Bi dayîna nasnamê, Kurd naxapin! ~ HAWARNET Nêrîn

7/11/11

Nexwe çima ev pirsgirêkên Kurdan li çar perçeyên Kurdistanê nehatiye çareserkirin?
 
EHMED HESEN

Hawar Net
11 Tîrmeh , 2011 Weşandin: 1432 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
    
 

Ev nêzî 40 salin ku tekoşîna azadiyê ji bo bi destxistina mafê netewî yê gelê Kurd tê dikoşe. Her çendê agirê yekemîn a tekoşîna azadiyê li Bakurê Kurdistanê destpêkiribe jî, lê têhina agirê şoreşa azadiyê li çar perçeyê Kurdistanê belav bû û ji bo gelê kurd vî agirî gur bikê. Bi sedan xort û keçên xwe kirin cangoriyê xeta azadiyê û bi mal û can agirê şoreşê gurdikirin.

Di vê çarçoveyê de şoreşa PKK’ê ya ku ji bo bi dest xistin nasnameya netewî, çand û ziman ketiye rê, ne tenê li Bakurê Kurdistanê her wiha li her cihê ku Kurd lê dijîn, weke qadeke tekoşînê ya rewa ji bo xwe nîşan dike.

Li ser vê bingehê qada Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, bû qadeke bingehîn a tekoşîna netewî ji bo gelê Kurd. Pêşwaziya gelê Rojava ji PKK’ê re û fedakariyê ku ji aliyê qadroyên pêşeng ve hatiye dest nîşankirin, mînakên ber bi çav yê vê tevgerê ye.
Her çiqas li Bakurê Kurdistanê tekoşîneke çekdarî ya bê hempa, hatibe meşandin jî, lê li Rojavayê Kurdistanê jî bi malûvanî û xwedî derketina li tevgerê, hişt hîn bêtir yekîtiya Bakur û Rojava bê sazkirin û ev yekîtî weke nînok û goşt bi hev bê girêdan.
Li Bakurê Kurdistanê, ji bo bi dest xistina nasnemeya netewî ya Kurd tekoşîneke girîng hate meşandin. Ango hîmên bingehî ya tekoşînê li Bakurê Kurdistanê li ser daxwaza nasnameya netewî hate meşandin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 20 milyon Kurd dijî û ji sala 1923 an ku Komara Tirkiyê hatiye avakirin û vir de Kurdên li bakur bi nasnameyên Tirkiyê jiyan dikin. Lê vê yekê ji ser êşandinê, komkujî û bişavtina çandî wedetir çi ji bo Kurdan kir.

Li Îraq û Herêma Federal a Kurdistanê ev 20 salin kêm be jî rêvebiriyeke xweser a Kurd heye, ji ber di asta netewî de bi fermî nehatine naskirin û tu nasnameyeke wan ku dest nîşan bike ku Kurdin nîne. Dîsa dema li herêma Kurdistanê dinerin di nava aloziyên xwe de fetisiye.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 13 milyon Kurd dijîn û li Îranê her çendê herêmeke bi navê Kurdistan jî heye, lê ji ber ne bi reng û nasnameya netewî ya Kurdên Rojhilata ji şekliyetê wêdetir tu tiştî ji bo me îfade nake.

Li Sûriyê gelê Kurd, her çendê beşekî mezin yê Kurd xwedî nasnameyên Sûriyê bin jî, lê ev yek nebûye sedem ku pirsgirêkên Kurdên rojava çareser bikê.
Li Rojavayê Kurdistanê 3 milyon Kurd dijîn. Ji wan  ji %90 xwedî nasnameya Sûrî ne û ji % 10 bê nasname ne, lê rixmî vê yekê pirsgirêka Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê nehatiye çareserkirin. Ev te wateyê ku tenê hemwatîbûn û nasnama wê derdê Kurdan çareser nake. Tu ferka kaxeza sor ku li ser di nivîsÎnin biyanî û nasnemeya ku li ser di nivîsînin Komara Erebî ya Sûrî nîne. Ji ber di herdu kaxez jî min weke Kurd nade nasîn. Ji herduyan bêhna şovenîzma Erban tê.

Nexwe çima ev pirsgirêkên Kurdan li çar perçeyên Kurdistanê nehatiye çareserkirin?  Ev tê wê wateyê ku welatên dagirkerên Kurdistanê, ne ji bo Kurdan razî bikin û pirsgirêkên wan çareser bikin nasnameyên xwe dane. Ji bo hîn bêtir bişavtina xwe ya siyasî û çandî pêk bînin ev yek kirine. Dema rêvebiriya Şamê dixwazê nasnemeya xwe li Kurdê Rojava bike mal ne ji ber çavên reş yê Kurda ye. Sûriyê li du pilan û qirkirineke din ya gelê Kurd û vê yekê jî bi aqilê Tirkan dike.

Tekoşîna ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê daye ne ji bo ku bi nasnemeyeke Erebî bijiye. Ji bo ku hîn bi serfirazî bi nasnemeya xwe ya netewî bijî ked daye. Bi hezaran xwîna xort û keçên Kurd ji bo bi azadî bi nasnameya xwe yan netewî bijîn hatiye rijandin. Lê divê rêvebiriya Şamê vê yekê baş bizanibe ku gelê Kurd nema bi listokên erzan tê xapandin.
Ji bo Kurd karibin li ser axa xwe bi azadî bijîn, pêwîste beriya her tiştî îradeya gelê Kurd bê naskirin û van daxwazên Kurdan pêk bînin. Ji bo vê jî;
1.Divê li ser nasnameya Sûriyê ne Komara Erebî ya Sûrî bê nivîsandin. Li şûna wê Komara Demokratî ya Sûriyê bê nivîsandin.
2.Li ser nasnameyan, ne hemwelatiyên Sûrî bi regez ereb, Hemwelatiyê Sûriyê bi regez Kurd bê dayîn.
3.Divê dewleta Sûriyê mafê tekoşîna sivîl bide nasandin.

4.Divê di serî de ji bo Kurdan û mafê hemû netewên din yên çandî û perwerdeya bi zimanê dayîkê bê dayîn.
5.Diyalogê bi nûnerên resen yên gelê Kurd re destpêbikê. Ne bi sîxûr, eşîr û kesên nêzî pergalê re.
6.Hemû daxwazên gelê Kurd ê rewa, bi zagoneke bingehîn bêne misoger kirin.

Di rewşeke wiha de, em dikarin bêjin ku Komara Sûriyê ji dil dixwazê pirsgirêka Kurd çareser bike û xwe ji aloziyê xilas dike. Dervehî vê yekê ne dikarê xwe ji aloziyê xilas bike û ne jî dikarê bi dayîna nasnemeyê kilasîk yên ku tu weteya wê ji bo Kurdan nemaye Kurdan bixapî ne. Ji ber asta Tekoşîna Azadiya gelê Kurd giştiyê guncan(kapasite) Sûriyê jî derbas kiriye. Kurd vê yekê baş têgiştine ku dayîna nasnameyan bişavtineke nû ya Sûriyê ye.

Bi dayîna nasnamê, Kurd naxapin!

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org