ŞÎMAL M. BERÇÎ
Hawar Net
13 Tebax, 2013 Weşandin:1517 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
______________________________________________________________________________
Hîç hêz û layenekê siyasî yê kurdî nehête jibîrikirin ji bo pişkdarîkirinê.
Baştire eger ji bilî kesanên siyasî, kesayetiyên aynî civakî û nivîserên beriniyas û rewşenbîr hitid... Bihêne daxwazkirin.
3 -kesayetiyên aynî û civakî yên ol û neteweyên dî yên li gel kurdan da dijîn bihêne pikşdarikirin wek aşor, kildan, turikman, ermen.. Hitid.
4 -dostên gelê kurd yên her çar parçên Kurdistanê bihêne daxwazkirin.
5 -gelek başe eger nûnerên welatên ku Kurdistan li ser hatî ye parivekirin bihêne daxwazkirin û berhevbibin.
6 -kesanên dostên gelên bin dest û mirov dostên cîhanî bihêne daxwazkirin.
7 -dezgehên ragehandinê yên hemî cîhanê bihêne daxwazkirin, bitaybetî jî ew dezgehên bi navûdeng û kartêger wek (waşntun pust, royiteriz û kenalên tî vî û radyoyên cîhanî hitid.
Eve û çendîn xalên dî weku mîkanzma kongirey lê ya ji hemiyan girinktir ewe kanê bername û bas û biriyarên kongirey çi bin başe bi dîtina min ev xalên li xwarê girinktirîn xalên xewin û hîvyên gelê kurdin li herçar parçên Kurdistanê.
Yek ji xalên here serekî heramkirina kuştina kurdan bi destê kurdan, ku derdekê kuşndeyê sed salên bûrî yên gelê kurd bûye, herwek çendîn caran berêz serokê herêma Kurdistanê dakokî lê kirî ku (nabe kurd bi destê kurdî bihête kuştin).
2 -ragehandina peyama aştî û birayetî û pêkvejiyanê ji bo hemî gelên li cîhanê û bitaybetî jî yên li dewrûberên kurdan wek (turik, ereb, faris).
Danana komîteyeka berdewam jibo dûvçûna biriyar û armanc û peyamên kongirey.
4 -gehandina peyamekê bo wan kes û aliyên boyne dar destên dojmnên gelê kurd wek (caş, mixabirat, leşikir, hizib, kesanên eşayrî.. Hitid) ku destan ji van karên nemirovane berden ku dibine egerê paşkeftina gel û şoreş û armancên gelê kurd û baştir jî eger bi aştî û rêkên siyasî bihêne peşîmankirin.
5 -cugrafiya Kurdistanê bihête diyarkirin li dûv belgenamên giring û piştbestin bi belgenamên dîrokî.
6 -soz û peyman bihênedan ku êdî kar ji bo berjewendiyên neteweyî û giştî yên gelê Kurdistanê be paşî ji bo berjiwendiyên siyasî waydolojî.
7 -dakokî li ser parastina ziman û çand wikeltûrê kurdî bi hemî şêwazên xwe ve bihête kirin.
8 -mîdiya kurdî bihête rêkxistin û jiblî gehandina peyamên siyasî û aydolojî û hizbayetî peyama serekî xizmetkirina netewe û ziman û siyaseta rasteqîneya kurdewarî be.
9 -ew xalên di dîrokê da bûne egerê lawaziya gelê kurd û jidestdana derfetên zêrîn bibine binemayên serekyên kongirey wikar ji bo nehêlana wan egeran bihêtekirin.
10 -peywendiyên siyasî û civakî û çandî wikeltûrî û zaravî bêhne xurtkirin û bibine biniyatekê bi hêz ji bo lêkinêzîkkirina herçar parçên Kurdistanê û di vî warî da bernameyekê bi rêkûpêk bihêtedanan, wek seredan û xizmayetî û fîsteval û konfiranis û ahengên hunerî û keltûrî.. Hitid.
Eve û çendîn xalên dî hene ku dê bine egerê bidestiveynana xewna bi sedan salî ya ku gelê kurd kar bo kirî û heta niha nehatî ye dî, li dûmahyê dê vê nivîsnê bi gotineka
Ehmedê Xanî bidûmahîk înim ku berê 300 salan zêdetir gotî û niha ji nû bizavên bo dihêne kirin:..
Ger dê heba me îtîfaqek
Vêkira kiriba me înqiyadek
Rom û ecem û ereban bi temamî
Wan jimera dikir xulamî..
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...