19 Gulan, 2012 Weşandin: 0939 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
Heke mijar kurdên tirkîyê be Kiliçdaroglu jî wekî Erdogan tevdigere. Di dawîya nîsanê de serokê CHP Kiliçdaroglu di “Konferansa Bihara Ereban” de axifî.
Di destpêkê de bi gotina helbestvanê Felestînî Mehmûd Derwêşê ve destpê kir “Dilê hemû mirovan nasnameya min e. Herweha pasporta min hildin.” Kiliçdaroglu dibêje; bila gelê navneteweyan ji bo demokrasî, azadî û rûmeta mirovayetî rabin pîyan û bi gelên ereban ve piştgîrî bidin. Gelo çima ji bo azadî, demokrasî û rûmeta mirovayetî ya gelê kurd ên tirkîyê nabêje?
Serokê CHP weha didome, rewşenbîrê Leobnanê Xelîl Cibran weha dibêje; “Cîhanek ku çavkanîya wê dadî ye, cîhanek ku çavkanîya wê merhemet e ji wê zêde mezin e.” Dûvre gotina Gandhî dibêje; “Azadî bêhna jiyanê ye.” Paşê; ev bêhn û nefes bi têkoşîna gelên ereban ve belav bibe. Gelê ereban îro ji nû ve destpêka meşê dike û gotina Alî Şeraîtî tîne bîra me; “Ey azadî! Ez ji zilmê bêzar im, ji esaretê bêzar im. Ji zinciran bêzar im.” Li hember rejîmên diktatorîyan û rejîmên çewskarîyan re radibin ser pîyan gelên ereb bi gotina Martin Luther King; “Azadî divê ye ku ji hêla belengazan bê xwestinê” têdikoşin.
Kiliçdaroglu mafê gelê qiptîyan ji mirsî dixwaze, mafê şîîyan ji bahreynê dixwaze, mafê tirkmenan ji îraqê, mafê gelê ereban ji sûrî dixwaze lêbelê mafê kurdên ji tirkîyê naxwaze. Gelo qaşo“mafxwestekarek” çawa ye?
Kiliçdaroglu gelek rast dibêje gelên ereb ji rejîmên dîktatorîyê û ji rejîmên çewiskarîyê di bin bandora zilmê de ne, îcar durûtîyek çawa ye ku sed sal e dîktatorî û çewskarî li ser kurd in nabêje?
Wekpuxte ji bo mafê kurdan ha Erdogan û ha Kiliçdaroglu wekî hev in û birayê hev in. Her çiqas her roj hevûdû bixwin jî disa birayê hev in. Ji wan tu kêrdarîyek û rastîyek li me nayê. Ey kurd vê rastîyê tu car ji bîra xwe dernexîne!
BIRAYÊ HEV IN
Her çi qas li hev bixin jî
Ramana wan cîhê be jî
Heke mijar kurd be
Bawer bike
Disa birayê hev in
Heke pirsgirêka kurdan be
Ha Kiliçdaroglu
Ha Erdogan be
Wekî şêr şêr e
Çi jin çi mêr be
Ha AKP ha CHP
Yekî rastgir
Yekî çepgir
Ji nijadperestî
Ti ferq nîn e
Helbest: M.Kewê DILXÊRÎ
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...