Polîtîkayên Tirkiyeyê û êrîşên li ser Şêxmeqsud
Ji komên ku ev du rojin êrîşî kurdên Şêxmeqsud dikin, berpirsyarê koma çekdar a bi navê Nureddîn Zengî Şêx Tewfîq Silêman di 9’ê Nîsana 2015’an de ji ANHA’yê re axivîbû û gotibû, “Hin tabûr û komikên ku êrîşî gelê Kurd, nûnertiya şoreşa Sûriyeyê nakin. Gelê Kurd parçeyekî sereke ji şoreşa Sûriyeyê ye.” Lê gelo niha çima êrîş dikin?

Foruma Hevbeş


Li derdora taxa Şêxmeqsud a Helebê ku piraniya şêniyên wê kurd in, ev du rojin komên çeteyan ên Cephet El-Nusra, Ehrar El-Şam û tabûrên Nûreddîn El-Zengî di roja yekemîn a Cejna Qurbanê (duh) de, êrîşan pêk tînin. YPG jî bersiv dide û pevçûn hîn jî cîh bi cîh didomin.
Balkêş e ku ji van koman a bi navê Nureddîn Zengî demek beriya niha, bi îdîaya ew jî perçeyek şoreşa Suriyeyê ne û kurdan jî wisa dibînin, lewre dê bihevre kar bikin tevdigeriya. Berpirsyarê komê Şêx Tewfîq Silêman jî di 9’ê Nîsana 2015’an de ji ANHA’yê re axivîbû û gelek nirxandin kiribûn. Lê gotinên wî yên herî balkêş ev bûn: “Divê em bi taybet birayên xwe yên Kurd spas bikin û ji wan re bêjin, êrîşên ji aliyê hin tabûr û komikan li dijî gelê Kurd pêk hatine, nûnertiya şoreşa Sûriyeyê nakin. Gelê Kurd parçeyekî sereke ji şoreşa Sûriyeyê ye. Her wiha eger hin aliyên kurdî jî şaştî kiribin, em li ser gelê Kurd hesab nakin. Em miletek in û bi yek destî li ser heman riyê têdikoşin û înşallah armanca me jî yek e.”
Çima guherî?
Baş e di demeke ku li ser çareseriya pirsgirêka Suriyeyê hêzên navnetewî û herêmî ketine nava hewldanên cuda û di vê çarçoveyê de peyam tên dayîn de, çima ev êrîş pêk hatin û van koman helwesta xwe guhert. Hesabên kê têk çûne? Dema geşedanên dawî li ber çavan bêne girti, bersiva van pirsan jî derdikeve holê.
Komên êrîş dikin
Ger ku ji komên êrîşkar bê destpêkirin, dê mijar hîn baştir zelal bibe. El-Nusra wekî El-Qaîdeya Suriyeyê tê zanîn, lê piştî ku wekî “rêxistina terorîst” hate îlankirin, hinekê xwe daye paş. Lewre koma bi navê Ehrar El-Şam wekî baskê esasî yê El-Qaîdeyê tê nirxandin. Li gorî hinek nirxandinên di çapemeniya ereban de hatine kirin, ev kom di sala 2011’an de ji malzaroka (rahim) El-Qaîde çêbûye, lê avakirin û destekkirina wê ji aliyê Tirkiyeyê ve çêbuye. Di nûçeyek rojnameya El-Ereb ku navenda wê li Londonê ye de tê gotin ku Serokê Ehrar El-Şam Ebu Yehya El-Hemwî ji aliyê MÎT’a Tirkiyeyê ve wekî berpirsyarê komê hatiye erkdarkirin.
Koma bi navê Nureddîn El-Zengî jî, komeke biçûk û girêdayî Ehrar El-Şam tevdigere. Dewleta Tirkiyeyê Nureddîn Mehmud Zengî wekî Tirk qebûl dike. Wekî ku ji navê kome jî tê fêmkirin endamên vê komê jî xwe wekî Tirk di hesibînin. Lewre xwedî stratejiyek diyar nîn in û li gorî şertan û konjonktora demê girêdayî Ehrar El-Şam tevdigere.
Nexasim dema Serokê Komê Şêx Tewfîq Silêman hevpeyvîn daye ANHA’yê, di heman rojê de bi El-Nusra re hevdîtin pêk anîbûn.
Hesabên herêma tampon
Piştî ku hêzên YPG/YPJ’ê û Burkan El-Firat herêma Kobanê û piştre jî Girê Sipî ji çeteyan rizgar kirin, bi taybetî Tirkiye ket nava liv û tevgerê. Di vê çarçoveyê de bi hincetên “kurd pêkhateyên din ji herêmê derdixîne, komkujiyan pêk tîne û hwd” xwest ku li Cerablus û Ezazê wekîh herêma tampon îlan bike. Bi vê armancê xebatên dîplomatîk meşandin û bi DYA’yê re peymana Încîrlîkê çêkir. Piştre jî komên bi navê Sultar Murad û Fatih Mehemed di deriyê Ezazê re derbasî herêmê kirin.
Ev komên ku qaşo li ser navê Tirkmenan tevdigeriyan, piştî demeke kurt tevlî El-Nusra û Ehrar El-Şam bûn. Her wiha êrîşî gundên Tirkmenan kirin, dîsa gundên kurdan vala kirin.
Li aliyê din jî li herêm Cindirêsê ya Efrînê komên El-Nusra û Ehrar El-Şam xwestin êrîşan pêk bînin û YPG’ê bikişînin nava şerekî cuda. Dîsa çeteyan hewl dan ku Helebê dorpêç bikin. Li gorî şîrovekarên siyasî û hêzên li herêmê bi van pêkanîn hate xwestin ku dema herêma tampon tê avakirin, hêzeke ku li dijî derkeve nemîne.
Plan têk çûn
Ji bo herêma tampon ev planên ku dihatin kirin pêk nehatin. Hêzên YPG’ê neketin xefika dihat plankirin û pozîsyona xwe parast. Her wiha dihat xwestin ku di navbera Heleb û Efrînê de jî rêyek bê vekirin da ku welatiyên herdu aliyan pêdiviyên xwe yên jiyanî pêk bînin, her wiha derfetên kar peyda bikin.
Geşedana herî girîng jî ew bû ku Rusya careke din bi awayekî gelekî berbiçav mudaxilî Suriyeyê bû. Rayedarên Rusyayê eşkere diyar kirin ku dê alîkariyê bidin rejîma Suriyeyê û pêwîst bike dê leşker jî bişînin. Dîsa Rusyayê û Suriyeyê li Deryaya Sipî tatbîkata leşkerî plan kir. Li gel van geşedanan êdî hemû hêzên navnetewî yên wekî Amerîka, Almanya û hwd. peyamên ku dikarin bi Beşar Esed re bi axivin dan.
Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan jî duh çû Rusyayê û piştî hevdîtina bi Putîn re got ku “Dema derbasbûnê dikare bi Esed re pêk were”.
Ev geşedan hemû nîşan didin ku polîtîkayên Tirkiyeyê yên herêma tampon têk çûne, lê ji polîtîkaya dijberiya kurdan venegeriyaye. Êrîşên komên behsa mijarê yên li ser Şêxmeqsud jî di vê çarçoveyê de tên nirxandin. Siyasetmedar diyar dikin ku komên çete li gelek cihên din ên herêmê hene, lê bi taybetî ji Şiqeyif êrîş û dixwazin Şêxmeqsud dorpêç bikin. Ji ber ku tekane rêya di navbera Efrîn û Şêxmeqsud de ev herêm e.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...