ZINARÊ XAMO
Hawar Net
23 Tebax, 2013 Weşandin:0742 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
______________________________________________________________________________
Xerîteteya cîhanê ya îro ji alî hêzên emperyalîst û dagîrker ve piştî Şerê Cîhanê yê Duyem hat çêkirin. Piştî şer, hêzên emperyalîst welatê me Kurdistan di nava xwe da par kirin û miletê kurd jî xistin bin destê çar dewletên zalim.
Îro wek Şerê Cîhanê yê Duyem ne li seranserê Cîhanê be jî, li herêma şerekî pir mezin heye, meriv dikane bibêje li herêma me “Şerê Cîhanê yê Sêyem” dest pê kiriye. Û miletê kurd jî tam di orta vî agirî da ye.
Wek piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, piştî vî şerî jî ewê xerîteya cîhanê û ya herêma me ji nuh ve werin çêkririn. Ev sînorên heyî ji miletê kurd û ji gelên herêmê ra bûne zindan.
Şer li ser guhertin û parastina van sînoran e.
Neyarên me dixwazin sînorên hene neyên guhertin û xerîte wek xwe bimînin û kurd jî dixebitin ku van sînorên sunî û naylon rakin, xerîteyên derewîn biçirînin û sînorên li gorî rastiya gelên herêmê daynin.
Gelo emê kanibin bi ser kevin ya na, ev girêdayî gelek faktorên der û hundur in. Lê berî her tiştî hevkarî û yekîtiya me şert e.
Li gorî dema Şerê Cîhanê yê Duyem, kurd îro di warê rêxistinî, leşkerî û siyasî da xurttir in û dikanin welatê xwe biparêzin.
Li alî din, dijminên me jî îro gelkî zeîf û ne bi tifaq in, ne li hev in.
Di cepheya dijmin da hêza pêşeng, xurt û herî êrîşkar Tirkiye ye. Heta ku kurd zora vê hêza har û ”fedayî” nebin serkeftin zor e, dibê em zora vê dewleta zalim û ceberrût bibin bibin.
Ne ji kurdên bakur tenê, ji bo hemû kurdan tahlûket û bela herî mezin Tirkiye ye, dibê kurd bi hawakî xwe ji vê mukrê, ji vê belayê xelas bikin. Ya na li vê dinyayê rehetî ji me ra tuneye.
Kurd ewê kînga biaqil bibin ez nizanim
Balafirên rejîma sûrî ji do da ye Dêrikê bombebaran dike.
Çceteyên Tirkiyê û yên El Nusra jî Serêkaniyê didin ber topan.
Ji bo herdu seriyan jî kurd dijminê wan yên esasî ne û dibê ji ortê werin rakirin.
Çeteyên Tirkiyê û balafirên rejîma Esed ferqê naxin nabêna tu partiyê, tu fikirê û tu kurdî. Ji bo wan qet ferq nake, kîjan kurdî bikujin baş e, li karê ye.
Lê kurd dîsa ji nayên ba hev, hêzên xwe nakin yek û ew jî nabêjin dijminê me yek e.
Ew hîn jî hevûdu bi “zilamtiya vî alî û wî alî” sûcdar dikin.
Lê herdu alî jî kurdan dikujin...
Kurd ewê kînga biaqil bibin ez nizanim!
XXX
Ji ber ku Nûçe TV-ê û MMC îşev saet ji 24.00 şûnde ewê dawî bidin weşanên xwe, wek kurdekî ez gelkî xemgîn im.
Midûrê Giştî yê şîrketên Roj TV û Mezopotamyayê Îmdat Yilmaz, bi daxwuyaniyekê da zanîn, ji ber ku mahkemeya Danîmarkayê cezayê pereyekî pir giran daye wan û lîsansa wan ji wan hatiye stendin û îmkanên wan yê tîcarî jî nemaye, loma jî ew mecbûr mane ku îflasa şîrketên xwe îlan bikin û hemû weşanên xwe rawestînin.
Ez wek kurdekî vê biryara mahkemeya Danîmarkayê rûreş û şermezar dikim. Ev biryara mahkimeya Danîmarkayê biryareke siyasî ye û tiliya Tirkiyê têda da heye.
Lê ew çi bikin jî ewê tu carî nikanibin dengê kurdan û medya wan rawestînin. Ez wisa bawer dikim ku kurd ewê vê badîreyê jî li pey xwe bihêlin û careke din jî neyarên xwe rûreş bikin.
XXX
Tirkiye bi alîkariya hin nîjadperest û çeteyên ereb kurdên binxetê terorîze dike û dixwaze Kurdistana rojava ji kurdan bide valakirin. Musebîbê herbê jî û koçberiya kurdan jî Tikriye ye.
Ji xwe li Kurdistana rojava şer ne di nabêna çeteyên El Nusra û kurdan da, di nabêna Tirkiyê û kurdan da ye. Tirkiyê ev bela ji kurdan ra derxist, ne Tirkiye bûya li Kurdistanê şer çênedibû.
Tirkiyê li Kurdistana rojava li hemberî kurdan dest bi şerekî berfireh kiriye û dixwaze vî şerî miheqeq qezenc bike.
Ji bo ku kurd li Sûriyê nebin xwedî desthilat, Erdogan li herêmê nabêna xwe bi hemû cîranên xwe ra xera kiriye. Erdogan ji dinyayê ra jî restê dixwîne, guh nade kesî. Di siyaseta derve da Tirkiye îro tikûtenê ye. Lê ji Erdogan û Davutoglu ra qet ne muhîm e, derdê wan kurd in, dibê li Sûriyê kurd nebin xwedî maf ûdesthilat.
Upplagd av Zinarê Xamo kl. 20:20 Inga kommentarer:
18 augusti 2013
Kurd xwe biçûk û xelkê jî mezin dibînin
Piştî 30 sal xebat û micadeleyeke efsanewî, malwêraniyeke pir mezin û bi hezaran şehîd, piraniya kurdan hîn jî şiyar nebûne, hîn jî neyarê xwe mezin û xwe jî biçûk dibînin, hîn jî xwe layiqî dewletê û dem û dezgehan nabînin.
Heger kurdan xwe layiqî tiştekî bidîtana Huda-Par-ê û sedhezarên ku li Amedê û li bajarên Kurdistanê yên din ji bo misriyan û Mursî dimeşin, dikin fîgan û hawar, dibê piştî gotinên Erdogan yên derbarê perwerdeya zimanê kurdî da qiyamet rakirana, dinya bi ser serê Erdogan da hilweşandana. Bigotana, tu çawa dikanî zimanê miletekî li wan û li zarokên wan yasax bikî? Em vê zulmê qet qebûl nakin, dibê zarokên me kurdan jî wek yên tirkan bi zimanê xwe bixwînin.
Lê viya nabêjin, li dij gotinên Erdogan dernakevin, protesto nakin û ji ber ku li dij dernakevin Erdogan jî diwêre van gotinan bibêje û zimanê me li me yasax bike…
XXX
Heta nuha hin kurdên nêzî PKK-ê û li dijî Malbata Barzanî û hukûmeta Kurdistana Federe bi şev û roj dikirin qêrîn û hawar û digotin çima hukûmeta Kurdistana başûr deriyên sînor li kurdên rojava venakin... Hukûmeta Kurdistanê wa ye derî vekir, lê îcar jî Kurdistan vala dibe û heger heta çend rojên din jî wiha dom bike, Kurdistana rojava ewê ji kurdan paqij bibe û têkeve destê ereban. Ne ez, kurdên wir wisa dibêjin. Ji Qamîşloyê kurd dikin gazî û hawar, dibêjin derî bigrin, bira kurd welatê xwe neterikînin.
Û ji xwe armanca hukûmeta AKP-ê û ya ereban jî ev e, Kurdistana rojava ji kurdan vala bikin.
Kerem bikin guh bidin hawara welatpewerekî Qamîşloyî(Konê Reş) bê li ser vê meselê çi dibêje…
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...