"Emê ji teyarê dakevin û li hespê siwar bin" ~ HAWARNET Nêrîn

9/29/15

Sirac Kirici Nêrîn
...............................................................................
"Emê ji teyarê dakevin û li hespê siwar bin"

Ev demeke ji sedema civîna mecilisa PAKê  ez li Kurdistanê bum. Di nabêna Amed û Weranşahrê de çûm û hatim.






Sîrac Kirici
29 Îlon, 2015


Ji herdu bajaran ji pir hezdikim. Yek paytaxta Kurdistanê, ya din ji paytaxta zarokantiya min e. Hezkirina herdu bajaran ji di dilê min de cihekî ku tarifa wê nayê kirin digre.

Şert û mercên ev herdû bajaran çi dibe bila bibe li herdû başaran ji hizurê dibinim.

Hevalê min Şukri hatibû pêşwaziya min...Li balefirgeha Îstanbulê bi tesadufî ez rastî Kasim xoce bum.

Di vê germa payiza ku wek rojên havînê ye şofêrê taxsiyê ji balefirgehê berbi bajêr dajo. Ji sedema xetmandina trafikê şofêrê taxsiyê berê xwe da kolanên teng. Salên 90î hat bira min. Kolanên Amedê herdem li hemberî zilmê û neheqiyê serî hildaye.

Şofêrê  me ji kolanên teng wek bruskê berbî taxa ofisê dajo.  Kasim Ergun û Şukrî Kahramaner behsa biraninên xwe yên salên dijwar dikin. Li kolanên Amedê wê seetê kes tunebû, bêdeng bû. Bêdengiyek ku wek itirazek bi halê xwe dikir hebû.

Şofêrê me ji kolanên teng berê xwe da riya Elîparê. Li ser rê cuyin û hatina Toma, panzer û polis nîşana rewşeka awarte bû. Destê sibê û me hin taştiya xwe nekiribû. Ji bo cihê taştiyê du cih hebûn Ji bo cihê taştiyê di nabêna me de danustendinek çêbû taliyê me biryara cihê ku nêzi Apê Şêx kir. Pişti taştiyê em pê hesyan ku li cihê din 3 polis birindar bubun û ”garsonek”  şehit ketibû. Bi gotina Şukrî ”ji dilê min dihat ku em li wir çorbak bixwin.”

Şer, rojên awerte bi xwe  re pêkenokan çêdike...Em çûn cem apê şêx (Xezurê Şûkrî, bavê  hevalê me Rojwan, Leyla, Nazdar û Necip) me çayek wî vexwar pêşwaziyek germ û sohbetek li ser rewşa Amed û Kurdistanê kir...Bi wê kurdiya xwe ya xweş û zimanekî herikbar behsa Farqinî, Amed û Kurdistanê kir...Piştre em pê hesyan ku li cihê ku Şukri dixwest çorbe bide me ew buyera çêbûye.Li kolanên ku her cure evin hatiye jiyandin tirsa insanan ji mirinê tuneye...”Emê şehidê yekem yê PAKê bûna” Şehidek ku bi derbeka sergêj wek ”garsonê” kurd bûna.

Şukrî min bir mala Ramazan. Li ser rê min merqa dikir ewê ”Xweseriya Demokratik” rengê xwe çawa nişan bide. 80 parlementer,%13 deng û bi sedan şaredarî. Pişti bihn vedanekê ez û Ramazan Kahramaner me berê xwe da navenda PAKê...Li ser rê bala min li ser jiyana rojane bû. Bê taxa Surê bajar bêdeng bû. Bedengiyek ku li benda bahozek ku ev deskevtiyan bi xwe re bibe.

Di vê serdana xwe de ez bi gelek kesan re peyivim... ji HDP heta parti û rêxistinên din peyvek bala min kişand..

”Emê ji teyarê dakevin û li hespê siwar bin”

Ev gotina di nav xwe de felsefak dihewine..

Bê şik herkes behsa zilm û êrişkariya dewletê dikir. Dimenên li Cizirê agir bi dilê mirovan dixist... Li hemberi peyva  ”rê nadin ku em miriyên xwe veşêrin, miryên me di selecan de ye”

Tevizi bi canê mirovan digirt. Li hemberî wê dimenê Hêsrir ji ber xwe fedidikir.Ji avabuyina komara Tirkyeyê heta vê gavê rêbazên dewletê her bi vî rengî buye.

Dewlet dikuje

Dewlet rê nade ku em miriyên xwe  veşêrin

Dewlet davêje zîndanan

Bi dehan teyare ax û warhehên kurda bombebaran dike.

Em çi dikin?

Di vê gera xwe de min bersiva vê pirsê meraq dikir...Bi vê meraqê min berê xwe da paytaxta zarokantiya xwe. Hin di destpêka riya Amed û Weranşehrê de ”torbên Qumê”, panzer û eskerên dest li ser ”tetikan” bala mirovan dikşand. Polis û eskerên ku li paş torbên qumê di kozikan de disekinin bi şik bun...

Wexta ez li wir bum civina serokê Şarederiya Weranşehrê û parlementeran qedexe bû..Tenê ne ew civina, belavok, xwepêşandan, miting û bi gotina mamoste  Fahri hemû ”çalekî” ji ji aliyê dewletê hatibû qedexekirin.

Beşdarî pir hindik bû...Di rojên ferhiyê de yên bi qeflel qefle dihatin meydanan û ji çepikan hezdikirin ne li wir bun. Disa barê welatparêzî, li hêjayan xwedi derketin li ser pişta qadro û kesên bê berjewendi siyasetê dikirin mabû. Li taxa jor xortên 15, 18 salî bê ku haya wan ji hin tiştan heye li gor ”Xweseriya Demokratik” singa xwe didan ber erişa dewletê.

Di nav kurda de ji du ditin hene:

Ditina ”ideolojiya fermî” û ditina şexsî. Ditina fermî  ”heval baş dikin” Pşti sohbetek ev ci hale ji bo çi em  ”di saha dewletê de siyasetê dikin” Hendek çi ye? Wexta hun hendekan ava dikin dibê hun gel tenê nehêlin û nebin sedema kuştin û perişaniya însanan.

Ilana ”Xweseriya Demokratik” dibê bi vî rengî û bi vî rêbazi neba.

Erdogan har bûye

Dewlet erişkar bûye...

Dibê li hemberî kuştin û êrişkariya dewletê stratejiya me ne ”hendek” û ev rêbazana be. Pişti hewqas deskeftiyan em rêbazên maqul hilbijêrin...Li Amed û Weranşehr esnaf, karker, karmend û millet perişane. Aborî  têk çûye.

Sedem ki ye? Dewlet e...Sucê PKKê di vê perişaniyê qet tune ye?

Dibê siyasetmedar neyên listika dewletê. Maqul bin. Tişek bala min pir dikşine.

HDP beşdari hilbijartinan dibe, PKK ”xweseriya demokratik” îlan dike.

Ya siyaseta HDPê çewte ya ji ya PKKê.

Heyfe di gelek bajar û navçeyan de şaredarî di destê kurdan de ye. Di siyaseta sivil de gelek qadro gihiştine...Şaredari bingeha dewletê ye...Siyaseta kurdan guhertinê dixwaze.  Ev guhertin zorê dide jiyana rojane. Edi dem ne dema salên 90î ye her tişt şefaf û vekiriye. Wexta mirov mulaqat û daxuyaniyên Duran Kalkan û yên xwediyê gotina ”polyana” bi siyasetmedarên sivil tine ber hev pêvajoya hilweşandina sovyetê tê bira mirovan.

Li alikî Çernenko û Andrepov

Li aliyê din Salhaddin Demirtaş û siyasetmedarên sivil...

Siyaseta Kurdistanê rojek berê guhertinê dixwaze êdi dem dema serok û reberên nujen e. Nujeniyek ku tê de rêbazên sivil,tekoşinek meşru û aramiyê dihewine.

Dibê PKK rê bide qadroyên xwe yên sivil û demokratik. Di hendek û rêbazên tundiyê de israr ewê bibe sedema wendakirina gelek destkevtiyan. Wer bidome  ”dev ji teyarê berdin  emê ji hespê siwarî kerê bin”
.

"Emê ji teyarê dakevin û li hespê siwar bin"

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org