13 Tîrmeh, 2011 Weşandin:0421 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com

Lawê Fehmî Begê Pêçarê Mele Hîdayet digot: ´Dema surguna Fehmiyê Bîlal qediya û hat Diyarbekir, mala me li pişta Hemama Çardaxî bû. Hewşa mezin û şaneşîna eywana me timî sî û hênik bû. Fehmiyê Bîlal dihat cem bavê min û heya derengê şevê suhbet dikirin. Fehmî Bîlal yekî dirêjê, lewend û henekvan bû. Hevokên wî nukteyî bûn. Zimanekî wî yê şîrîn hebû û gotinxweş bû. Pirrê wî behsa kurd û Kurdistan û dîrok wê dikirin. Behsa xwe zêde nedikirin. Lê carna ku meriv jê bipirsiya bersiva meriv xweş dida. Tê bîra min şevekê bavê min Îsparta jê pirsî. Wî jî behsa surguna xwe û Îspartayê wisa kir. Got:´
“Dema ez penabirê Spartayê kirim, ez gihîştim wir, ewil ez çûm serdana Bediuzeman Saîdê Kurdî. Dewletê ew li gundekî nêzî Eğrîdirê danîbûn û pawanên dewletê, yanê cendirme li pêş deriyê wî hebûn. Tenê di nava sînorên wî gundî de karibû derê. Here kanî, pişta zeviyên gund û... Lê dema ji mal derketa jî, cendirmeyên pawanan ew ji dûr dişopandin. Dema ez gihîştim pêş mala wî, pawanan nehîştin ez herim cem. Min ji pawanan re got, hey hûn nahêlin ez wî bibînim. Heke qabil be, ji kerema xwe agahdarî bidin, bibêjin Fehmiyê Bîlal hatiye li te dipirse... Qe ne bila ji hatina min haydar bibe. Pawan jî nemerdî nekir û çû agahî da Mela Saîd.
“Wele min dît Mela Said derket hat. Pirr bi kêf hat. Ez hemêz kirim û me xweşî da hev. Ez girtim birim mala xwe. Zanî ku ez jî fena wî penabir kirime, got:
“Te jî surgun kirin Fehmî?
Min got:
“Belê wele Seyda. Çend sal in ez ji Başûrê Kurdistanê, ji Silêmaniyê vegeriyame, niha jî ez surgunê vir kirim...”
“Ez li Eğrîdir bûm, ew jî li gundekî nêzî navçeyê bû. (Wî navê gund gotibû, lê min ji bîr kiriye.) Piştî wê hevdîtinê, hima min firsend bidîta ez diçûm gund cem. Me bi saetan kurmancî suhbet dikir. Digot: ´Xwedê te ji min re şandiye... Li vê biyaniyê kes tune bû ez çar gotin kurmancî pê re qise bikim. Hindik mabû ez zimanê bav û bapîrên xwe ji bîr bikim... Tiştekî din, ez xemgînim ku li van surgunan ez nikarim tiştên di hiş de, bi zimanê biyaniyan vebêjim. Heke firsend hebuya, min ê bi zimanê xwe baştirîn û çêtirîn ders bidaya...´
Wexta ez çûm wir, feqiyên Mela Saîd hebûn. Di wê çûndin û hatinê de feqiyên wî jî ez nas kiribûm. Carekê li pişta gundê ku Seyda lê dima, ew û feqiyên wî, ez jî çûm. Mela Saîd zêde bi min va mijûl dibû û hurmeta min digirt. Vê bala şagirdên wî kişandibû... Dûre nas kirin ez nimêj jî nakim. Ji wan şagirdan yekî, li pêş min ji Mele Saîd pirsî:
“Seyda, Fehmiyê dostê te limêj nake... Qey kurdê file ye?”
Mela Saîd bi bişirîneke şîrîn ewil zivirî li min, dûre bi ser koma şagirdan de zivirî û bi ruyê li ser ken ji feqiyên xwe re got:
“Fehmî li Stenbolê zanîngeh xwendiye... Çend zimanan dizane... Li Diyarbekir parêzerî dikir. Dibêje: “Ez ne azad im... Em kurd di statuya (rewşa) beniyan (koleyan) de ne. Dema meriv di rewşa beniyan de be, ruknên îslamê li ser meriv ferz nîn in... Di seferê de meriv kare îbadetê neke... Dewletê em kirine benî... Îbadeta beniyan qebûl nabe... Wexta meriv ne azad, li sirgunan be, îtaetkirn ferz nîn e...”
Feqiyên wî jê pirsîn:
“Rastî wisa ye?”
Mela Saîd got:
“Wisa ye ne wisa ye, Fehmî dizane...”
“Ji wê rojê û pêve, feqiyên wî ji min re bi rêz bûn. Fena dostekî ji min re rêzgir bûn...
Ew li gund, ez li navçeyê bûm. Lê têkiliyên me xurt bûn. Wî kar nedikirin... Feqiyên wî jê re xwarin dibirin mal. Ji xwe Mela Saîd xwarin nexwara jî, Xwedê alîkarê wî bû, dijiyan... Yê min zarûk hebûn, divêya ez kar bikim, li zarûkan miqate bim. Ez karibûm parêzerî bikim, erzûhalan binivisînim. Lê ji bona min terbiye bikin, dewletê ji min re qedexe kiribûn. Ji bêçaretiyê min êrxatî, rêncberî dikirin. Mehsika min a rezbirînê, mera kolanê, bivirê êzingan, çakûç û şaqola dîwaran, çi ser te bêşînim, aletên kar, hemî hebûn. Dema birîn û pêçana rezan ez diçûm min rezên xelkê dibirîn, dipêçan û pişt re jî dikolan. Havînê min karên havîngeh, fena paleyî, gêle dikirin. Payizê min êzing ji xelkê re dibirîn. Zivistan tiştekî din... Rezîlî bû, lê ez mecbûr bûm... Dewletê ezyet bi min didan kişandin, îşkence dikirin...”
Digot: “Dersa kurê min Zerdûş ya îngilî nebaş bû. Rojekî ez ji xebatê, nava rez dihatim. Cilên rêncberan li min bûn. Dasa min di ber pişta min de, li ser rê, ez rastî mamosteyê Zerdûş hatim. Ez wî nas dikim, ew min nas nake. Min silav lê da û jê re got:
“Xoce efendî, dersa kurê min ya îngilîzî nebaş e. Haya te jê heye?”
Mamosteyê Zerdûş bi awirên nexweş li êrxatiya min, cilên min, dasa ber pişta, destên min yên terikî, riha nekurkirî nêrî û got:
“Navê kurê te çi ye?”
“Navê wî Zerdûş Firat e.”
Bi awayekê bê wêje got:
“Tu ji çi îngilîzî seh dikî, moroq?”
Devoka îngilîziya Îngilîstanê ez li Silêmaniyê ji îngilîzan fêr bûbûm. Min rasta rast dest pê kir û bi îngilîziya Îngilîstanê pê re qise kir. Mamosteyê Zerdûş şaş, heyirî ma... Hindik ma dev li tiliyên xwe bike... Pê re awirên wî guherîn û got:
“Apo, tu vê îngilîziyê ji ku fêr buyî?”
Min got:
“Dev jê berde ez ji ku fêr bûme, tu dersa zarûkan baş didî an kurê min bala xwe nade dersê?...”
Dotira rojê Zerdûş ji dibîstanê hat û ji min pirsî:
“Bavo te mamosteyê min li ku dît? Ji min pirsî:”
“Hun bi eslê xwe ji ku ne?”
Min got:
“Em diyarbekirî ne.”
Got:
“Hûn hatine vir çi?”
Min got:
“Em surgunî ne.”
Got:
“Hûn axa ne, gundên we hene?”
Min got:
“Gundê Îban yê me bû, dewletê ji me stend...”
“Bavê te li Diyarbekir çi dikirin?”
Min got:
“Parêzerî dikirin.”
Got:
“Bavê te çend zimanan dizane?”
Min got:
“Sê devokên kurdî, kurmancî, kirdkî û soranî. Li Stenbol, Qahîro, Şam û gelekî ciyên din maye. Bavê min zimanê biyaniyan erebî, fransî, farisî û îngilîzî dizane. Xwest li vir parêzerî bike, dewletê jê re qedexe kiriye. Ji bona me bide xwendin, niha êrxatî, rêncberî dike...”
Got:
Kalikê te çi dikirin?”
Min go:
“Kalikê min di artêşa Osmanî de qumandar bû.”
Fehmî digot: ´Piştî vê qisekirina Zerdûş, ew şev ez ranezam...´ Vê komara qorsan, afat, bobelat anîn serê me...´
Baweriya apê Fehmî bi dînan tune bû. Digot: ´Ez bendeyê Xwedê me...´
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...