Ji vir şûnde çi be bila be serkeftin a Kurd û Kurdistanê ye ~ HAWARNET Nêrîn

11/10/15

Foruma Giştî Nêrîn
...............................................................................
Ji vir şûnde çi be bila be serkeftin a Kurd û Kurdistanê ye 

Kurd bi serkeftî xwe didin nasîn û sempatiya cîhanê komdikin.. Ya herî girîng, Kurd vek stkêrka herî biqîmet ji rojavade di qada siyaseta herêmê de cîhên xwe digirin.. Serkeftin a Kurd û Kurdistanê ye.






Şeyhmuz Ozzengin
10 Mijdar, 2015


Di dîroka mirovatiyê de pir kesan, an kesayetiyan rolên pir mezin lîstine. Hinekan bi xerabî û hinekan jî bi qencî.. 

Du şerên cîhanî di sedsala borî de qewimîn. Yek ji salên 1913 an, heta 1920 an.Ev şerê cîhanê yê yekem bû. Şerê duyem jî ji 1939 an heta 1945 an domkir. Pir welat ji holê hatin rakirin, pir welat ji hev hatin perçekirin û pir welat jî azad bûn û dewleta xwe yî netewî avakirin. Yek ji wan welatên ku wundakirin Kurd bûn: Ji ber ku İngilîzan herêma ku Kurd têde dijîn, bi alîkariya Fransa û İtalya dîzayn kirin. Di vê dîzaynê de beşekî Ermenîstan ji holê hat rakirin. 

Kurdistan hin hat perçekirin û hin jî hat parvekirin. Pêşiya avakirina Dewletê bi van têl û mayînan hat astengkirin. Ev pîlan di şerê yekem yê cîhanî de siyaseta İngilîzîstanê bû.. Di vî pîlanî de du bûyer grîngin; 1-Şoreşa 1917 an a oktoburê. Ya din jî li henber pêşdeketin û firehbûna Şoreşa 1917 an de Tirk wek stratejîk bi planekî ku wan li henber pişvexistina vê şoreşê de bikin bend. 

Ev jî avakirina Kurdistanek azad ji holê radikir.. Ez dikarim bêjim ku; Eger Şoreşa 1917 an derneketa holê, wê Sewr bihata pejirandin û Hin Kurdistan û hin jî beşekî Ermenîstan azad dibû. Herdû gel jî dibûn xwedî dewlet. Tirkiye jî bi riya alîkariya Îngilîzan ku didan Yewnanîstan wê pir piçûk bimaya û dibû ku qet dewletek wûsa jî bi navê tirkan nehata avakirin.. Îro ev sebeb yek bi yek ji holê rabûne.. 

Di parastina herêma ku Kurd têde ne bi gelemperî berjewendiyên hêzên navnetewî û Kurdan hatine cem hev. Ew zincîr, asteng û erdên mayînkirî bêmane bûne. Astengên navnetewî, pêşîgirtina dîplomasiya Kurd û Kurdistaniyan ji holê rabûye..

Kurd bi serkeftî xwe didin nasîn û sempatiya cîhanê komdikin.. Ya herî girîng, Kurd vek stkêrka herî biqîmet ji rojavade di qada siyaseta herêmê de cîhên xwe digirin.. Serkeftin a Kurd û Kurditan e.

Ji vir şûnde çi be bila be serkeftin a Kurd û Kurdistanê ye

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar: ,
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org