Serokê he‌rêmê û kongreyê neteweyî ~ HAWARNET Nêrîn

8/13/13

Serok ew keseye he‌r weku "Con Wilyam Gardiner "dibêje rolekê mezin diçêkirina şêwazî bîrkirina civakî da he‌bît, mîna sumbolekê xizmeta yekbûna miletî biket û derbirînê ji wan behayan biket yên ku he‌mû civakî pêkve girê didet.  
______________________________________________________________________________




F. ÎSA XÊLEKÎ
  


Hawar Net



13 Tebax, 2013 Weşandin:1517 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com








______________________________________________________________________________







Eve jî nîşan û xesletên kesekê degmenin ku bi "sumbol ", anku yaku mebesta me bi "serkirdeyê sumbol "tê binavkirin, em dişên dupat biken "serkirdeyê sumbol "he‌r ew keseye yê şiyanên destinîşankirina armancan he‌bît û bişêt bêy tirs bo milet û dijminê xwe aşikira biket, û ji layekê din şiyanên wê çendê jî he‌bin, miletî ji rêrew û babetên lawekî dûr biket, sererayî he‌r tengeje û kêşe û nakukiyekê ku mîna keresteyekê jehrawî dinav leşê wanda û wan berev mirinê dibet, ew yê wan berev êk arasteyî û bo êk armancê berev serikeftinê û rizgaryê dibet, anku he‌mû şiyanên xwe di mezêxît miletê wî yekrêz û serferaz bît.

Belê miletê kurd jî îro gelek bextewere ku xwedî sumbolekê mîna serok "Mesud Barzanî "ye ku ew he‌mû nîşan ji xesletên cenabê wîne, bi zelalî û kiryar di kesayetiya wîda he‌st pê dhêne kirin, jiber ku jiyana xwe he‌mû terxankiriye tenha miletê wî bextewer û serferazbît, ji ber hindê îro zorîneya civakê kurdî he‌bûna cenabê wî bi giringî dizanin û pêşrweya wî bi pêdivî dadin in, ji bervê ji layê miletî ve bi (pêşmergeyê serok û serokê pêşmerge) hatiye bi navkirin, anku ew "serok "e yê he‌mû demekê amade bît bimirît daku miletê wî bijît, nek beruvajî!!, He‌r bo rastiya vê, berdewam cenabê wî tekezyê diket "yê dibin alayê Kurdistanê jidaykbûyî û amadeye dibin wî alayî ve bimirît ", dîsa cenabê wî dibîreweriya fîstevala yobîla zêrîna şorşa eylola meznda ewa li rêkikeftî 10 î eylula 2012 ê li Zaxo birêveçûyî (stiratîjiyet û armanca xwe) carek din aşikirakir û got "min nevêt kurd ji çu kesekê xwe kêmtir bidanin, mebesta min ji wergirtina postê serokatiya he‌rêmê ewe daku navimaliya kurdan rêkibêxim û êdî wenekim xwîna kurdan bidestên kurdan birjêt, ragehand ku em kurd yê berev pêşve diçîn û êdî berev paşive nazivirîn "


He‌r bo vê mebestê cenabê wî bi rijdî dakukî liser bestina kongireyê neteweyî kir, daku he‌mû kurdan sererayî he‌r nakokî û têrwanîn û aydulojiyekê li ser êkrêrewê û berev êk armanca neteweyî bibet, nexasme devera rojhe‌la naverast ya berev guhorînê diçît û rijêmên takirew berev mirinê diçin, civakê nêvdewletî jî bi vî ketwarî raziye û dagîrikerên Kurdistanê jî yê danpêdanê bi rastiyê diken û ji layê saykulojî ve gehştîne wê baweriyê aram û seqamgîr nabin eger kêşeya kurdan çareneken, bi taybetî Turkiya ku berî çend salan bi bîhstina peyva (kurd) şên dibûn û îro serok wezîrê wê "receb teyib erdogan "li amedê xwe bi xudeyê kêşeyiya kurdî daye niyasîn û yê he‌wla çarekirinê bo diket! Li Îranê jî "Hesen Rohanî "serok komarê nû yê Îranê di he‌wa propakndeya xwe ya he‌lbijartinanda behsê beşdariya kurdan kir di hukmeta nû ya Îranê da, eger ji layê piraktîkî ve wesa jî nebît, lê amajeyeka erêniye ku melayên îranê yê kurdan qebûl diken û ji xewa înkarkirinê hoşiyar dibin! Li Sûriyê jî kurdan pitiriya nawçeyên Kurdistanê rizgarkirîne, lê pêdivî bi yekrêziyê û çarekirina nakokiyên xwe yên lawekîne daku ev derfete jidest neçît, he‌rwesa başorê Kurdistanê jî weku aşkira mîna dewleteka bihêz di nav hawkêşeyên he‌rêmayetî û nêvdewletyda hisab û reftar digel dihêne kirin, wate ev çerxe şansê kurdaye berev serkeftina êkcarî, lê eger kurd li astê berpirsiyaretyê bin? Wate he‌mû kêşeyên xwe digel êkdu dijî êk digorêda bidanin û xwe jê rizgarbken, bo vî baştirîn karî ku bestina kongireyê neteweyî bûye ya ku îro bûye rastî, he‌rwesa serkeftina kar û erikê wêye, eve jî pêdivî bi kesekî diket ku derbirînê ji he‌mû behayên netewayetî biket û he‌mû civakê Kurdistanê pêkive girêbdet ku bibît "serokê menewî "bo Kurdistana mezin û bo he‌mû kurdekî, weku mercekê rêz bo bihênegirtin, jilayekê din he‌mû takekê kurd û Kurdistanî şanaziyê pê biken, daku dijmin jî hisabê bo biken û neçar bibin destên xwe ji ser mafên wan raken, piştirastim bo evê qonaxa giring û he‌sitiyar li goreyî serboran tenha keseke leser astê navxweyî ku mebesta min Kurdistane yê meqbûle û li ser astê derekî jî chê rêzê û sengeka taybete, ew jî cenabê "serok Barzanî "ye.

Serokê he‌rêmê û kongreyê neteweyî

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org