Em heyranê wan in ew jî dijminê me ne ~ HAWARNET Nêrîn

8/22/13

Piştî Zayînê bipêşnûmayî di sedsaliya 634’an li gorî min Kurdistan di dema Xelîfe Emer de hatiye dagirkirin. 
______________________________________________________________________________




FORUMA HEVBEŞ
  


Hawar Net



22 Tebax, 2013 Weşandin:0517 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com






______________________________________________________________________________




Di wan deman de gelê kurd bi awayekî xwezayî li ser xaka bav û kalên xwe dijiya, pîvan û reveberiya wan yê neolotîkê û exlaq û çanda wan bi nasnameya Zerdeşiyê dihat pênasekirin. Xelîfe Emer artêşa Îslamê dişîne Kurdistanê. Artêş ji du beşan pêk tê beşek jê diçe başûr û rojavayê Kurdistanê beşek jî tê Bakur. Serleşkerê milê artêşê yê Bakur Îbn Weqas e. Tirba vî zatê komkujer di dema fetihkirina Keleha Amedê de hatiye kuştin û tirba wî li çariya Deriyê Çiya di hewşa nigê Sûra Amedê de ye. Kurd hêj jî heyranê vî kujerê xwe ne û wekî ziyaretgehekê tê qebûlkirin û diçin li ser fatîha dixwînin. Her ji çed salan guherîn li wê tirbê têkirin. Gelek caran min ew bi nivîsên xwe deşîfre kiriye. Bawermendên kurdan bila li min bibihurin. Vî qatîlî mêjiyê kurdan û pergela wan a jiyanê ji hev parçe parçe kiriye. Tu cudahiya wî û Sedam Huseyin an Kenan Ewren û van kujerên din ji hevdu tune ye.

Milê artêşa Îslamê ya duyemin Serleşkerê wê kurê Xelîfe Emer e. Di dîrokê de jêre dibêjin Abdullah Îbn Emer. Ev zatê zorker û komkujer li rojavayê Kurdistanê qetilamên bêedet pêk tîne.

Çiqas ku kurdan dikuje hêj bêtir dibin. Abdullah Îbn Emer heyirandî dimîne radibe nameyekê ji bavê xwe re dişîne. Ji bavê xwe re wiha dibêje; “Qewmek heye em wan çiqas di komkujiyan re derbas dikin ew roj biroj zêdedibin û em hindik dibin. Ev qewm ne xwedî kitêb e û ji wan re dibêjin mecûsî.” Dema ku name tê xwendin di civaka Emer de kesek destûrê dixwaze ji Emer re wiha dibêje; “rojekê ji rojan brhsa mecûsiyan (kurdan) darbas dibû û Hz Muhammed got; “kurd xwedî kitêb in.” Ez ji vê peyva pexemberê ûmetê re şahidiye dikim.”

Çavkanî berhema “Futuhet Bildan” navê kesê ku şahadetiyê dike “Abdullah Îbn Ewef e”. Li ser gotina vî kesî Emer bersiva nameyê ji lawê xwe yê serfermandar re dişîne û dibê komkujiya vî qewmî rawestine. Name dikeve destê Abdullah Îbn Emer lê hasil di Musilê re derketiye. Kurdên  di şurê re derbas bikin nemabûn. Mal can û namûsa kurdan li artêşa Îslamê hatibû helalkirin.

Ji dema ku bîr û baweriya şîrkê weke xelatekê li pey çewisker û dagirkerê ereban li Kurdistanê ma ev tewqa lanetkirî ketiye stûyên kurdan jê pêde kurdan hew berxe dîtiye. Bi vê hişmendiyê di serê sedsala derbasbûyî de dema ew miletê ku di bin banê Împeretoriya de dijiyan û ku bi hişmendiya Şoreşa Fransayê tev liviyan û serxebûnên xwe bi dest xistin dîsa sedem ev hişmendiya naletker şirka îslamê bû.

Di roja îro de qet tu tişt nehatiye guherîn dîsa mal, can û namûsa kurdan li çeteyan tê helalkirin. Gelê rojavayê Kurdistanê yê mazlûm dixwaze li ser xaka bav û kalê xwe bi awayekî azad bijî dîsa tevayên rexistinên Îslamî di ser Tirkiyeyê re li dijî vî gelî bûne yek û nahêlin azadiya xwe bi dest bixin. Wekî pirs ka em ji van rexistinê lanetker pirs bikin. Ma kurd ne misilman in. Ma azadî ne ne mafên wan e. Ka hûn çi? dixwazin ma ne hûn sehîtiyê ji hêzên emperyal re dikin. Ka hûn çi? Daw û dozê li kurdan dikin. Em bêjin ev hêzên çete hêzên dilnexwaz û hezên Ebu Sufyanan û di xeta Ebu Cehilan de ne. Ma gelo ev ambargoya deriyê Sêmalka ji kê re xizmetê dike ku tevayê cîhanê li me hatiye hev ma em çi daw û dozê li xwe dikin.

Nîşe: Der barê Dagirkirina Kurdistanê de min berhema ‘Kurdistan Kisa Tarîhî’ ya Ekrem Cemîl Paşa wekî referans wergirtiye.

Serkeft Botan

Em heyranê wan in ew jî dijminê me ne

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org