Hikûmeta Sûriya, kurdan ji axa wan derdixe / SERCAN MEHMÛD ~ HAWARNET Nêrîn

5/8/10

Weşandin:19 Nîsan, 2010



Deshlata Sûriya bi biriyara hejmara (2707) ya wezareta çandiniyê bi yek alî dest datîne ser mal û zevî yên 1152 malbatên kurd yên ser bi bajarê Dêrikê û armanc ewe ku kurdan ji cih û warên wan derxînin û di cihên wan de erebên şofînî bicih bikin, heta niha hikûmeta Sûriya piraniya kurdên li devera Dêrikê wek welatihiyê xwe qebul nake û wek penaber danûstanê di gel wan da dike.

Hecî Ehmed yek ji xelkê Dêrikê ji gundekî ser bi Dêrikê ve taybet ji bo Evro diyar kir ku hikûmeta Sûriya bi armanca ku em gund û bajarê xwe bicih bihêlin birar daye ku dest deyne ser hemû zeviyên di destê 1152 malbatên li gundên Dêrikê û di cihê wan de jî dê ji başûrê Sûriya erebên şofînî bicih bike û got: (em wek kurdên devera Dêrika hemû bi hîç rengekî biriyara hikûmeta Sûriya qebul nakin û em cih û warên xwe bicih nahêlin.

Li aliyê din welatyê binavê Ebo Cîhad jî, ji gundê Şirikê taybet ji bo Evro diyar kir ku du roj berê navê 452 malan hatibû ku erdên wan ji wan bihête stendin û roja 10/4/2010 jî navê 700 malbatên din jî, ji aliyê hikûmeta Sûriya ve hate aşkere kirin ku zeviyên xwe bicih bihêlin û hejmar niha gihiştiye 1152 malbatan û got: (em bi hîç rengekî biriyara hikûmeta Sûriya qebul nakin û ji bo betalkirina biriyara wezareta çandiniyê çi ji destê me were emê bikin

Ebo Cîhad her wesa diyar kir ku ew zeviyên ku wezareta çandiniyê dixwaze ji wan werbigire bi deh salane ji aliyê gelê kurd ve dihête çandin û jiyana xelkê deverê li ser çandiniyê ye û got: (di biriyara wezareta çandiniya Sûriya de bihina şofîniyê dihê û em ne berhevin zeviyên xwe ji hikûmetê ra bihêlin û ji bo betalkirina biriyarê çi ji destê me were emê bikin.

Li aliyê din Mistefa Îbrahîm berpirsê nivîsîngeha partiya dîmokirata kurd li Sûriya (el partî) li Hewlerê di vê derbareyê da taybet ji bo Evro diyar kir ku ev karê ku hikûmeta Sûriya li bajêrê Dêrikê dike bi salane berdewam dike û got: (em biriyara hikûmeta Sûriya qebul nakin û emê nerazîbunên xwe jî di vê derbarê de diyar bikin.
Ehmed Mistefa Xelef endamê partiya yekîtiya dîmokirat li Sûriya (Pyd) jî taybet ji bo Evro diyar kir ku wezareta çandîniya Sûriya ji bo armancên xwe yên kirêt dixwaze rewşa xelkê devera Dêrikê têk bide û kurdan ji cihên wan derbixe û got: (em dê ji bo ji navbirina biriyara wezareta çandiniyê Sûriya nerazîbûnên xwe bi tundî nîşan bidin û em daxwazê ji xelkê xwe jî dikin pêgiryê bi biriyara hikûmeta Sûriya nekin.

Ehmed Mistefa her wesa diyar kir ku eve ji sala 2003 ve hikûmeta Sûriya pey bi pey biriyara guherîna dîmogirafiya rojavaya Kurdistanê dide û dixwaze bi vî rengî kurdan parçe parçe bike û got: (em daxwaz ji civata navdewletî dikin ku fişarê bixe ser hikûmeta Sûriya û nehêle ku deshlata Beşer Esed mafên kurdan zêdetir binpê bike.

 

 
© HAWAR NET 2010 Hemû mafên nûçe û nivîsan parastî ye.

Hikûmeta Sûriya, kurdan ji axa wan derdixe / SERCAN MEHMÛD

  • Weşanger: Anonymous
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org