Kurd û ziman ~ HAWARNET Nêrîn

5/14/10

15 Gulan 2010


Ziman alava bihevkirinê ye. Mirov bi arava zimên hest, raman û daxwaziyên xwe diguhêze derdora xwe. Di jiyana mirovan de girîngiya zimên weka nan û avê ye. Ziman girîngiya xwe tenê ji alavbûyîna bihevkirinê nagire. Fonksiyona zimên ya siyasî, civakî, çandî û netewî jî herî kêm weka fonksiyona bihevkirinê girînge. Ji xalên netewetiyê ya yekemîn ziman e.

Dibe ku kincên netewekê û yên neteweke din yek bin. Dibe ku rengê netewekê û yê neteweke din yek be. Dibe ku baweriya netewekê û ya netewên din yek be. Lê zimanê her netewê cuda ye û her netew bi zimanê xwe ji neteweke din vediqete. Her netew bi zimanê xwe diaxive. Wekmînak Tirk bi Tirkî diaxivin, Ereb bi Erebî diaxivin, Faris bi Farisî diaxivin, Îngilîz bi Îngilîzî diaxivin. Ziman di heman demê de netewa gelê xwe jî diyar dike. Ji ber vê yekê, em dikarin bêjin ziman ji bo netewbûnê xwediyê roleke gelek girîng û mezin e. Kîjan gel li zimanê xwe xwedî dernekeve, dê tune bibe ji rûyê erdê. Lewra weka ku me li jor jî got, fonksiyonên zimên yên gelek girîng hene, heke ziman bimire ev fonksiyon jî pê re dimirin. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin ziman temînata serfiraziyê ye. Kî li zimanê xwe xwedî derkeve li hebûn û pêşeroja xwe jî xwedî derdikeve. Heya gelê Kurd bi zimanê xwe biaxive hêviya min dê ji pêşerojê neyê birîn.

Digel ku zimanê Kurdî di dîrokê de rasta rast nebûye zimanekî fermî û xwedî dewletek dirêj, digel ku hatiye qedexekirin û asîmîlasyonên dijwar li ser hatine li darxistin jî, em dikarin bi hêsanî bêjin zimanê Kurdî, di cîhanê de îro zimanekî bijartî ye. Bijartîbûna zimanê me her çiqas ji taybetiya wê ya fonetîk be jî, ev sedem bi tena serê xwe ne têrî pêşketina zimên e. Di vî warî de zimanê Kurdî deyndarî hinek kesên dildar û dilpak e. Wekmînak Seydayê me yê mezin Şêx Ehmedê Xanî, Melayê Cezerî, Feqiyê Teyran, Hecî Qadirê Koyî, Celadet Elî Bedirxan û hê gelek zanyarên Kurdan bi kedên xwe yên pîroz di warê zimên de xizmet kirine û him bi wêje û hunera xwe him jî bi xebatên rêzimanî ked dane vî zimanî. Zimanê Kurdî asta xwe ya îroyîn deyndarî van kesên bi rûmet e. Divê em ji hest û xebatên wan hayedar bin û li mîrata wan xwedî derkevin.

Îro ji bo me Kurdan li zimanê xwe xwedî derketin û bi zimanê xwe axaftin, ji hemû xebatan pîroztir e. Lewra her çiqas zimanê me zimanekî kevnar û dewlemend be jî, di şert û mercên îroyîn de di rewşeke xeternak de ye. Li Kurdistana bakur zarok û ciwanên nûgihaştî yên ku li bajaran dijîn bi pirranî bi Tirkî diaxivin û bi zimanê xwe nizanin. Li hember vê asîmîlasyona dijwar têkdiçin. Ev zarok û ciwanên me xwediyê siberoja me ne. Heke ew bi zimanê xwe nizanibin dê çawa li xwe û li hebûna netewa xwe xwedî derkevin. Her çiqas van zarok û ciwanên me xwedî hestên netewî bin jî, ji bo me Kurdan ev rewşeke xeternak e. Lewra bi mêjiyekî Tirkî, hestên Kurdî nayên jiyîn.

Mirov çiqas welatparêz dibe bila bibe, heke ji ziman û dîroka xwe bêagahî be wê welatparêziya wî bikêrî tiştekî nayê. Lewra welatparêziya wî ne welatparêziyeke xwezayî ye, welatparêziyeke îdeolojîk e. Kîjan Kurdê ku ji zimanê pê şengê xwe, ji zimanê bav û kalên xwe, ji wêje û jiyana bav û kalên xwe bêagahî be dê nikaribe xwe ji asîmîlasyonê bixelisîne. Heta êdî hewcekariya desthilatdaran bi asîmîlasyonê namîne, lewra ew Kurd êdî di nava otoasîmîlasyonekê de ye. Desthilatdaran karên xwe pirr xweş meşandin. Berê asîmîlasyoneke mezin û berfireh li ser Kurdan meşandin. Ev asîmîlasyon ne tenê di warê zimên de bikarhanîn. Dû re asta asîmîlasyonê sist kirin, êdî me dest bi asîmîlekirina xwe kir. Serqisê hê j îli bajarên Kurdan pirranî bi zarokên xwe re bi Tirkî diaxivin û weka wan dijîn. Ji bilî Kurdan kêm netew ewqas nakokiyan di nava xwe de distirîne. Çiye ev nakokî? Nakokî ev e; gelek netew hatin asîmîlekirin û diberxwe nedan ji bo çand û zimanê xwe. Ji ber vê yekê di nava pergala desthilatdaran de heliyan. Weka lazan. Di vir de tu nakokî tuneye lewra lazan ji ber kul i hember van asîmîlasyonan diberxwe nedan têkçûn. Lê di rewşa me Kurdan de nakokî heye. Ji dîroka Kurdan heya îro, Kurdan tu demê dev ji berxwedanê bernedane. Ji dîroka mirovahiyê heya îro erdnîgara me Kurdan erdnîgara xwîn û hêstiran e. Ji me hinekan bi desthilatdaran re hevkarî kiribe jî pirraniya me her tim di berxwe dane/dide. Lê mixabin van berxwedanana bi pirranî ne bi rêk û pêk bûne, hê jî ne bi rêk û pêkin. Lewra berxwedêrên me Kurdan hê jî bi Tirkî diberxwe didin. Ji bilî me di tu netewên din de ev rewş tuneye. Hûn nikarin ji min re mînaka yek çeçenî bidin ku bi orisî diaxive, hûn nikarin yek filistîniyekî ku bi ibrankî diaxive nîşan bidin. Gelo çima bi naaxivin. Lewra zanin ku pejirandina zimanê desthilatdaran pejirandina bindestiyê ye.

Em di sedsala bîst û yekan de ne. Me dema atom û fezayê jî li dû xwe hişt. Em ketin dema zanînê ango dema enformasyonê. Netewên cîhanê di warê teknîk û teknolojiyê de gelek pêşketin, dev ji mafê mirovan berdin, heta di warê mafê ajalan de jî gelek zagon derxistin (vêga li Ewrûpayê hinek kes ji bo derxistina zagonên mafê riwekan (nebat, bîtkî) dixebitin.) Lê yê me Kurdan dev ji mafê ajal û riwekan berdin hê mafên me yên mirovahiyê yên bîngehîn di bin zext û astengiyan de ne. Dewleta Tirk hê jî di polîtîkayên xwe yên ku ji dema avakirina komarê mane de xwedîbiryar e. Hê jî di ramanên xwe yên “yek ziman, yek ol, yek al, yek netew” ê de xwedîbiryar e. Ji ber vê polîtikaya wan ya qirêcî îro pirraniya Kurdên Meletî, Elezîz, Ezirgan, Erzirom, Sêwaz, Qers û “herêmên tampon”* Kurdeyatiya xwe wenda kirin. Niha li van bajaran yên ku nijadperestiya Tirkan dikin ne tenê Tirkin hezar û sed mixabin pirraniya Kurdên van herêman jî nijadperestiya Tirkan dikin. Van Kurdên me yên “herêmên tampon” berê zimanê xwe wenda kirin, dû re Kurdeyatiya xwe, dû re jî weka lazan ketin nava pergalê û entegre bûn.

Li zimanê xwe xwedî derketin ne tenê li hebûn û xîreta xwe xwedî derketine, di heman demê de li ola xwe jî xwedî derketin e. Lewra di Qur'an a pîroz de di sûre ya rûmê ayeta bîst û dudoyan de wiha dibêje “Afirandina erd û esîmanan, cîhêtiya ziman û rengên we ji ayetên wî ne” Di Qur"an a pîroz de ziman ji ayeteke xwedayê teala tê nîşandan. Ji ber vê yekê kî li zimanê xwe xwedî derkeve, li ayetên xwedayê teala jî xwedî derdikeve.

Li gorî min zimanê erdnîgarekê, ne tenê zimanê gelê wê erdnîgarê ye. Di heman demê de zimanê ajalên wê erdnîgarê ye jî, zimanê dar û ber ên wê, zimanê kevir û kuçikên wê ye jî. Li ba min zimanê kurdî ne tenê zimanê gelê Kurd e. Zimanê çêlek, mîh, bizin, dar, kevir û kêzikên Kurdistanê jî Kurdiye. Wekmînak hûn ji çêlekeke Amedê re bêjin “oha” dê nemeşe, divê hûn bêjin “weh” hûn ji mîheke Amedê re bêjin “hadî” di ji we fehm neke, divê hûn bêjin “herî” hûn ji bizineke Amedê re bêjin “yallah”dê fehm neke ji we divê hûn bêjin “çet”. Li ser çiyayên Kurdistanê çiqas binivîse “ne mutlu Türküm diyene”, “vatan bölünmez” bila binivîse, çiyayên me Kurmanc in bi Tirkî nizanin.

Ziman bi lêkolîn û xebatên akademîk pêşnakeve, bi axaftin, xwendin û nivîsînê pêşdikeve. Pêşketina zimên ne tenê pêşketina zimên e. Di heman demê de pêşketina civakî, çandî, netewî û siyasî ye jî. Ji ber vê yekê divê em girîngiyeke mezin bidin vî zimanê xweş û zelal.

* Herêmên tampon peyveke sosyolojîk e. Ji aliyê Mubeccel Kıray ve hatiye bikarhanîn. Tê wateya sînorên gelan yê bi sînorên gelê cîranan ve.

mihemedronahi@hotmail.com

Kurd û ziman

  • Weşanger: Anonymous
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org