10 Tîrmeh, 2011 Weşandin: 1611 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
Serxwebûna Kurdistanê û damezirandina dewleteka kurdî xewneka dêrîne û gelê kurd deriyayeka xuh û xwînê di rêka wêda daye, bi hezaran şehîdan canê xwe jêra gurî kiriye û bi hizaran genc û law di wê rêda birîndar û kêmendam bûne. Serxwebûn daxwaza bab û bapîran bûye û daxwaza gencên niha jiye, û eger niha pêk nehêt nifşê bihêt jî her dê daxwaza avakirina dewleteka kurdî ket, eve rastiyeke û di dilê her kurdekî da heye.
Çi kurdê baş yanjî kurdê caş, kurdê baş ya di dilê xweda dînte ser zimanê xwe û amadeye berjewendiya xwe jî di vê rêda gurî biket, belê kurdê caş ya dilê xwe nabêjît û berjewendiyên kesukî û berteng berçav diket, hindek kurd jî hene oldarin û bo wan beheşta berîn ji serxwebûna gel fertire!, yanjî hinde kurdên binav pêşvero bi baweriya xwe kosmupolîtî di hizirin û baweriya neteweyî liba wan paşveroyiye, lê ev herdu tuxmên dawiyê jî di kûratiya dilê xweda serxwebûna Kurdistanê di xwazin, belê ji ber hinde berjewendiyan yan çavlêkirinê rastiyê vedişêrin. Eve hizra mine û hîvîdarim eve hizreka rast bît. Dîsa bi baweriya min, gelek boçûn hene ku çewa kurd dê gehine vê armanca pîroz û kengî demê bangê wê daxwazêye yan kengî derfete? Di dîroka kurdan da gelek şoreş û serhildan rabûne, heta ragehandina komara Kurdistan li Mehabadê sala 1946-ê bi aşkirayî daxwazî serxwebûna Kurdistanê bûye, belê mixabin di şoreşên hevçerxda û part û rêkxistinên serdemê me ev daxwaza pîroz nahête aşkirakirin û delîveyên zêrîn jî dihêne ji destdan. Daxwazên utonomî û fedralî û heta konfîderalî dihêne daxwazkirin, û behsê serxwebûnê gelek bi şermînî dihête kirin. Her çende demê li salên 1960 ?tan kurdan daxwaza lamerkezî ji Bexdayê kirî, rijêma wî demî û şovênîstan tiştê ji destî hatî dijî kurdan bi karanîn, herwesa demê li salên 1970 ?ê yan daxwaza utonomî jî kirî, her hemû hêzên xwe bi karbirin. Gelo ma eger kurdan serxwebûn daxwazkirbaye rijêma Bexdayê ji napalim û kîmiya û enfalan zêdetir da li dijî kurdan çi bi karînît??
Sal û meh di bûrin û rewşa cîhanê dihête guhorîn û gelê kurd jî gelek hatiye guhorîn, belê mixabin hêşta siyaseta part û rêkxistinên Kurdistanî nehatîne guhorîn, hêşta çavê siyasetmedarên kurdan li derveye daku zilhêzên serdemî bêjine kurdan werin eve bo hewe dewlet!! Hêşta dilê xwe xweş diken, eger êkî gut kurdan mafê serxwebûnê heye!! Bo wan gelek mêraniye, eger ew bi tinê şiyan bêjin mafê kurdan jî heye bibine dewlet, belê neşên bêjin tiviya kurd bibine dewlet!! Gelo ma gunnehe ew bêjin eve mafê gelê meye û daxwaza me serxwebûne!!
Piştî me li sala 2003-ê delîveyeka zêrîn ji destdayî, hîngê kurdan rolekê giringtir hebû di kiriyara siyasî da li deverê û peywendî û piştevaniyeka pitir hebû di warê nêvdewletîda, hîngê li seranserê Îraqa erebî çu hêz nebûn li hemberî kurdan rawestin, hîngê peywendiyên Emerîkayê digel dewletên derdorî Kurdistanê têkçûyî bûn û dijatî di navbera ereban bi xwe da hebû. Hîngê hêşta gelê kurd yê rijid û dilgerim bû ji bo rizgariya Kurdistanê, çinku hêşta gendelî li Kurdistanê negeheştbû astekê tirsinak û eşkere weku niha. Mixabin roj bo rojê berê siyasetmedarên me ji pirsa serxwebûnê dûr diket û li cihê wê kevte avakirina Îraqê û bi hêzkirina wê, giriftên bingehên di Kurdistanê da çareser nekirin û mane li ber mirweta Bexdayê û li hîviya firyê gay, daku Kerkûk û deverên veqetandî bizivirineve ser herêmê, û destûrê ne pîrozê Îraqa erebî ji xwera kirine dermanê hemû derdan!! Siyasetmedarên desthelatdar kevtine danana pirojeyên bazirganî û xwe dewlemendkirinê, kompaniyên Îranî û Turkî bazarê Kurdistanê dagîrkiriye, û pêşkevtineka serve serve nîşadan û kiwalîte û berhemê navxoyî nehêlan. Peywendiyên civakî weku berê nehêlan û berjewendiya kesukî kire pîvan û kêşan, kurdatî û hestê neteweyî di nava gencanda bêy hêz û bêrêzkiriye, dabunerît û hunerê farisî û erebî û Turkî kirîne modêl û nîşana pêşkevtinê!! Lewa jî evro di vê rewşê da ez nabînim bangê ragehandina dewleta kurdî karekê di cihê xweda bît, belku debît em xwe ji serxwebûnêra amade bikeyin, yekem hizirubîrên xwe azad bikeyin û paşî Kurdistanê ji bo serxwebûnê ava bikeyin, daku bi karîn beramberî neyaran xwe ragirîn.
Bi dilxweşiyeka mezinve, peyama giropê dewletbûnê li Duhokê hate ragehandin, destxweşiyê li wan dilsozan dikem û di hême destên wan, û bi vê nivîsînê daxwaza endametiya vî giropeyê têkuşer dikem ku weku bab û bapîran gutî (mast û mast me serxwebûn divêt), hîviya min ewe ev girope: -
1- Bibîte hêvên bo komkirina hemû wan dilsozan yên ku di wêrin ya dilê xwe bêjin û berjewendiyên kesukî ne parêzin û çalak bît di nava gencanda li Kurdistanê û li nava revenda kurd li derve.
2- Bibîte hêzeka fişarê li ser part û rêkxistinên Kurdistanê, bi taybetî yên desthelatdar ku daxwaza serxwebûnê bikene dirûşim û armancên aşkira û nekevne bin karîgeriya wan rêkxistinan.
3- Bibîte hêzeka fişarê li ser hukmeta herêmê bo avakirina jêrxaneya Kurdistanê û danana stiratîjiyeka neteweyî ji bo amadekariya bingehekê aborî yê serbxwe, û zêdekirina berhemên navxoyî di hemû warên jiyanê da.
4- Bibîte hêzeka fişarê ku ragehandina kurdî rolekê giringtir bi bînît di berzkirina hizra neteweyî da û li dabunerît û çand û hunerê kurdî xwedan derkevît û pêşbêxît.
5- Bi awayekî aştî û serdemiyane dijî hemû corên gendeliyê li Kurdistanê xebatê biken û gendelkaran di civakê da riswa û şermizar biken.
6- Li dijî dirûşmê (kurd û ereb birane) rawestin û bêjin (kurd hemû milet birane, kurd dust û hevalên hemû gelane) û li gureyî vî dirûşmî helwîstî li hemberî her rûdanekê wergirin.
Erê eve barekê girane û xuh û xebat jêra divêt, belê armanceka pîroze û erkekê neteweye tiviya dilsozên kurd û Kurdistanê milên xwe bidene ber, ji bo paşerojeka geş û bextewer bo gelê kurd.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...