiya dilê xwe da bi vê yekê ne bawer e.
Tan rast dibêje.
Bi rastî jî kurd û bi taybetî jî ronakbîr û siyasetmedarên kurd ji kurdî hez nakin û loma jî ne bi kurdî fêr dibin û ne jî fêrî zarokên xwe dikin.
Û bi vê şêla xwe jî dibin alîkarê asîmîlasyonê.
Hevpeyvîneke pir baş e, hêjayî xwendinê ye.
Îradeya gelê Kurdistanê ji balafirên neyaran gelkî xurttir e
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji bo serxweşiya malbata şehîdên ku di erîşa balafirên tirk da hatin kuştin pêr çû bajarên Ranya û Qeladizê.
Mesûd Barzanî, berê çû serxweşiya malbata şehîd bûne û dû ra çû jî serdana penaberên Qendîlê.
Barzanî li wir axiftinek kir û got: “Bi me ne xweş e ku gundiyên me yên herêma Kurdistanê rojane ji ber şer aware dibin.”
Barzanî dû ra jî axaftina xwe wiha domand:
“Eger ev gelş bi vî rengî berdewam bike, em jî amade ne ku werin Binarê, Qendîlê, bila em jî wek we bi firoke û toppbaranan bibin qurbanî. Balafirên me nînin, lê îradeya xelkê Kurdistanê li hemberî wan gelekî xurttir e.”
Ev gotinên serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, gotinên serokekî mezin e û dîrokî ne û ji bo Tirkiyê û Îranê jî bersîveke wek şîrmaqekê ye...
Ji bo vê şêla netewî û mêrane ez birêz Mesûd Barzanî ji dil û can pîroz dikim. Bersîveke dîrokî daye neyarên miletê kurd.
Bi rastî jî îradeya gelê kurd ji hemû tanq, top û balafirên neyaran pir û pir mezintir e. Gava siyasetmedar û serokên kurdan biryardar bin, tu êrîş û balafir nikane vê îradeya miletê kurd bişkîne.
Ji xwe dîrok jî şahidê vê rastiyê ye...
Li alî din, ev gotinên seokê Herêma Kurdistana Federe, gelek derew û speklasyonên ku ji alî hin fêsad û xêrnexwazên kurdên başûr û Hukûmeta Herêma Kurdistanê va tên kirin jî pûç kir.
Loma jî vê şêla birêz Mesûd Barzanî, weke kurdekî ez pir û pir kêfxweş kirim...
Hukûmet dixwaze hemî kurdên bi xîret ji ber xwe da bixîne
Serdozgerê Cumhûriyetê yê Diyarbekirê derbarê parlamenterê BDP-ê yê Diyarbekirê Altan Tan da îdianameyek amade kiriye.
Di îdîanameyê da bi tuhmeta ji ber ku Altan Tan beşdarî sê çalakî û meşên cuda bûye û di wan meşan da “propagandaya rêxistinê kiriye, li dijî qanûna meşê derketiye û bi navê rêxistinê sûc kiriye” jê ra 23 sal û 6 meh cezayê girtîgehê tê xwestin.
Bala xwe bidin vê zulma nedîtî, him zarokên me dikujin û him jî ji bo ku em beşdarî cenazeyên wan dibin me ceza dikin!
Ji bo ku beşdarî cenazeyên zarokên nas, dost û hevalên xwe bûye û di van merasim û meşan da çend gotin kiriye, xwestina 23 sal û 6 meh ceza, ancax bi şan û şerefa dewleta tirk û edaleta vê rejima zorba dikeve.
Ev huqûq, ev edalet tam bi tirkan û bi dewleta wan dikeve. Bêyî dozgerekî tirk li cihânê tu dozgerekî din ji bo tevlêbûna merasimên cenazeyan û kirina du sê peyvên serxweşiyê cezayekî hewqas mezin, 23 sal û 6 meh hefs ji kesî ra naxwaze.
Bêedaletî, dînî, xavî û rekeorên wiha mezin tenê mexsûsî tirkan û edaleta dewleta wan e.
Çima cezayekî hewqas mezin?
Ma Altan mêr kuştiye, banqe şêlandiye, ji bo xistina hukûmetê rêxistin ava kiriye ku hûn jê ra 23 sal û 6 meh cezê dixwazin?
Esas tirk herî zêde êrîşê kîjan kurdî bikin, bizanibin ku ew merivekî baş e û kurdekî temam e....
Yanî heger dewletê, hukûmetê û heta tirkan jî ji kurdekî hez kir, dibê hûn bizanibin ku ew merivekî ne saxlem e.
Lê gava eksê wê bû, yanî tu tirkekî jê hez nekir, a wê demê bizanibin ku cewherê wî merivî paqij e û ew dîwarekî saxlem e.
AKP û bi taybetî Edogan li hemberî Altan Tan pir kîn û nefret e, dixwzin heyfa heyfa xwe jê bigrin.
Çimkî di hilbijartinan da Altan Tan, tam derba Erdogan û AKP-ê dayê, bû kelemê di çavê wan da.
Yek merivekî AKP-ê jî newêrîbû derketa hember Altan Tan, dizanîbûn ku Tan pariyekî ne li gorî devê wan e.
Tan û Erdogan hevalên hev yên kev in, hevûdu baş nas dikin.
Loma jî Tan, bi zimanê wan bi wan ra dipeyivî û hemû vir û sextekariyên wan eşkere dikir.
Loma jî dixwazin bi gef û tehdîdên wiha çavên wî bitirsînin û heger vê jî netîce neda, bi cezayekî giran ji ber xwe da bixînin.
Dewleta tirk ev e, dema tu kurd bî û doza kurdayetiyê bikî û weke hinekan nebî meriv û dostê wan, tavilê li meriv tên xezebê û hewil didin ku meriv ji ber xwe da bixînin.
Û di vî warî da jî li hemberî kurdan dadgeh, sîleha wan ya herî mezin e…
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...