02 Tîrmeh, 2011 Weşandin: 0345 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
Di vê dema dawî de pirsa “dewleta serbixwe ya kurdî” careke din bû behseke giştî û babeteke germ a rojnamevaniyê. Di heman demê de bi bihîstina ragehandina dewleta “Başûrê
Sûdanê” careke din hestên kurdan germ bûn û pirseke wiha hat bîra wan: ji ber çi em jî na?! Di demekê de ku gotara “dewleta kurdî” rastî belayeke giran û demdirêj hatiye, hizr û
hesta me tije ye bi girêkên derûnî û hesta xwekêmdîtinê û di heman demê de derewkirinê jî ligel çarenivîsa xwe. Lewma tevahiya gotûbêj derbarê dewleta kurdî, ne li derveyî
gengeşeyên sade û bersivên çesipandî ne. Ji siyasetvanên xebatkar ên kevnar bigire heya ronakbîr û xwendekarên kurd di bersiva vê yekê de ji ber çi Kurd ne xwediyên dewleta
xwe ne û nikarin bibin dewlet, herdem sêlikeke amadekirî heye: sedem vedigere hinek faktorên realîst ku ez ê li vir qala wan bikim!
Faktorên realîst ên xapînok
Bila em bizanin kîjan in ew sedemên rêgir? Sedemê erdnîgarî ku Kurdistan ne li ser deryayê ye. Sedemê dîrokî, Kurd herdem hatine dagîrkirin û çavkaniyên serxwebûnê ne di bin
destê wan de ne. Sedemê olî ku bîr û baweriyeke kurdan a hevbeş heye ligel neteweyên serdest. Hoyê siyasî jî wek dorpêçkirina Kurdan ji aliyê dewletên herêmî ku bi rastî bi qasî
behane û hincet in, ewqasî sedem nînin. Bi raya min ev bersiv qasî ku destçêkera neyarên kurd e, ewqasî jî ne encama ramana kurdan bi xwe ye. Bextreşî jî di wê yekê de ye ku
Kurdan bawerî pê anîbûn vêga jî xwe qayîl kirine ku bersiveke ciddî û mantiqî ye. Lewma min ev bersiv weke derewa realîst binav kiriye, çimkî qasî ku realîzm tê de heye ku tu xwe
bixapînî û ligel çarenivîsa xwe û nifşê bê, derewan bikî.
Kozmopolitî û dilxelîna ji hizrê netewî
Gelek sal bûn ronakbîr û xwendekar û siyasetvanên me di bin bandora hizrê çep ê Sosyalîzmê dilê xwe ji hizrê netewî dixelandin bi behaneya ku hizrekî emperyalîst û nijadperestî
û paşketî ye. Di demekê de ku ev çîn hergav ne di bin bandora edebiyata çep a navnetewî de bûn, lê kopiya hizrê neteweyî yên faris û tirk û ereban bûn û bi zimanê raman û nivîsîn
û têgihiştina wan ji meseleyên çarenivîsî, lê baş bû piştî şikestina “bloka sosyalîzmê” li welatên Sovyet hejmareke zêde ya çepgiran dev ji van hizran berdan û hinekan badan bi
aliyê hizrê netewî û niştimaperwerî de. Ji alîkî dî ve jî hizr û bîr û baweriyên olî jî li jêr gotara biratiya navbeyna bawerdar û çarenivîsa hevbeş de, hizrê netewî û fikirîna bi çarenivîsa
serbixwe di dîroka bizava rizgarî ya gelê kurd de bipaş xist.
Lê piştî raperîn û şerê navxwe û vekirîna sînoran jî, careke din derbeyeke din li hizrê niştimanî yê Kurdistanî bi wê yekê tevahiya cîhangîrî û nemana sînoran û integrasyonbûna di
bazareke navnetewî de, piştre rewşenbîr û xwendekar û hunermendên me fitilîne ser nêrîna kozmopolitîk-hevwelatiyekî cîhanî- û dilê xwe ji meseleya netewe û niştimanê xwe
xelandin. Ji xênî ku ramana girêdana bi dewlet û sembolên kurdî ve ji ber şerê navxwe yê partiyên kurdî û di dawî de nebûna edaletî û wekheviya jiyana siyasî û civakî û aborî
derbeya dawî li hizra bawerkirina bi welat dan. Lewma em dibînin roj li pey rojê girêdana niştimanî lawaz û kiz dibe, nemaze gava siyasetvan û serkirde ti giringiyê nadin vê mijarê,
lê bêtir ji bo pêgeha partî û berjewendî û kursiyên xwe kar dikin.
Netewayetî weke hesteke kevnare lê hatiye, ji ber ku kesên ku sembola xebata rizgariya kurd bûn niha rasterast û vekirî yan sergirtî ev mesele danîne rexekî! Êdî cihê pirsiyarê ye
ku Kurd yek e ji wan gel û neteweyên ku hê jî tiştekî bi dest neketiye bi riya xebata netewî, lê hizra netewî û niştimanî li cem bûye peyveke kevnare û pir cûtî!
Nasyonalîzma berteng û giştî
Gava em qala dewleta kurdî dikin û divê sîfeta dewleta “Kurdî” di ser meseleya nijadî de be, yanî tenê `Kurd` yan `Kurdî` nebe bi wateya nijad, tenê olek jî serdest nebe, lê divê
sîfeteke plural ya olî û kultûrî û siyasî hebe. Lewma nasyonalîzm bi wateyeke berfireh û giştî ew e ku hizra niştimanî ya hevbeş û çarenivîsa bihev re girêdayî li ser bingeha bi
hevrejiyaneke rêzdar û hebûna mafan bi awayekî dadmend be; lewra gava em behsa dewleta kurdî ya serbixwe dikin, bi ti hawî nabe rêz li cudahî û firehiya civata Kurdistanî neyê
girtin û li berçav neyê girtin.
Çarçoveya Îraqê: Ne ku aştî lê hevrikiyeke demdirêj
Eşkere ye li Herêma Kurdistanê weke piraniya me dizane, piştî 2003ê kampanyayeke bi “Erebbûn” `ne ku Erebkirin` hate holê, ev jî ji ber vebûna bi rûyê Bexda û bajarên din de,
heya wê radeya ku tu li bajarê xwe û paytexta Herêma Kurdistanê bo çay yan xwarin yan kirîna cilan, divê ligel karkerekî ereb bi zimanê wî bipeyvî! Ev newekheviya etnîkî û zimanî
di navbera Kurd û Ereban de derdixe ku karker e û li vir kar dike û pêdiviya wî bi pere û hewandinê jî heye! Lê belê ewqasî jî piştrast e bi wê yekê ku Kurd Îraqî ne û zimanê dewletê
erebî serdest e, lewra Kurdek dive bi zimanê erebî pê re bipeyve!
Balkêş e ku yek ji wan “realîzmên derewîn” ew e eger Kurdistan cuda bibe, şerê navxwe derdikeve? Di demekê de ku berovajiya vê gotinê rast e, ji ber ku bi hevrebûneke bi kotekî
ligel Îraqeke tije kêşe û krîz, bê hebûna xwesteka serxwebûnê şîdetê dike, çimkî vîna bijartinê ya gelekî jê tê standin û dibe qurbanê ragirtina hevsengiya dewleteke binkeftî weke
Îraqê.
Êdî tiştê min dehif da bo nivîsîna vê babetê ew e ku pêdiviya me bi lêvegerîneke kûr di gotara “niştimanperwerî”, “netewe” û “netewayetî” û “dewleta Kurdî” de heye. Nabe herdem
Kurd behaneyan bo nebûna dewleta xwe bînin bi navê hokarên realîst, lê divê Kurd derbasî qonaxekê bibin ku ji vê dewletê re îş bikin, ew jî ne bi hilgirtina dirûşm û bangewaziyên
coşdar di medyayê de ye, lê fêmkirina koka dewletê weke awayekî din ê azadbûna mirovê kurd û di heman demê de weke corekî dî ji mafê xwe yê mirovatî. Lewma redkirina
ramana dewleta kurdî, lêdana li mafên nifşên dahatû!
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...