05 Tebax, 2011 Weşandin: 1056 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
Hukimeta AKPê qebiztiya guhartinê dijî. Tenê guhartina ku hatiye pêşxistin, şûna tereneya “Kurd nîne” (ku herkes dizane ku vê gotinê Tirkiye veguhertiye palyaço) pejirandina (ew jî weke hebûneke biyolojîk) hebûna Kurd de. Ji bo roja îro jî ti nirx û qîmeta vê yekê nîne. Ev yeke jî bibe bibe dikare weke lêgera xwe ji rewşa ruhî rizgarkirinê, were nirxandin. Ji derveyî vê ti wate îfade nake.
Rêberê me ev demeke, ji bo şanseke din jî bide aştiyê, pêvajoyeke nû daye destpêkirin. Gelek pêşketinên ku di tevahî raya giştî de deng vedane, hatin jiyîn. Di derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd a demokratîk aştiyane de, hatiye dîtin ku di tevahî Tirkiyê de hişyariyeke raya giştî ya cîdî heye. Piraniya civakê dixwaze pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk aştiyane çareser bibe. Eger mirov bala xwe bide ser, ev hişyarî tevî propexandayên şovenist, dij-Kurd û dij-PKKê jî hene û ji aliyê Rêberê me ve hatine pêşxistin. Rêberê me, bi taybet destnîşan kiriye ku divê demokratên radîkal di serî de, tevahî beşên demokratîk vê pêvajoyê pêşbixîn.
Ji aliyê me hemûyan ve dihat zanîn ku, wê rêveberiya dewletê vê pêvajoyê çavgirtî neşopîne. Xwediyên îqtîdarê ji bo vê pêvajoyê veguherin berjewendiyên xwe, dîsa ji bo tevgera me ji zemîna tasfiyê re veguherînin, kete nava hewleke pir xurt. Asta nîqaşên ku heya niha pêşketine, didane holê ku ji aliyê dewletê ve nêzîkatiyeke stratejîk tê nîşandan. Ango dixwazin vê pêvajoyê bizivirînin pêngaveke stratejîk a tasfiyekariyê. Dixwazin vê jî weke afirandina guhartineke êrênî nîşa raya giştî bidin. Lê ji derveyî hinde argumanên ku tên bikaranîn, ti guhartineke din nayên dîtin. Argumanên weke aştî, biratiya gelan, navênga aramê, dewlemendiya cûdahiyan û hwd, weke tiştekê ku nû hatiye keşîf kirin, tê nîşandan. Nexwe ev arguman nirxên me yên cewherî ne ku me xwe ji destpêka têkoşîna xwe heya niha, aniye ziman û me ji bo wê têkoşîn meşandiye. Wê demê li holê rewşeke cîdî ya durûtiyê heye. Rewşa dizitiyekê mijara gotinê ye. Bê guman ev têgeh ne dibin yekdestiya tu kesî de ne. Lê belê yên ku van têgehan bikar tînin, divê mafê van têgehan jî bidenê. Eşkereye ku hukimeta AKP mafê van têgehan nedê. Ew rewşa ku em jê re dibêjin durûtî û dizîtî jî ev e. Em bi awayekî pir zelal di nîqaşên rojane ku têne kirin de dibînin ku, bikaranîna van têgehan ve stratejiyeke inkargeriyê ku hatiye cîlakirin a nû xistine dewrê. Mudahelaya ku serfermandarê giştî ji pêvajoyê re kiriye û rêgeha (rota) ku nîqaş jê re tên kişandin, nîşandeka vê ya herî vekirî ye. Bi taybetî jî ew operasyonên herî dawiyê yên li ser DTPê hatine kirin jî, vê rewşê didane holê. Ango kûm/şewqe ketiye, keçel hatiye dîtin.
Divê ev neyê jibîrkirin ku heya guhartineke zîhniyet neyê jiyîn; çareseriya pirsgirêka Kurd negengaz e. Aliyê Kurd ev yeke pêkanî, lê, di vê mijarê de di Tirkiyê de dengegaziyek (ketum) tê jiyîn. Hukimeta AKPê qebiztiya guhartinê dijî. Tenê guhartina ku hatiye pêşxistin, şûna tereneya “Kurd nîne” (ku herkes dizane ku vê gotinê Tirkiye veguhertiye palyaço) pejirandina (ew jî weke hebûneke biyolojîk) hebûna Kurd de. Ji bo roja îro jî ti nirx û qîmeta vê yekê nîne. Ev yeke jî bibe bibe dikare weke lêgera xwe ji rewşa ruhî rizgarkirinê, were nirxandin. Ji derveyî vê ti wate îfade nake.
Yek jî ji hedefên herî girîng a vê stratejiya hukimeta AKPê, dibin navê mafên takekesî, weke vaye mafên Kurd jê re têne dayîn dayîna nîşan, tevahî mafên Kurd ku bi salan hatine qezenckirin xesp kirin û wan dîsa ji nû ve xistina pêvajoya tunekirinê ye. Di kombûna tevahî daxuyaniyên ku hatine dayîn de, pir hêsan, encameke wisa dikare were derxistin. Wiha dibêjin; “Hun dev ji Kurdatiya azad berdin, bibin ew Kurdê ku em dixwazin, em jî wê di berdêla van de hinde mafan ji we re bidin nas în”. Nêzîkatiya hukimeta AKPê ya çareseriyê ev e. Tevî bêserkeftina xwe ya 25 salan a, serokê fermandarê giştî di serî de, berdevkên Hêza Çekdar a Tirk (TSK) ji safsatayên xwe yên “heya terorîstê dawiyê bimre” ku berhema mejiyê tecmîd e, didomînin.
Pêşketinên ku dibin navê avêtina gavan tên jiyîn, wêdatirê nîşandeka eşkere ya “dewra inkar a bicîla”, ti wate nahilgire. Mînak, wê girtîgeha Amedê ku cihê êşkenceya herî mezin a di dîroka mirovahiyê de hatiye jiyîn e bigre û wê bixe dibistan ango wê di şûna wê de dibistan bê çêkirin. Ango bi awayekî pir vekirî ji Kurdan re dibijin “paşeroja xwe jibîr bike”. Lê, tişta ku ew nizanin ev e; di Kurdê azad de jibîrkirin “xiyanet e”. Ango, navê ew tişta ku dibin navê projeya çareseriyê de tê ferzkirin, dibe xiyanet. Ev heqareta herî mezin a ji Kurdan re bê kirin e. Heqareteke wisa jî tenê dikare bêhişiya xwediyê xwe, lê di heman demê de, niyata wî ya xerab dane holê. Ji xwe ev rewş, hinceta Kurd a têkoşînê ye.
Dîsa ji bo di hinde zanîngehan de Kurdî bibe mijara lêkolînê, wê enstîtu û kursî bêne vekirin. Wê navê wê jî bikin “enstîtuya zimanên ku dijîn”. Wê ji ber hesasiyetan bi taybet navê “Kurdî” neyê bikaranîn. Ma wê demê ji te napirsin; gelo ev çi parêz (perhîz), ev çi tirşuya kelemê ye? Heya zîhniyeta heyî ya zemîna siyasal “a-bizanist” şoven, nîjadparêz û asîmîlasyonparêz amade dike, heya zanîngehên ku Ergenekongerên qaşo profesor, bi navê doçent ên mejiyê wan û dilê wan reş (ku piraniya van ev bernavên xwe bi pere ji Komara Turkî kirîne) bidome, aşkereye ku wê nikaribin gaveke zanist-demokratîk biavêjin.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...