NIZAR BULDAN
Hawar Net
22 Tebax, 2013 Weşandin:0517 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
______________________________________________________________________________
Lê li vir wateya duyem, yan jî riya duyem heye. Ew jî ew e ku bi alîkarî û piştgiriya kurdên ders ji bûriyê xwe derxistî, bi çi awayî napejirînin li derbazbûyê xwe yê bi êş û jan vegerin, berê wan li azadiyê pişta wan li bindestî û dagirkeriyê, li rojavayê Kurdistanê berdêl çi dibe bila ew be wê azadiya xwe bi dest bixin, mafên xwe bistînin, desthilatiya xwe damezirîn û bi vî awayî wê deriyê deftera bûriyê bi êş wisa bigirin ku carek din lêvenegerin. Di rewşa heyî de ya nêzîkî misogeriyê ev riya duyem e. Ango serkeftina kurdan e li rojavayê Kurdistanê. Li rojavayê Kurdistanê serkeftina kurdan, ligel kurdan di heman demê de tê wateya qazançkirina tevayî gelên Rojhilata Navin. Dikare bibe riya çareseriyê ji bo pirsgirêkên giran yên Rojhilata Navin. Dikare rê li pêşiya xwîn, kuştin û qirkirinên bi alîkarî û senaryoyên dewletên rojava tên kirin bigire.
Lê hem ji ber ku herêm ya kurdan e û hem jî ji ber ku niha yên herî zêde bi hesret û xewnên azadiyê dijîn bêguman kurd in, ji ber wê jî herî zêde kurdan peywendîdar dike. Ne tenê di warê navxweyî de, her wiha di aliyê ji derve de jî. Binêrin û baş bizanin ku di çareseriya pirsgirêka kurd de eger dewleta tirk gavên pêwîst nahavêje, pêvajoyê bi awayek sist li demê belav dike, girtiyan bernade, guhertinên rêveker ji bo pêvajoyê nake, ji çaverêkirina rewşa rojavayê Kurdistanê ye. Her girêdayî heman babetê li dijî kurdan li rojavayê Kurdistanê bê dubarekirin hemû cureyên alîkariyê dide hêzên çete yên li dijî kurdan qirkirinan dikin.
Tirkiye li benda rewşa rojavayê Kurdistanê ye. Bila gumana kesî tunebe, eger li rojavayê Kurdistanê kurd azadiya xwe bi dest bixin û desthilatiya xwe damezirînin, dewleta tirk neçar e bi şêweyekî bi lez yek li pey yekê tevayî daxwazên kurdan bi cih bîne. Destûra xwe ji binîve biguhere, mafê perwerdeya zimanê dayikê jî bide. Hema bibîne ku kurd li rojava bi awayek misoger ber bi azadî û xweseriyê ve diçin wê dîsan lezê bide pêvajoya çareseriyê. Lê lewaziyê jî bibîne, wê bi heman awayî ber bi paşve gavan bavêje. Lewra di rewşa heyî de wê vegera li berê tenê di xewnên xwe de bibîne. Ji ber ku pirsgirêka kurd bi Tirkiyeyê re di nava pêvajoya çareseriyê de ye em niha nirxandinê li ser Tirkiyeyê dikin, eger na heman rewş ji bo Îranê jî derbas dibe. Îran ji bo çavên kurdan yên reş û belek hevdîtinan bi hevserokê PYD’ê Salih Muslîm re nake. Lê dizane çareseriya rojava wê pêlên xwe li rojhilatê Kurdistanê jî bide. Bi heman awayî Rûsya û dewletên rojavayî jî naxwazin kurd bi ser bikevin. Lê ji ber ku kurd serkeftîne neçarin pêre têkiliyan daynin.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...