24 Hezîran, 2012 Weşandin: 1457 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
SEw ne wekî me bûn, wan ji bo berjewendiyên malbatî û eşîrtiyê (wek me hinek bakuriyan) di partiyên dagirkerên Kurdistanê de ji bo cihê xwe xurt bikin neyartiya netewa xwe ne dikirin. Şerê birakujiyê nekiribûn tu carî. Qala kurdên binxetê bihata kirin, ji şanaziyê serê me li ezmanan diket.
Me digot ji me bêtir ji hevdû hez dikin, ji me bêtir kurdperwerin... Lê dema ku şoreşa Sûrî destpêkir û pê ve, ma ji her seriyekî dengek derdikeve. Yeqîn ji bo ku ji desthilatdariya ku wê were bidestxistin bê par nemînin, her komeke nivîskaran, her çend eşîr û malbat bûne partiyek û berjewendiyên xwe xistine pêşiya berjewendiyên netewî û bi hev ketine.
Kurdên ku yekbûn an jî yek dixûyan bûne sed perçe.
Li rojava çi diqewime? Ji ber ku ev du-sê meh e nema dixwazim nuçeyên li ser rojava bixwînim, ez baş nizanim. Dema hinek nivîsan, hinek nûçeyan li ser rojava dixwînim, mehdê min lihevdikeve. Her kes dijberê yê din e. Ji dirêjahiya şerê rizgariya Bakur ku 30 sal ajot bêtir diêşim. Yên me jî cerdevanên me hebûn/hene, yên me jî alîgirên dewletê û neyarê milletê xwe hebûn/hene, ji bo vêya jî hezar sedemên me hebûn/heye ku ewqasî dijber, dijmin ji nav me derkevin. Yên ku eşîr bûn û berjewendiya eşîra xwe di ser her tiştî re digirtin, dibûn alîgirê dewletê û endamê partiyeke pergala ku dixwaze kurdan tune bike û tune dihesibîne.
Ji ber ku heta niha kurdên rojava bindestê pergalêbûn, ji bo wan berjewendiyeke malbatî û eşîrtî ne mijara gotinê bû. Qey loma kurdên neteweperwerbûn? Wekî me kurdên bakurî dijbertî, neyartî û birakujî di navbera wan de tune bû.
Niha, ji gava ku heremên kurdan li Sûrî ketin bin kontrola kurdan û desthilatdariyeke ku hîn pêşeroja wê ne diyare di destê wan de ye, li hevdû bûne agir!.. Me kurdê bakurî derbaskirin û li bavê xwe zêdekirin!..
Li gor ku ji dûr ve bê dilê xwe, carinan dişopînim, perçe perçe bûyîna kurdên Rojava jî, ji ber berjewendiyên şexsî, malbatî û eşîrtiyê ye.
Her kes dixwaze ew bibe desthilatdar û yê din dijmin dibîne. Her kes dixwaze desthilatdariya xwe fireh û li yên din ferz bike. PYD wek dijmin dibînin û hinan ji wan bi dijminê ku êrîşî PYD dike re jî hevkarî dikin. Wek ku dixûye, an jî li gor ku ji dûr ve dibînim, dibêjin ku em nebin desthilatdar, bila PYD jî tune be.
Heqê her partî (çi biçûk çi mezin) heye ku bixwaze xwe bi rêxistin bike û nerineke cûda biparêze. Mafê her kom û eşîrê heye ku di partiyeke kurdistanî de cih bigire an jî partiyekê ava bike. Heqê her kesî heye ku ji PYD, PKK û Ocelan hezneke û rexne bike. Lê heqê tu partî û kesî tune ye ku li ser navê kurd û Kurdîstanê erîşî PYDê, PKKê û Ocelan bike. Heqê tu kesî û partî yê tune ye wek ku Kurdistaneke azad hebû ye li Bakur û li Rojava ku PYDê, PKKê û Ocelan vêya firotiye, propagandeya dijminantiyê bike. Heta niha çi pêşketinên kurdewar çêbûbin, ji her kesî pirrtir PYD, PKK, Ocelan û aligirên vê tevgerê berdêlên mezin dane, vêya jibîrkirin di însaf û wijdanê de hilnayê.
Mafê her malbat û eşîrê jî heye ku berjewendiyên xwe bifikirin, lê mafê tu malbat û eşîrê tuneye ku berjewendiyên xwe têxin pêşiya berjewendiyên netewî û bi çarenûsa neteweyekê bilîzin.
Kurd baş dizanin ku heta YNKê û PDKê nebûn yek, li Başûr kurd nebûn xwedî statuyekê. Niha li Rojava û li bakûr û li hemû rojhilata navîn fersendeke baş ketiye destê kurdan. Ev, fersenda azadkirina Kurdistanê ye. Li gor ku dixûye, rojavayê cîhanê û Amerîka jî alîgirê kurdan in. Welatên Avrupa û Amerîka ji bo berjewendiyên xwe jî be, îro wek berê bi çavê terorê li PKK nanehirin. Hêzên ku bi salan xwestin PKKê tune bikin û bûn hevkarê Tirkiyê, niha bi gavine giran be jî ber bi kurdan ve tên. Tirkiyê û AKPê vêya dîtin an jî ji vêya re hatin mecbûr kirin ku bi Serokê PKKê Abdüllah Ocelan re rûniştin hevdîtinan. Li gor hinek kurdan, devlet Ocelan bikartînê û dîsa kurdan dixapîne, ev ihtîmal jî heye, belkî wisa be jî. Lê îhtîmaleke din jî heye, Rojnamevanê tirk Cengîz Çandar carekê dema hîn Ocalan li sûrîyê bû û bi wî re hevdînek kirûbû, di wê hevdîtinê de Çandar ji Ocelan re gotibû:"Esad we bikartîne" Ocelan jî gotibû: "Em jî wî bikartînin."
Yanî Ocelan jî bi her lîstikên tirkan zane û li gor demê dikare wan bikarbîne.
Ev pêvajoya dawî, vekşîna PKKê derveyî sînor her çiqasî ne li gor dilê me bimeşe jî, ji bo kurdan him li qada navnetewî, him li rojhilatanavîn, him li her çar parçeyan, him jî li tirkiyê derfeteke dîrokî derxist pêşiya kurdan.
Tirkiyê êdi nikare wekî berê çeteyan bi çek bike û bişîne ser rojava, Ji vê hêlê de rojava ji berê rehetire. Ev jî dihêle ku li Rojava kurd xwe di her warî de xurt bikin û pergala xwe saz bikin. Her wisa destê hikûmeta Başûr jî xurt kir ev pêvajo. Bê ku karta PKK were ber wan dikarin siyaseteke serbixwe û ji xwe bawer bimeşînin, him li hember Enqerê him li hember Bexdayê. Bi vî awayî dikarin siyaseteke ku her çar parçeyan bi wêrekî pibarêzin jî bimeşînin. Li bakur jî hişt ku siyaset bêtir bi wêrekî tevbigere û xwe birêxistin bike. Ev pevajo kir ku li qada navnetewî jî meşrûbûna doza kurdan, tekoşîna wan bê fahmkirin û qebûlkirin.
Ya girîng çi ye? Divê kurd bibin yek. Ji bo partiya xwe mezin bikin û hegemonya xwe li heremeke Kurdistanê fireh bikin bi xûna kurdan nelîzin. PYDê jî dikare ji bo yekitiya kurdan zêdetir fedekarî bike û bi partiyên dinre lihevkirinekê çêkin. Li gor ku dibînim, dîsa wekî berê kurd li dijî hev in. Li ser internetê be, li nav jiyane rojane be ciwanên kurd haqaretê li hev dikin, heta çêr û xeber ji hevdû re, ji partiyên hevdû re û ji serokên partiyên hevdû re didin.
Heya saleke berê me digot kurd ne kurdê berê ne... Him kurd ne kurdê berê ne, him jî zêde tiştek neguheriye. Disa dijbertî heye, dîsa xayin hene, dîsa partîzanî beriya kurdistanîbûnê tê, dîsa qala ambargoyeke başûr ya li ser rojava tê kirin, dîsa kurd perçe perçe û jihevketî dixûyin di dema xwe yî herî xurt de.
Siyasetmedar, nivîskar, hunermend her kes divê nehêle ev nakokî mezin bibin, carinan ji bo ku nakokî mezin nebin divê meriv bêdeng bimîne, carinan jî bêdeng mayîn nakokiyan mezin dike. Ku ev nakokî mezin bûn û kurd bi hevdû ketin, wê kesek hesabê kurdan neke. Başûr jî wê tim mihtacî Tirkî be û di bin gefxwarinên tirkan û yên Bexda yê de bijî.
Ger li rojava kurd bibin yek û ji dêvla berjewendiyên malbatî, eşîrtî û partîzaniyê, li dor rihê xwe yî netewî kom bibin, ku siberoj li Şamê, çi û kî bibe desthilatdar jî, wê kurd şirîkê wê bin. Wê dinya bêtir hisabê kurdan bike. Wê kurd ji her demê bêtir karibin gotina xwe bêjin û wê ji her demê bêtir hesabê gotina wan were kirin.
Ger wek niha bidome, wê mafê kurdan yê netewî bibe qûrbanê partîzantiyê...Wê hinek bibin wek kurdên bakur yên di AKPê de, hinek jî wekî yên di CHP de...
Em ê li benda sedsaleke din bimînin ku fersendek wisa têkeve destê me. Niha ji kurdan pêve tu astengiyek mezin li pêşiya kurdan nîne. Li Rojhilata navîn pergal û devlet ji nû ve saz dibin/tên kirin. Kurd bihevdû nekevin û karibin bi siyaseteke modern derkevin hember cîhana rojava, wê hemû astengiyên ku li ber wanin yek bi yek rabin û bigihên miraza xwe.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...