Ji Tirkan merhamet payin ehmeqî ye!

Zinarê Xamo


Kurdekî bi navê ”Kerem Sehre Nuhî Sirnexî”, diyar e kurdekî sirnexî ye, di malpera xwe ya facê da serpêhatiyeke xwe ya bi hevalekî xwe yê tirkekî merasî ra wiha neqil kiriye:
”Hevalekî min ê tirkê merasî bi navê Emîn Korkmaz heye, ev 10 sal in em hevalên hev yê samîmî ne. Min jê ra qala bûyera panzêrê kir û xwest ew wan polîsan rexne bike, sêleke îslamî nîsan bide. Wek bersîv ji min ra gott:
”Ji zarokên miletekî ku ji bo bekaya(berdewamiya, mayina) dewletê ewladê xwe dikuje, payina merhametê ehmeqî ye.”
Kurdê me yê sirnexî matmayî maye. Efendim yekî misilman çawa dikane wiha bibêje?
Kurro yên welatên te îsxal kirine hemû misilman in.
Yên te wek mirîskan serjê dikin misilmanên ku eniya wan ji erdê ranabin.
Yên keçên me, xwiskên me revandin û ji xwe kirin kole û li bajaran firotin jî misilman in.
Heger gunehê misilmanan bi me bihata, em 30-40 milyon kurd nuha ne bindest bûn.
Tirkên misilman heta nuha serên bi hezaran mezin, axa, sêx, mîr, beg û serokên me jêkirine, bobelatên mezin anîne serê me.
Em ji xwe ra kirine kole û rêcberên xwe.
Zimanê me yasax kirine,
Bi qasî nufûsa me lesker, polîs û mahcirên xwe li welatê me bi cî kirine.
Navê welatê me li me yasax kirine, bi viya jî nehatine serî, gû bi me dane xwarin.
Lê me hîn jî kîn û nefreta tirkan ya li hembrî kurdan fêm nekiriye, em hîn ji wan merhametê dipên.
Ev xeyalake vala ye, gunehê tirkan tu carî bi me nayê.
Me hemû kurdan wek Lokman bikujin û bi erdê ra bisînin dîsa jî gunehê wan bi me nayê, dîsa ewê bibêjin “OXXX” çi bas bû…
Bêyî kurdan kîjan miletê din bûya nuha tirk nas kiribû, fêm kiribû bê tirk çi keftar in, çi nazîst in….
Exlaq, moral, etîk bi civata tirk ra nemaye, civet riziay ye. Lema jî însanên tirk pir zalim û bêujdan bûne, bêmerhamet bûne…
Di rojên giran da kî çi mal e derdikeve ortê
Însan di rojên giran da sexsiyet û qerekterê xwe yê rastîn nîsan dide.
Di rojên giran da diyar dibe kî berx e, kî beran e, kî camêr, egîd û mêr e, kî rezîl û pûlperstê li ber deriyê neyêr e.
Di rojên rehet û fireh da camêrî û mêranî rehet e.
Lê marîfet ew e ku meriv di rojên giran da, di rojên teng da însan û camêr be, xwe pîs neke, wek kevokên teqlebaz, teqle navêje.
Marîfet ew e ku di rojên giran da meriv dev ji hevaltiya gelê xwe û mezlûman bernede û nebe heval û abûqatê zaliman û îsxalkaran.
Gelek kesên do hêviyên gelê xwe bûn, serok û rêberên gelê xwe bûn, xwedêgiravî pêsengên azadî û serxwebûnê bûn, îro bûne zirnevan û abûqatên Erdogan û dewleta tirk…
Ji dêlî li ku dijî zulm û terora dewletê derkevin, cînaeytên dewleta tirk mahkûm bikin, kevir û kuçikan li PKKê dibarînin, mesûl û musebîbî her xerabiyê tenê PKKê dibînin.
Fena ku ev dewlet milyaket be jê ra qet tistekî nabêjin. Çi xerabî û sasî hebe ji PKKê ye.
Ji dewletê û hukûmetê ra nabêjin hûn çawa, bi çi heqî û li gorî kîjan qanûnê goristanên me xera dikin?
Heger hêzeke çep ya tirk li bajarekî tirkan, li Rîzeyê, Konyayê, li Sînopê tistên PKK dike, bikira, ma dewletê ewê ew bajar jî wek Cizîrê û Farqînê bida ber topan, ew bajar jî bisewitanda?
Gelê wî bajarî jî 9 rojan di hunduran da hefs bikira?
Kurdên hevalên dewletê, hevalên AKPê ji ber ku bûne havalên neyarên xwe bêûjdan bûne, rastiyê nabêjin, çavên wan tenê sasî û xerabiyên PKKê dibînin, lê ji yên dewletê ra kor, kerr û lal in…
Dewlet hebûna kurdan nas nake
Redkirina perwerdeya bi kurdî di esasê xwe da redkirina hebûna kurdan bi xwe ye.
Yanî înkara miletê kurd e.
Tirk, bi redkirina perwerdeya bi kurdî hebûna kurdan jî qebûl nakin, dibêjin miletekî bi navê kurd tuneye.
Ji ber ku miletekî bi navê kurd tuneye, lema zimanekî bi navê kurdî jî tuneye.
Lema jî em qebûl nakin zarokên we bi zimanê miltekî tune perwerde bibin.
Heta ji dewleta tirk tê bira bibêje ez hebûna kurdan qebûl dikim, ev rast e, vir e, demagojî ye.
Dewleta, hukûmeta hebûna kurdan qebûl bike, ewê perwerdeya bi kurdî jî qebûl bike, ewê perwerdeya bi kurdî li zarokên kurdan yasax neke.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...