Dewê cerbandî çêtire ji mastê jehirkirî / EMER SINDÎ ~ HAWARNET Nêrîn

5/8/10

Weşandin:10 Nîsan, 2010




Roja eyniya rêkevtî 26/03/2010-ê encamên he‌lbijartinan ji aliyê komisyona bilinda serbexuya helbijartinan li Îraqê hatine ragehandin, li gorey komisyonê ragehandî: Lîsta Alîraqiye 91 korsî bidest ve anîne û lîsta dewleta Qanûnê 89 korsî û lîsta Îtîlafa niştîmanî 70 û lîstên Kurdistanî 58 korsî.


Piştî ragehandina van encamên ku mirovî bê umêd dikin berêz Malikî serok wezîrên Îraqê daxûyaniyek da û têde xuyakir ku eve ne encamên dawiyê ne û se‌xte karî hatiye kirin he‌rwesan jî gut: Gelo dibe hinek kesan li van helbijartinan serkeftin bi destve anîne, ew bi xwe tîroristin û bi tumeta koştin û tîrorkirina Îraqiyan hatîne desteserkirin û nihajî hinek ji wan dizîndanandene, anku ev encame ji aliyê serokê wezîranve nehatine naskirin û danpêdan pê nehatiye kirin, lê hinek aliyan di daxûyaniyên xwe de xuyakirin û gutin ku dizanin sexte karî li hinek deveran hatiye kirin lê ji bo berjewendiya giştî diviya em he‌mû rêzê li encaman bigirîn û biçi rengê he‌be, û lîsta he‌vpeymaniya Kurdistanî ji bilî daxoyaniya serok Barzanî û pîroziya cenabê wî ji bo gelên Îraqê hîç tiştek din xuya ne bûye.

He‌vpeymaniya Kurdistanî ji bilî daxuyaniya rêzdar Mesûd Barzanî serokê he‌rêma Kurdistanê ku pîroziya xelkê Îraqê bi giştî kir bo hîç daxûyaniyekê din ne hatiye dan. Gelo he‌vpeymaniya Kurdistanî he‌vpeymanî û he‌vbendiyê bi kîjan lîstê ji lîstên serkeftî re bike û bi kîjan alîre wê li he‌vbê û kîjan he‌lbijarde di berjewendiya gelê kurd deye??! Ji ber ku kurd nimareyeka pirî giringe di hawkêşa siyasîda û he‌mû balansan ra digire, he‌rweha jî bixwazîn yan nexwazîn leystekvanê serekî digorepana siyasî de îro kurdin û di he‌r avakirinekêde li Îraqê kerestên serekî ne û nabe bêne paşguhêxistin. Ji egerê he‌bûna van xalên giring yên ku me li serî xweyakirîn, gereke ji bo girêdana he‌vbendiyê bi he‌r aliyekê re yan bi he‌r lîsteyeka serkeftî re ji bo avakirina hikumeta nû pêtvî ye kurd bizane ew çend giringe û girane di hawkêşa siyasîde û di encamde kî menas dike û danpêdanê bi mafên me yên rewa dike û bi mercên rewayên me qayîl dibe bi nivêsîn û dikomenit û dîdevan, bila he‌vbendiyê pêre girê bidîn ji bo avakirina hikumetê. Bi dîtina min mercên kurdan rohin û aşikerane û ji he‌mûyan aşkeratir:
1- Danpêdana ji dil bi desturê Îraqa fedral.
2- Çareserkirin û bi dawî anîna madê 140 .
3- Pirsgirêka pêşmergeyê Kurdistanê.
4- Girêbest û kontirakên petrola Kurdistanê.

Xwandina min ji bo dîtin û buçûnên aliyên siyasî: Erebên Sune mezhe‌b ewên li bin sêhwana lîsta Alîraqiye de li he‌v civiyayîn bê hîç şermek yan veşartinek he‌be, xweziyan li sîstemê take hizbiyê dixwazin û Besiyan bi gunehbar nizanin û bi rêka vê lîstê çendîn Besyên gunehbar deng anîne û wê bikeve di perlemanê Îraqê de û li jêr hinek navên din dixwazin dîsan bigehine gupîtka desthe‌latê ez dibêjim serkirdayetiya kurdî vê yekê baş dizane û bawer nakim bikeve şaşiyeka hosa mezin û dîrokî ku he‌vbendiyê bi lîsta Alîraqiye re bike he‌r çende eger lîsta Alîraqiye hikumetê ava bike li gel he‌r aliyekê din wê hikumeteka pirî bi hêzbe, çunkî he‌mû dewletên cîran yên Sune mezhe‌b mîna Sudiye û Surye û Ordin li gel Turkiya û zêdebarî E‌merîka piştgîr û piştevanên Elawîne ji bo kêm kirin û nehêlana rolê Îranê.

Eve aliyekê dîmenê siyasiye li Îraqê û bijardineke ji bo he‌vpeymaniya Kurdistanî, lê aliyê din yê vê dîmenî: Kurd dikarin ji bo avakirina hikumetê ligel lîsta Dewleta Qanûnê û lîsta Îtîlafa niştîmanî li he‌v werin û çavên xwe li maytêkirina Îranê bi niqînin û serok komarek kurd û çendîn wezaret û postên siyadî bi dest ve bînin, lê pal hikumeta ku wadê wê bi dawî hatî anku hikumeta Malikî kurdan postê serok komarî û çendîn postên giring wergirtibûn gelo van postan karîn ji bo kurdan çi bikin??!!

Erê kurd bi mînin opozisyon û gorekê bi opozisyoneka xwey wijdan û bihêz regirê bidin ji bo bidest ve anîna mafên rewayên kurdan? Yanjî bi lîstên serkeftî re li he‌v werin û hikumetê ava bikin?? Têbîniya dawiyê: Hîvîdarim he‌r kurdek bitaybetî rayedarên kurdan wê yekê ji bîrnekin: Ku eger Eyad Elawî serkêşê lîsta Alîraqiye bivêt jî tiştekê baş ji bo kurdan bike û pêngaveka pozetîv bavê dîsan dewrû berên wî giropa navdar ya pêkhatî ji Salih Almotlek û Osame Alnucêfî û Zafir Alanî û Tariq Alhaşimî qet qebûl nakin, anku baş ewe vegerîn aliyê erebêt Şîe mezhe‌b çunkî he‌r çewabe dewin neku mastê jehirkirî ne û min wek kesek kurd hîç bawerî bi erebên Sune mezhe‌b nîne çunkî hatîne cerbandin û kurdan ezmûneka tehil bi wanra he‌ye. eve tenê ji bo bîr anîn û zanîna rayedarên kurdan..
 

 
© HAWAR NET 2010 Hemû mafên nûçe û nivîsan parastî ye.

Dewê cerbandî çêtire ji mastê jehirkirî / EMER SINDÎ

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org