Dewlet û Ol ji bo Mirovan ~ HAWARNET Nêrîn

8/8/11

Dewlet û rêxistinan jî di nav mirovan de dest pê kirin, bi amanca ku aramiyê, mafên xelkê û qanûnan biparêzin; û da ku ji bo pêşvexistina welêt û hevwelatiyan bibin xizmetkar.  Bi hêviya ku dewlet û olên cîhana me bibin yên ji bo mirovan.      
ŞAHÎNÊ BEKÎRÊ SOREKLÎ
Hawar Net
09 Tebax, 2011 Weşandin: 0612 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com



Min va gotina Albert Einstein (1879 -1955), gotina ku “Dewlet ji bo mirovan e, ne ku mirov ji bo dewletê” (Bi almanî: Der Staat ist für die Menschen und nicht die Menschen für den Staat) li ser dîwarekî avahiyeke bajarê Berlênê dît.  Gotineke bi wateyeke mezin e.  Di nav civateke bi şaristanî û erf û toreyên demokratî de hevwelatî berpirs û rêvebirên dewletê bo demekê hildibijêrin û ew berpirs û desthelatdaran 1:  li gor qanûnê û bendên rêvebiriyê desthelatdariya dewletê dikin; 2:  serpereştiya birêveçûna hemî dezgeh û ofîsên welêt dikin û 3:  wê bizavê dikin ku ji bo berjewendiya giştî ya hevwelatiyan û baştirkirina jiyana wan karê xwe bikin.  Bi gotineke din, wek Einstein dibêje, dewlet ji bo mirovan e, ne ku mirov ji bo dewletê.”

Bêyî guman Einstein dizanibû ew çi dibêje.  Recîma naziyan ya bi serokiya Hitler, li gel ku gellek xizmet ji bo gelê almanî kirin jî, hevwelatî kirin evdalê dewletê û serokê wê dewletê wek xudayekî li ser wan feriz kir.  Li Almanya ya bi serdariya Hitler dewlet bû wek makîneyekê û hevwelatî bûn êzingên birêvebirina wê makîneyê.  Ji aliyekî din ve, dewleta nazî kesên cihû, qereçî, komonîst û entellektuelên li dij dewletê, dû re hinek ji xiristiyanîperestan jî,  ji katagoriya “mirov” derxistin û ne tenê ew ji hemî mafan bêpar kirin, lê tunekirina wan bi şêweyên herî hovane kir yek ji amancên xwe.

Li dû şerê cîhanî yê 2yemîn gellek recîmên stemkar li cîhanê hatin ser karbidestiyê.  Hinekan ji wan jî mirov kirin êzingên dewletê, dewleta xwe.  Van dewletan, wek recîma nazî, di bin fermana serokekî de, û bi navê gel, ta’deyên mezin li hevwelatiyên xwe kirin, ew ji azadiyê bêpar hîştin, bi hezaran ji wan girtin, êşkence kirin û kujtin.  Hinek dewletan, li milê din, dîsa bi navê gel, û bi navê berjewendiya neteweyî, şer bi rê xistin û bi deh hezaran, sed hezaran, yan hîn bêhtir ji hevwelatiyên xwe û yên welatên din dan kujtin.  Hema şerê di navbera recîmên îraqî û îranî de bi bîr wîne, ku deh salan domand, bû egera mirin û seqetbûna bêhtir ji du milyon kesan, û ziyaneke bêhûde gîhand ekonomiya her du welatan.

Li hinek welatên ku mirov dikare wan îroj wek welatên bi şaristanî û erf û toreyên demokratî bihesibîne, çiqa kêmasiyên wan hebin û çiqa mirov nikaribe bibêje ew sed ji sedî bo “mirov” in jî, dewlet xwe li hember hevwelatiyê xwe berpirs dibîne.  Qe nebe hevwelatiyê bêtawan ji girtinê, êşkencekirinê, birçîbûnê û mirina li ser rê parastî ye; lêniherîna tenduristî, perwerdekirin, alîkariya sosyal, av û elektrîg ji bo hemî hevwelatiyan hatine misogerkirin.  Karbidestên van dewletan bi her awayî wê bizavê dikin ku xwe wek “xizmetkarên” hevwelatiyên xwe îspat bikin û razemendiya wan bi dest xin, çimkî dizanin ku bêyî razemendiya hevwelatiyan ew ê li dû hilbijartinên li pêş nema li ser karbidestiyê bin.  Qanûnên wan, her weha serdarên wan, ger ne her dem be jî, pirraniya caran mertalan didin pêş neheqiyên ji aliyên hêzdar ve li hevwelatiyan dibin.  Hema bûyerên meha çûyî yên li Brîtanya qewimîn wek nimûneyekê bide ber çav.  Ne dezgeheke bêhûdeye navneteweyî ya mîdyayê, News Limited, ne jî hinek kesên şûnbilind dikaribûn rê li wê yekê bigirin ku mafê malbateke telefona wê ji aliyê rojnameya News of the World ve hatibû şopandin bihêt binpêkirin.  Ne tenê rojnameya, ku yek ji kevntirîn rojnameyên Brîtanya bû, hat girtin; ne tenê kesên şûnbilind ji kar hatin avêtin, lê bo bicîhkirina adilmendiyê bi milyonan dolar hatin xerckirin; û pêlên li dû vê rûdanê bi rê ketinî hîn ranewestiyane.

Di nav 22 dewletên Ereban û bi dehan dewletên musilmanan de gelo mirov bikaribe çendan bibîne ku rast ew ji bo mirovan in, ne ku mirov ji bo wan?  Li pirraniya van dewletan tevahiya proseya desthelatdariyê bi dek û dolaban di rê de ye û di dest yek mirovî, yek komê, yan yek rêxistinê de ye.  Dewlet bi navê gel û bi navê berjewendiya neteweyî xwe li ser karbidestiyê dihêle, serok yan ta mirinê serok e, yan jî rêxistina wî wê bizavê dike ku bi tena xwe her li ser karbidestiyê bimîne.  Hevwelatî yan dihêt mêjîşuştin, yan devêşuştin; û mêjiyê nehêt şuştin dihêt rawestandin, devê nehêt şuştin dihêt girtin.  Belengazî, bêkarî, nezanî, îhanetkirin û bênerxkirina mirovî didomînin.  Li milê din, lêniherîna tenduristî, perwerdekirin û alîkariya sosyal ji bo hevwelatiyan ne misoger in, û heta bi avê û elektrîgê be bi şêweyeke rêk û pêk li her şûnê nînin.  Sextekarî, gendelî, leyiztina bi hilbijartinan û bazirganiya bi hestan û durişman didomin.  Dema mirov li dîroka van dewletan seyr dike aşkere dibe ku wan tiştek nedane mirovahiyê.  Ew û civatên wan bi pirranî her wek bikarhêner (mustehlik) dimînin, rola wan di proseya pêşkevtina teknolojî de nîne, ew di pêşxistina şarsitaniyê de bêyî rol in û hinek ji wan ji bilî ziyanê tiştekî nagihînin cîhanê û heta welatên xwe.  Di nav dewletên weha de pêşveçûn kêm cîh digire, li şûna ku gavên ber bi pêş bihên ranan gellek caran yên ber bi paş dihên ranan.  Demên weha pirraniya endamên civatên di bin siya dîrokê de manî di nav rewşeke janafer de bizava zindîmayînê dikin û hinek ji wan ligor xwe ji bo hêviya siberojeke baştir têdikoşin, bi encamê bêtir diêşin û dikişînin.  Hinekên din xwe bi tevahî, û ligor xwe, dispêrên Xwdedê.  Hinek ji endamên vê komê heye ku weha hest bikin Xwedê tenê yê wan û ola wan e, dê “bi destên wan bigire” (Ellahumme ice’el hum we emlakehum we ehfadehum xenîmeten lil-muslimîn…).  Hinekên din ê li welatên weha hebin ku wisa dizanibin mayîna wan û welatê wan bi saya yek mirovî ye:  Bijî Kiralê me, bijî Serokê me, bijî Îmamê me....  “Ellahû Ekber!” Xwedê yê mezntir e!  Yan:  “Bijî Serdarê me!”  Di bin durişmên weha de kesê ku berhema van desthelatdariyan e kêmasî, xwebiçûkdîtin û nexweşiyên xwe vedişêre.  Ew cîh, rewş û giraniya xwe di bin siya “Ellah,” yan “Serdarê” xwe, de dipejirîne.  “Ellahû Ekber” ji bo wî dibe perdeya xwelêpêçanê.  “Bijî Serdarê me” jê re dibe qulpekî xwepêmezinkirin û parastinê. 

Li welatekî ku tê de dewlet ji bo mirov e pêdivî bi wê yekê namîne ku mirov hemî kêmasî û şermezariya xwe di paş navê Xwedê de veşêre, yan hemî hêviyên xwe bi Wî ve girêbide, û ji bîr bike ku Xwedê ji mirovî dipê, bila berê bi xwe hespê xwe qewîn girêbide û dû re “tewekkelê” Xwedê bibe.  Pêdivî namîne ku mirov tenê Serdarekî wek hêviya ferecê bibîne, çimkî qanûn û dewlet wî û mafê wî diparêze, her demekê carê hilbijartinên hukûmet û serokekî nû cîh digirin....  Niherîneke li dîroka hezar salên par yên welatên Ewropayê vê yekê baş raber dike.  Mirovekî wek Martin Luther (1483 -1546), ku bi xwe keşe bû, hemî gendelî û nerindiya di nav civat û dewletên dema xwe de didîtin, û di heman demê de ji kêmasiyên karbidestiya olî (dînî) baş haydar bû, wî jî gotineke bi wateya gotina Einstein kiribû, ku “Ol (dîn) ji bo mirovan e, ne ku mirov ji bo olê.” 

Xwedê pêxember şandin, bi amanca ku mirovan têxin riya durist, da ku ji hev û din re qenc bin û ji nerindiyê bi dûr kevin.  Dewlet û rêxistinan jî di nav mirovan de dest pê kirin, bi amanca ku aramiyê, mafên xelkê û qanûnan biparêzin; û da ku ji bo pêşvexistina welêt û hevwelatiyan bibin xizmetkar.  Bi hêviya ku dewlet û olên cîhana me bibin yên ji bo mirovan

Dewlet û Ol ji bo Mirovan

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org