Tirkên Kemalîst û Tirkên Îslamîst
Di encamê de herdû îdeolojî û herdû teref dibinê tirkên tûranî/nijadperest û dijminê neteweyê kurd. Herdû teref jî ji peyva kurd û Kurdistan nefret dikin..

Nuri Aldur


Bê guman kemalîzm û îslamîzma tirkan dû bawerîyên/dû îdeolîjîyên ji hev cûda ne û dûrî hevin jî. Ìslamîzma tirkan ji berê de, hê ji dema osmanîyanve û heya îro her heye – lê kemalîzma tirkan ji dema ku Atatürk înqilap li siltan kir/siltanîyet feshkir, kete dewrê de. Mirov karê bêjê ku hemû qûral, qaîde û polîtîka ku Atatürk ji salên 1920 an ta 1930 an bi kar anî bi navê kemalîzmê têt naskirin. Helbet noktên mîna qewmîyetî, komaratî, layiqîtî, gelerî û hw bûne prensîbên îdelojîya kemalîzmê. Lê tistê herî seyr ewe ku pistî mirina Atatürk – kemalîzm bêhtir fereh û resmîtirbû – kemalîzm bu bawerî û felsefa dewleta tirk.
Bersiva hemû pirsan, çareye hemû derdan û dermanê hemû nexweşîyan di kemalîzm ê de wê hebûye û yên dijberî ya vê mantiqê bikira - bi xayîntî û dijminatîyê dihat îlankirin.
Ìslamîst dijî vê felsefêbûn, kurd û ermenî jî dijîbûn, dijberîya sosyalîst û komunîstan têt mûnaqasekirin; her ciqasî Mustafa Suphî û hevalên wî di deryayê de hatin qetlkirin jî.
Dema kurdan bi pêskêsîya Sêx Seîdê nemir, Seyîd Rizo, Ìhsan Nuri Pasa dijî dewleta kemalîst dest bi hareketa rizgarîya Kurdistan kirin; ewan bi gotinên mîna haydûtan/eşqîya û kevnepereset di hatin binavkirin. Kî bûn ev kemalîstên ku xebata netewekî ku rizgarîya welatê xwe dixwestin perçiqandin, bi hezaran kes qetlkirin, gel û welat talankirin û di tarîtîyêde hiştin? Kî bûn ew ?
Ewan ew hemû hûkûmetên ku pistî Ataturk hatin ser hikmbûn – lewra ewan hemû hûkûmetan xwedî heman edeb û terbîye, zîhnîyet û kulturbûn û politîka ne mirovatî / barbarî li Kurdistan pêk dianîn.
Di dema Adnan Menderes de tiştek dijî prensîbên kemalîzmê pirr dernekete holê, di wê dema kurt ya Turgut Özal de jî dijberî kemalîzmê hîc tistek pêknehat – lê hinek ayet û sûreyên misilmantîyê û îslamîzmê ketne nava resmîyeta dewleta tirk. (Me li vir MSP ya Erbakan ji bîr nekirîye, lê em qala wê nakin ji ber ku msp roleke îslamîzmê ji tirsa generalên kemalîst nikarîbû bi leyîzê).
Piştî salên 1990 an û di destpêka salên 2000 an de îslamîstên bi bedl û qerewat hatin ser hikim. Evan îslamîstan dijî kemalîzm ê ne, lê helbet ji ber tirsa generalên kemalîst newêrbûn rûyên xwe yî rasti nîşanî gel bidin - di vê demê de ye ku xwestin hinek reforman bo me kurdan jî bikin û kirin jî. Lê niha kifs bûyîye ku wan ne ku ji bawerîya demokrasî û mafê merovan ewan reforman çêkirin – ewan reformên wan ne ji dil bûn - ew tenha ji bo ku sempatîya kurdan qezencbikin û kirin jî. Ji ber ku wê demê tirsa mezrebên generalan li ser serên wan bû . Di van cend salên dawî de, îslamîstan ordîya kemalîst berterefkirin û ji wan reformên kozmetîk jî herî posimanbûn û gav bi paşda avêtin..
Lê ne ji zûde, berî bi cend salan, dîyarbû kû ewan îslamîstan ne reformdixwazin, ne demokrat û hûmanîstin jî – Çima ? Ji ber ku ewan dest bi qala yek miletî, yek alayî û hw din kirin û taktîktîkên xwe gûhertin. Dema di vê havîna îsalde di navbeyna kurdan/pkk û dewleta îslamîst de kuştin û ser destpêkir – wan damarên tirkîtîya xwe dane xwîyakirin û ji kemalîstan tûjtir, hisktir û bê însaftirbûn; zaro û xort, ciwan û pîrên kurdan qetlkirin û dibêjin ku ewan terorîstan dikûjin. Kemalîstên xwedî îqtîdar yên berî îslamîstan jî heman politîka û peyv bikartanîn û digotin ku ewan terorîstan dikûjin.
Di encamê de herdû îdeolojî û herdû teref dibinê tirkên tûranî/nijadperest û dijminê neteweyê kurd. Herdû teref jî ji peyva kurd û Kurdistan nefret dikin. Gotinên Demirel, Ewren û Ciller bînin bîra xwe û yên ku îro Gül, Erdogan û Davutoglu beyan dikin bi heman wateyê ne û bi heman naverokê ne.
Di salên 1990 an de serokdewletê tirkan, Demirel li Awusturya bersiva rojnamevanên awrûpî dide: ”Li Tirkîye pirsa kurdî tuneye, li Tirkîye pirsa terore heye”[1]
Berî bi heftekê, serokdewletê tirkan Erdogan jî li Parîs/Bruksel weha digot:
”Problema me li gel grubek etnîkî tuneye, problema me li gel terorê ye”.[2]
Wek em dibînin naveroka tevokên her du serokdewletan; yek jê kemalîstekî meshûr û yên din jî îslamîsteki li dinya ereb û misilmanan mîna qahramanekî têt nasîn; bi heman wate yê ne û heman tistî ji bo medya awrûpî dibêjin. Dema mesele fenomenên kurd û Kurdistanbin – her dû teref û ideolojîyên li Tirkîyê(kemalîst û îslamîst) heta û heta cemaata Fethullah, gruba Perîncek û geleke din jî di nav tirkan de xwedî heman dîtin û bawerîne: yek welat-yek millet-yek dewlet-yek ala û welat parce nabe ye.
Em nivîs a xwe bi çend rêzên Omer Hayyam bi tirkî[3]; ku hinekî nêzîkî naveroka nivîsêye (wek mîsal peyva ”qadeh” kemalîzmê û peyva ”qûran” ê jî îslamîstan karê bide temsîlkirin; ji xwe Erdogan di mitîngen dema hilbijartina îsal ya berî 7 ê hezîranê de gelek caran qûran di destde û derdikete ber gel û diaxift) – bo xwendevanên Kurdinfo pêskêsdikin û nivîsê bi dawî tînim.
Xemgînî: Qetlîama Ankara(mina Surucê, Singalê, Kobanê, Cizîrê, Farqînê û hemû Kurdistanê) wa dîyardike ku xwîna kurda li ber cavê dinyayê (dinya demokrat - mina koma miletan, yekitîya Awrûpa û yên din) ji avê jî ne bi qîmettire, ji ber ku gelek problemên li ser avê dibinê encamên peyman û levhatinên navbeyna welat û dewletan. Lê em dizanin ku dîse jî ew dinya demokrata ku em dawî mecburin li gel wan bidin û bistênin – ji ber ku dewletên tirk, ereb û ecem ji xwe ne xwedî prensîbên demokrasî, bawerî û yaqînîy ê ne !
Yek nokte ke ku ev dû rojin ez li ser di hizirim eve: berî bi 9-10 rojan Erdogan û Davutoglu mitîngên ku bi sedhezaran û belkî jî - ji milyonek bêhtir kes besdarbûn li Stembolê, Ankara, Konya û li bajarêndin pêk anîn û ne ÌS û ne jî kesekîdin di wan mitîngande bomba neteqandin – cima ? cawa dibe ? ma ne qaso ewan jî dijberê ÌS´ ê ne anjî wek misilman dibêjin “fesûphanallah”!
[1] Ji TV´ya swêdî – salên 1990 an
[2] Ji rojnameya Milliyetê
[3] ”Di destekî de qadeh, di destekî de qûran,
Carna helala kar ê me, carna heram,
Di vê dinya nîv – xerabe de,
Em ne tam kafirin, ne misilman”
.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...