"Bihara Erebî" ket payîzê ~ HAWARNET Nêrîn

8/31/11

Dema bi encama xwepêşandanên li Tûnis serokomar Zeyneabidin Bin Elî karbidestî li şûn hîşt û reviya Erebistana Seûdî, û dû re li Misir, Lîbya, Behrên, Urdun û Sûriyeyê xwepêşandanên li dij karbidestiyê geş bûn gellek kesan matmayî û geşbîn li rewşê temaşe kirin û hêviyên mezin bi van “şoreşan” xistin....

ŞAHÎNÊ BEKÎRÊ SOREKLÎ
Hawar Net
01 Îlon, 2011 Weşandin: 0356 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com



.... Lê şoreş li welatên weha zû bi zû bi ser nakevin û li hinekan dibin egera rijandina xwînê û perîşaniya xelkê.

Ta salên 1960an jî înqîlabên leşgerî li hinekan ji van welatan dikaribûn cîh bigirin, lê karbidest bi rê ve fêrî dersan bûn û cîhgirtina înqîlabeke leşgerî, bi taybetî li dij karbidestiyên ku bi xwe bi rêya înqîlabekê hatibûn ser karbidestiyê, ji 1970yan û şûn ve dijwar bû.  Dema hêzên leşgerî li van welatan li paş karbidestiyê bin, yan bi tevahî di dest serok û rêxistina/komaa wî de bin, êdî dawîdana karbidestiyê nema hêsan e.  Wek me dît, li Tûnis û Misir dema serdariya leşgerî ji serokan re got, “dema we êdî bi seri bû, dest jê berdin,” serok neçar man hevsarê karbidestiyê ji dest berdin, lê li Lîbya, Behrên, Urdun û Sûriyeyê hevsarê serdariya hêzên leşgerî bi xwe di dest desthelatdaran û peyayên wan de bû, û ji lewre encamên li Tûnis û Misir hatinî holê li yên din cîh negirtin.  Li Urdun û Behrên rewş aram bû.  Li Lîbya tenê bi saya piştgiriya mezin ya NATO bû ku hêzên Qeddafî li dû dora 6 mehan û bi hezaran kujtî û brîndar, her weha ziyaneke aborî ya bêhûde û têkçûna gellek avahî û dezgehan, li hember yên muxalefetê şkestin, lê hîn jî “şoreş” bi tevahî bi ser neketiye.  Li Sûriyeyê, li dû nêzikî 6 mehan û bi hezaran kujtî, brîndar û penaber hîn çi şanên ku hevsarê hêzên leşgerî ji dest karbidestiyê derkeve li holê nîne.

Lê “serkevtina şoreşê” bi serê xwe di rastiyê de ne misogeriya serkevtina wê û birêkevtina qonaxeke xêr û bêrê, dewraneke azadiyê û demokrasiyê ye.  Ger em rewşa li Tûnis û Misir ya li dû têkçûna karbidestiya bi serdariya Zeynelabidin û Husnî Mubarek bidin pêş çavan, em ê bibînin ku şoreşa gellek kesan hêviyên mezin jê dikirin nîvçe ma û heye ku ber biavêje.  Destpêkê dema me “şoreş” digot, ber her kesî û her tiştî nifşê ciwan dihat pêş çavên me, ciwanên ta radeyekê ji siyasetê dûr û ne-organîzekirî, ciwanên ku digotin “bese êdî, em nema dikarin tehmûl bikin, me şêweyeke din ji jiyanê û karbidestiyê divêt.  Lê gelo li van welatan, û ta radeyekê li hemî welatên musilman, şoreşeke ciwanên ne-organîzekirî û bêyî îdyolojî bikaribe bi ser keve?  Bersîva vê pirsê yan “NA” ye, yan jî “GELLEKÎ DIJWAR E.”  Du kêşeyên herî mezin ev in:  1, Îslama siyasî û rêxistinên îslamê bi kar dihînin; û 2, rêxistinên/ komên ku mirov dikare wek “brayên mezin” bi nav bike; bo nimûne: rêxistina hêzên leşgerî, yan rêxistina ku bi dehan sal in li holê ye).  Ger em dîroka welatên Ewropayê bidin pêş çavan, em ê bibînin ku li wan welatan jî ta radeyekê weha bû, ta ku şoreşên gelêrî yên mezin, Şoreşa Fransî bo nimûne, cîh girtin, yan şerên bêhûde mezin bûn sedema mirin û perîşanbûna bi milyonan, ketina kiraltiyan û jinavçûna karbidestî û hêza olî.

Îslam


Cîhgrtina şoreşekê li gellek welatên musilman ne hêsan e, ger îslamî li dij bin û li dij bimînin.  Mirovekî bi îslama siyasî ya tundrê bawer weha dizane ku pêdivî bi rêbazan (destûran) niye, ji ber ku rêbaz (quran û hedîs) berê amade ye.  Baweriya wî bi hilbijartinên azad yên ligor sîstêma demokratî jî niye, ji ber ku ew vegera xîlafetê dixwaze.  Bi kurtî yên li vê tûtikê dixin di welatên musilman de her hebûne, û dê her hebin.  Ew îroj li Misir û Tûnis jî hene, çiqa xwe piçekî ragirtine jî.  Li welatekî wek Misir îslamiyên corbicor hene, ji koma mezin Ixwan-ul-Muslimînan (Braderên Musilman) yên îroj tew wek musilmanên lîberal dihên hesibandin, bigir ta selefiyan, ku di nav wan de şaxên bêhûde tundrê, ku ne amade ne heta destê xwe bidin jinê hene.  Li welatên weha, va bûn bi sedan sal ku îslamê xwe di jiyana xelkê de ji dûr ve, yan ji nêzik ve, daye çandin.  Li milê din, yên li dû polîtîzekirina (siyasîkirina) îslamê di dîroka îslamê de her hebûne û îroj jî hewl didine pêlên “Şoreşa Erebî” ber bi berjewendiya xwe bikişînin.  Nedizanim ger bala te xwendevanê hêja kişandibe, lê hinek caran, dema mirov li xwepêşandanên/çalakiyên Lîbyayê û Sûriyeyê temaşe dike peyva “tekbîr” dihêt guhan.  Heta di xwepêşandanên li derve de jî carine heye û min bi xwe dîtiya ku kesek, yan 2-3 kes, di nav xwepêşanderan de dihên û diçin û diqîrin:  TEKBÎR.  Bi peyva erebî “tekbîr” (mezinkirin) ew ji beşdaran dixwazin ku bibêjin:  Allahû Ekber.  Gotina “Allahû Ekber” (Allah Mezintir e) nema gotineke olî ye; ew êdî gotineke siyasî ye, durişma îslama siyasî ye.  Di van salên dawîn de îslamiyan her weha peyva “Allah” kirin yeke siyasî.  Ew li dij bikarhanîna peyva “Xwedê” bi zimanên din in.  Yanê bi înglizî be jî divêt mirov li şûna peyva înglizî “God” ya erebî “Allah” binivîsîne.  Bi gotineke din, “Allah” kirin Xudayekî bi serê xwe, ne Xwedêyê hemî olan û baweriyan.

Tirsa mezin ne ji karbidestiyeke li ser hîmên îslamê ye.  Karbidestiyeke li ser hîmên îslamê dikare yeke demokrat û ta radeyekê lîberal be jî, lê tirsa mezin ji îslama siyasî ya tundrê ye, komeke rêhişk ku bi derbasbûna demê re azadiya şexsî û şêweya jiyana mirovî bi tevahî kontrol dike.  Karbidestiyeke weha dikare xewna bi milyonan ciwanên ku hêvî dikirin azadiyê bêhn bikin, li kafêtêryayan bi hevalên xwe re, bi law û keç, danişin û qehweyê/çayê… bi hev re vexwin; bikaribin bi azadî rexneyan li dezgeh û karbidestan bigirin… ew xewna dê di bin recîmeke tundrê de dîsa têk biçe.

Ketina Yeketiya Sovyêtî ziyaneke gellekî mezin gîhand rêxistinên komonîst li seranserê cîhanê.  Wan rêxistinan dikaribûn ciwanan ber bi xwe bikişînin û li hember tundrêyên îslamî, yan komên kevneperest, berdêleke din bidin wan.  Bi çûna Yeketiya Sovyêtî û bêhêzbûna komonîstan li welatên musilman re, yên li holê bi hêz bûnî îslamî bûn (2-3 babetên ji wan).  Li milê din, li van welatan, heta li yên herî stemkar ji wan, tenê mizgeft bû ku tê de gotina li dij desthelatdariya dîktator dikaribû bihata kirin.  Li pêş yê birçî, yê bêhêz, yê bêhêvî mayî, yê weha hatî mêjîşuştin ku “tenê îslam dikare wî ji neyarên kafir azad bike û li dij wan bi ser xîne,” ji bilî xwegirêdana bi olê re tiştek nema.  Wek diyar e, heta bi xwepêşandanan be ji mizgeftan dest pê kirin.  Encam:  Xewna ciwanên azadîxwaz yên ne-organîzekirî û ne-siyasî dîsa ketin nav mij.

Wek hat gotin, bi destpêkirina “Bihara Erebî” re hêvî geş bûn.  Li hindir û derve bawerî ew bû ku nifşekî ciwan û ne siyasî êdî azadiyê dixwaze û dikare bêyî bikarhanîna zorê recîman bi dawî wîne, lê ne “şoreş” bi tevahî bêyî zor û xwîn man, ne jî guhertinên ji wan dihat hêvîkirin bi tevahî bi dest ketin, bi kêmasî ne ta nuha.  Bihar çû, havîn hat û ket payîzê, lê mijê li ser “şoreşan” hîn berdewam e, mixabin!  Li Misir, û ta radeyekê li Tûnis, hêza desthelatdar ya li holê her leşger dimîne.  Komên îslamî, li milê din, tektîk û tevdêrên corbicor bi kar dihînine da ku, ger ne bi carekê ve be jî, hêdî-hêdî hevsarê karbidestiyê bi dest xin.  Li Lîbya, ligel şanên serkevtina li dij Qeddafî jî, wêneyeke bi tevahî zelal hîn li holê niye.  Li Sûriyeyê çi şanên ku recîma desthelatdar ê bi hêsanî dest ji karbidestiyê berde ne xewan in.  Û li her şûnê yên dihên kujtin, girtin û perîşan dibin dîsa yên belengaz û hejar in.

Lê rê dê ji bo îslamiyan jî ne hêsan be.  Yên herî rêhişk ji wan dizanin ku piştgiriya xelkê bo rêxistineke wek El-Qaîde daket.  Bin Ladin hat kujtin, bêyî ku xwepêşandanên mezin cîh bigirin  û bidomin.  Recîma îslamî li Îranê nikaribû behuştê (cennetê) wîne ser erdê.  Li Îrana di bin desthelatdariya îslamî de bêkarî, belengazî, gendelî û “fahîşet” ji dema Şah bilinbdtir bû, ligor alîne muxalefetê.  Îslamiyên ku weha bawer in dewleteke bi rêveberiya îslamî dê wan li ser erdê têxîne behuştê xeyalperest in; gellek ji wan êdî bi xwe jî dizanin.

Kêşeya ciwanên şoreş bi rê xistin ew e ku ne kesên di komeke hevgirtî de organîzekirî ne, ne jî îdyolojiyeke ku ew hemî pê ve girêdayî bin heye.  Ger îslamî û leşger li holê nebûna heye ku bo wan fersend hebûya û heye ku li dû demeke bi reşebayan dagirtî aramiyeke siyasî û karbidestiyeke baştir bihata holê, lê mixabin ya li pêş çavan xuya ew e ku bihareke din ê bihêt û misogeriya ku ew wek “bihara şoreşê” bidomîne niye.  Heye ku serokek biçe û yekî din şûna wî bigire, lê guherandina bingehîn li van welatan ê dijwar û rêdirêj be.  Em hêvî bikin ku qe nebe rewş ji berê baştir bibe.  Em her weha hêvî bikin ku li welatên musilmanan jî rojekê ol û karbidestî, dîn û dewlet, ji hev veqetin û îslam bibe ola î’badetê, ne ya siyasetê.

"Bihara Erebî" ket payîzê

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org