Dewletek Pro-Tirk û dewletek Antî-Kurd ~ HAWARNET Nêrîn

10/17/15

Naîf Bezwan Nêrîn
...............................................................................
Dewletek Pro-Tirk û dewletek Anti-Kurd du rûyen "Dewleta Yekhejmar" ya Komara Tirk in

Ji bo Kurdan - û li gorî Hiqûqa navnetewî - sê opsiyon hene ku ew “dewleta awarte” ya ku li ser bingeha dijitiya wan hatiye avakirin ji holê rakin: Federasyonek ji du netewan li Tirkiyê opsiyonek e, avakirina dewletek serbixwe an jî besdarbûna nav dewletek din li ser bingeha îrada xwe ya azad, du opsiyonên din in.







Naîf Bezwan
17 Cotmeh, 2015


Li Tirkiyê, ne îro desthilatdariya hiqûqê (the rule of law) heye, ne jî do hebû. Dewleta Tirk bi xwe, ji dema awakirina xwe heta îro, xwe wek dewletek kemalperest (kemalist) an jî Tirkperest (Türkçü) binavdike û herweha wê rastiyê di Zagona xwe ya bingehî (anayasa) de jî nivîsandiye. Li gor xala 4 ya Zagona bingehî doktrîna Ata-tirkperestiyê (Atatürkçülük) “ne dikare bê guhertin, ne jîguhertina wê dikare bê pêsneyazkirin”.

Ji xwe tê zanîn ku, di nav wan “prinsîp û soresên Kemalperestî” de demokrasî an jî desthilatdariya hiqûqi wek peyv jî derbas nabin. Ji ber vê, hebûn an jî tunebûna „Pirtuka Sor“ bi serê xwe tistekî mezin îfade
nake. Lê belê, dema ku mirov sazî û konseptên wek „Pirtûka sor“ „Bernama Siyasî ya Ewlekariya Netewî” (Milli Güvenlik Siyaset Belgesi), „Dewleta Kûr“,”Dewleta Yekejmar” (Tekil Devlet), “Daîra serê Taybetî“ (Özel Harp Dairesi), „Konseya Ewlekariya Netewî“ „Zagona Bingehî ya Vesartî“ „Xetên Sor”, û herhewa peyvên wek “Nasmane Bilind ya Tirk”, „Konsepta Kerkûkê“ hwd. bi hevre, ango di nava kontekstekî gistî de mêze bike, tablo hin bêhtir zelal dibe. Hebûna wan bi hevra rastiyekê derdixe holê, ku mirov dikare bi peyva hiqûqnas û zanyarê siyasetê yê Alman Ernst Fränkel (1898-1975) wek hebûna “du dewletan” (Doppelstaat) li Tirkiyê binav bike:
Yek ji wan “Dewletek normal” (Normenstaat= Dewleta Norman) ya din jî “dewletek awarte” (Massnahmenstaat= Dewleta Tedbîran)

Wateya wê ji bo Kurd û Kurdistanê ew e: Hingê ku mafên Kurdan yên siyasî û netewî bên înkarkirin, ne çavkaniyên “Pirtûkên sor û res”, ne jî pêwistiya metodên veşartî ji holê ranabin. Ji ber ku, li nav sînorên Tirkiyê yên siyasî de di eslê xweda du netewên sereke (bê guman milletên din jî hene), ango netewa Kurd û netewa Tirk dijîn û ji ber ku mafên Kurdan yên netewî ji aliyê Komara Tirk ve nayên qebûlkirin, pêwistiya “du dewletan” ji rojevê dernayê: Dewletek pro Tirk û dewletek antî-Kurd. Dewleta ji bo Tirkan baş-xirab li ser normên “hiqûqî” birêve dibe û dewleta li dijî Kurdan û gelên din li ser bingeha tedbîrên tunekirinê, rewşa awarte û îdeolojiyek nijadperest hatiye avakirin û tê mesandin. Digel wî jî, di çarçewa endametiya Yekîtiya Ewrûpa de rayedar û desthilatdarên Tirkan naxwazin “dewleta li dijî Kurdan” ji holê rakin, tenê dixwazin dewleta ji bo Tirka sererast bikin.

Ji bo Kurdan - û li gorî Hiqûqa navnetewî - sê opsiyon hene ku ew “dewleta awarte” ya ku li ser bingeha dijitiya wan hatiye avakirin ji holê rakin: Federasyonek ji du netewan li Tirkiyê opsiyonek e, avakirina dewletek serbixwe an jî besdarbûna nav dewletek din li ser bingeha îrada xwe ya azad, du opsiyonên din in.

Dewletek Pro-Tirk û dewletek Anti-Kurd du rûyen „Dewleta Yekhejmar“ ya Komara Tirk in Dezgehên resmî yên hiqûqî û siyasî; partî û hikûmet heta ku di çarçoveya vê „Pirtûka sor“ de bimînin xwediyê mafê hebûnê ne, gava ku zincîrên xwe diskînin û ji çerçoveya ji wan re hatiye xîz kirin derdikevin, an rastî darbeyek eskerî dibin an bi rê û metodek ji çav tirsandinê bigirin heta jarkirinê, ji cîh û misyonên xwe dibin. Di „Pirtûka sor“de eskere dibe ku „Xwediyê“ dewleta Tirk kî ne û ev „Xwedî“ ji bilî xwe ji tu kesî bawer nakin, li Tirkiyê herkes tê kontrol û teqîb kirin ku bi zimanekî psîkolojîk dikare navê „Paranoyak dewlet“ jî lê bibe. Niqteyek din ya balkês ew e ku di besa yekem xala çaran de tê nivîsandin ku ev belgeya ku otoriteya siyasî ji dest hikumeta digire (ku ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin ango hiqûqî û mesrû ye) û dide dest hêzên „ne xuya“ ji aliyê Komisyona wezîran ve hatiye testîq kirin. „Pirtûka sor“ ango „belgeya stratejîk ya ewlekariya hundurî“ ji pênc besan pêk tê. Besên ku hikûmet û hiqûqa resmînikare midaxele bike wiha tên bi rêzkirin:
Beşa yekem: Hîmên gistî
Beşa duyem: Hêmanên (unsûr) tehdîda hundur û nirxandina faktorên mayin yên ku bandorê li ewlekariya hundur dikin
Beşa sêyem: Stratejiya ewlekariya hundurîn
Beça çaremîn: Rêxistinkirin û çalak kirina rêvebiriya ewlekariya hundurîn
Beşa pêncemîn: Xisûsên din

Hîmên giştî
Ev bes ji pênc xalan pêk tên ku wiha
bi rêzdibin: 1. Armanc, 2. Wergirî, 3. Pênas, a) Ewlekariya millî, b) Siyaseta ewlekariya millî, c) Hêza millî, d) Berjewendiyên millî, e) Beka, f) Tehdîdên ji hundur, g) Tehdîdên ji derve, h) Ewlekariyahundurîn i) Çalakiyên xeraker (yikici), j) Çalakiyên parveker, k) Çalakiyên pasverûtî (îrtîcayî), l) Hindikayî (kêmnetewe), m) Bertilxwarin (yolsuzluk)..

Di bin her xalê de manaya ev sernivîsan yek bi yek nav lê dibe û tê ragihandin. Di besa yekem de Armanc, di çarçoveya siyaseta ewlekariya hundurîn ku bi siyasî belgeya ewlekariya millî ya Komara Tirkiyê hatiye eskere kirin, hazirkirin, birêvebirin û bikaranîna hêmanên hêzên millî tê nîsan kirin. Hêmanên tehdîda hundur.. Di vê besê de dûr û dirêj analîza siyasî û aborî ya herêmî û navnetewî tê kirin û digihêje encamê ku gelek welat û cîranên Tirkiyê çav bera dewlemendiyên Tirkiyê û rewsa wê ya stratejîk dane û ji ber vê yekê jî biryara parvekirina Tirkiyê dane. Çi legal, çi illegal her karekî politik ku bi çi rengî û armancê dibe bila bibe bi destên hêzên dixwazin ku Tirkiyê parve bikin, tên kirin. Ji ber vê yekê, ji herkesî jî bêtir yên Kurdan, hemû dezgehên demokratik û sîvîl peyayên dewletên dijminê Tirkiyê ne û divê di bin kontrolê de bin ku bi rastî jî bi awayekî dijwar tên kontrol kirin. Tê diyar kirin ku siyaseta îstîkrarsizkirina Tirkiyê wê di salên pêsiya me de jî berdewam bikin û pêwistiya stratejiyek ewlekariya hundur îsaret dike ku projeya Leyla Zana ya „Demokratîk Toplum Hareketi“ ango tirkkirina Kurdan bi destê „kurdan“ tîne bîra mirov. Ji bo serketina projeyên dewletê giringiya rêxistinên sîvîl û medya tê eşkere kirin ku sedemên teslîmîyet û bêdengiya medya tirk jî radixe ber çavan.

Belge, dîroka têkoşîna gelê Kurd bi 200 salî girê dide û eşkere dike ku îdeolojiya rêxistinek Kurd çi dibe bila bibe ji bo armanca ku li ser „erdê Tirkiyê“ û li Iraq, Iran û Sûriyê li herêmên ku Kurd piranîne, damezirandina dewletek Kurdistan ya serbixwe û yekbûyî ye. Ji ber vê yekê divê çalakiyên rêxistinên Kurd ji nêzîk ve bê taqîb kirin. Belge dubare dike ku daxwazên Kurdan yên demokratîk wek naskirina nasnameya Kurd ne samîmî ne û hemû ji bo damezirandina Kurdistanek serbixwe gavên taktîkî ne ku belkî ev jî çavsoriya hikumeta AKP radixe ber çavan.

Dewletek Pro-Tirk û dewletek Antî-Kurd

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar: ,
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org