18 Gulan, 2012 Weşandin: 0632 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
Jibo Kurdistanek serbixwe li vê herêmê were damezrandin divê hinek tişt werin pêkanîn û ev serxwebûn jî divê ji aliyê Yekîtiya Dewletan (UN) ve were pejirandin.
Yek jê û ya herî pêwîst jî ew e ku divê beriya îlankirîna vê dewletê, dewletek mezin û hevalbendên wê qayil bibin û piştgiriya vê pêşniyarê bikin. Ligor ku tê xuya kirin ew dewleta mezin ya ku li aliyê kurdên başûr xuya dike Emrîka û hinek hevalbendên wê ne.
Heger tiştekî wisa hebe divê beriya her tiştî jî perçebûna dewleta Îraqê were pejirandin û hersê perçeyên di nava Îraqê de jî werin qayilkirin, Kerkuk û heremên ji Kurdistanê hatî qetandin vegerin ser herêma federe ya Kurdistanê.
Bêyî ku Kerkuk û herêmên din vegerin ser Kurdistan ê, îlankirina dewleteke serbixwe wê îro biser nekeve û wê gelekî qels be.
Lê heta îro bi zimaneki fermî nehatiye bihîstin û gotin ku wê ev benda hanê(Emrîka û alîgirên wê) û dewleta ku rêberiya wê dike, wê vê piştgiriyê bike yan na.
Heger ev piştgirî pêk neyê jî divê kurdên başûr bi hêza xwe ya îro heyî dest liser herêmên ne liser Kurdistanê deynin, cografya xwe azad bikin, bixin bin destê xwe. Heger vê yekê nikaribin bikin yan jî nekin, wê di dema serxwebûnê de aloziyên mezintir derkevin meydanê.
Ya duyem jî ew e ku divê bi kêmasî yek dewlet ji yên cîranên Kurdistanê, yeke ku perçeyek ji yê Kurdistan ê di nava sînorên wê de ye jî qayil bibe. Ev dewlet jî, ligor dostaniya wê û Emrîka û bazara di navbera wan de ye.
Îran, hikûmeta Îraqê, rejîma Esed û ji aliyê kurdan ve jî PKK ti dewletên Kurdistanî yên serbixwe destek nakin û bi benda Emrîka re jî ti bazaran wê nakin.
Ew dewleta ku dîmîne jî bi tenê dibe ku Tirkiye be û ti piştgiriya wan jî heta niha nehatiye xuyakirin.
Faqtora herî pêwîst jî aramiya nava vê herêmê û parastina sînorên herêmê ye. Ew jî bi yek parlaman, yek hikûmet, yek hêza çekdar temam dibe. Hevkariyek ji piraniya partiyên herêmê jî di her babetî de divê jibo serxwebûnê wek bingeh hebe û bi kêmayî hertim alîgirên Kurdistanê bin.
Îdareyek, bûrokrasiyek, dadmendiyek hevbeş û ne alîgir jî jibo meşandina karûbarên nava wî welatî hebe û divê bi yekdestî be, ligor yek destûrê be. Pêwîstiya hebûna hinek organên serbixwe jî, di birêvebirina karûbarên nava dewletê de wek yên di dewletên demokratîk de heyî jî, dibin hîmê herî qewîn yên navxweyî.
Dema piraniya van faktoran û hinekên din jî hatin pêkanîn û di referendûmekê de jî ji aliyê piraniya hemwelatiyan ve hatiye pejirandin, hingî dema îlankirina serxwebûna Kurdistanê hatiye.
Lê, çi mixabin ev faktor jî hê pêk nehatine..!
Ez dibêm Kurdistana Başûr îro xwe amade dike û robiro jî van faktoran bicî tîne. Lê, bêyî KERKÛK ê wê Kurdistanak serbixwe pêşiya serxwebûna Kurdistana mezin nêzîk neke, dewleteke bihêz jî wê li Başûr peyde nebe û wê bibe sebebê hinek nakokiyên mezintir jî..!
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...