Teqîna volkana kurdewariyê ~ HAWARNET Nêrîn

8/22/13

Rojavayê Kurdistanê ji ber rêjeya nifûsê, li gorî parçeyên din bi biçûkbûna erdnîgariyê, rewşa jeopolîtîk û hin sedemên din mîna xeleka herî lawaz a Kurdistanê dihat dîtin. Heta beriya çend salên dawî jî destpêkirin û di pêvajoyeke ewqasî kin pêşxistina şoreşeke ji tevahiya Rojhilata Navîn re di xewnên şevan de jî nedihat dîtin. Lewre di hiş û bîra kurdan de jî tim Rojava mîna bexçeyê pişta şoreşên Bakur, Başûr heta Rojhilat dihate dîtin..  
______________________________________________________________________________




FORUMA HEVBEŞ
  


Hawar Net



22 Tebax, 2013 Weşandin:0517 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com






______________________________________________________________________________




Serokên serhildanan, rewşenbîr û rêberên kurd ên li parçeyên din derfeta jiyanê nedîditîn xwe dispartine Rojava. Derbaskirina piraniya temenê xwe ya rewşenbîrên mîna Osman Sebrî, Nûrî Dersimî, Seydayê Cegerxwîn û ji ber rol û mîsyona bûyina piştenî ya şoreşên parçeyên din Rojava malovanî ji gelek siyasetmedar û pêşengên kurdan re jî kir. Di stewîn, têgihiştin, rêxistinkirin û herikandina nava çemên têkoşîna azadiyê û netewebûna Rojava de rol û diyarkeriya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêwîst e bi taybetî were destnîşankirin. Şoreşa Rojava xwe disipêrê felsefe û bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd. Ji çavkaniya çanda berxwedanê ya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya bi pêşengiya PKK’ê ya modern ku mohra xwe li bin pêşketinên 35  salên dawî xist xwedî dibe.

Hevîrê kesayeta lehengên ku li Rojava tevî hemû bederfetiyan, dorpêç û êrîşan bi berxwedana xwe şoreşeke zêrîn ji dîrokê re diyarî dikin bi helbestên Cegerxwîn, Osman Sebrî, Nûrî Dersimî, bi serpêhatî û berxwedanên li sê parçeyên din ên Kurdistanê, bi stranên Mihemed Şêxo bi efsûn û efsaneyên li ser axa dîrokê li ser dest pê kir û gelê ku tovê yekemîn a şaristaniyê çand hatiye strîn.

Sir û raza ku rojavayê Kurdistanê di demeke ewqasî kin de pêkanîn û domandina şoreşeke mînak a model ji bo hemû herêmê di van taybetmendiyên li jor hatin rêzkirin de ye. Pratîzebûna felsefe, bîrdozî û rêya çareseriyê ya Rêberê Gelê Kurd a ji paşverûtî-statukoparêziya herêmî û polîtîkayên hêzên global ên mudaxelekar ku herêm wergerandina gola xwînê. Mîna xeta 3’yemîn a çareseriya pirsgirêkên herêmê bi rêbazên demokratîk û derketina îradeya gelan Şoreşa Rojava li asîmanên Rojhilata Navîn diçirûsê û rê nîşanî gelên ku di nav geremol û kaosa ji ber polîtîka û kirinên hêzên statukoparêz û yên mudaxelekar de afiriye.

Her ku berxwedan xurt dibe, her ku rêxistinbûyîn û avakirina modela jiyana modern li rojavayê Kurdistanê bi pêş dikeve ji aliyekî ve êrîşên hêzên ku nikarin bilindbûna kurdên heta duh hebûna wan ne dihate qebûl kirin xezm bikin wê dijwartir bibin. Lê belê bi vê re hevdeng li ber çavan girtin, weke îrade qebûl kirin û muxatabgirtina kurdan jî di qada navneteweyî de zêde dibe.
Bi fermî qebûlkirin û hewldana Rûsyayê ya ji bo weke alî beşdarkirina Kurdan a 2’yemîn Konferansa Cenewreyê encemeke vê  berxwedanê ye.

Tevî êrîşkirina çete û komên terorîst a ji aliyê Tirkiyeyê ve neçarmayina wê ya muxatapgirtina PYD û DBK’ê jî encameke vê berxwedanê ye. Berxwedan û serkeftina YPG’ê ya li dij komên girêdayî El Qaîdeyê yên bi desteka dewletên herêmê yên mîna Tirkiyeyê di vê astê de berxwedan û bi erdê re kirina yek a karîzma û navdariya El Qaîdeyê li tevahiya cîhanê sempatiyeke mezin afirandiye. Şik û guman tune ye ku di vî şerî de serkeftina YPG’ê wê di qada navneteweyî de naskirin, rewadîtin û fermîbûna statuya rojavayê Kurdistanê bi xwe re bîne. Ji ber ku şerê niha li Rojava tê dayin ne şerê YPG’ê û hin komên çete û terorîst bi tenê ye, di rastiyê de berxwedana îradeya tevahiya kurdan li dij hemû hevkarî, îtîfak û hebûnên dij kurd e, serkeftina YPG’ê wê destkeftî û şoreşên li parçeyên din jî misogertir bike.

Serkeftina Rojava dê bibe serkeftina hemû kurdan ji ber vê yekê jî bi her awayî hêzdayin û cîhgirtina di nava Şoreşa Rojava de erk û berpirsiyariya sereke û jiyanî yê her kurdî ye.

Azîz Ogur

Teqîna volkana kurdewariyê

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org