F.MEDENÎ MARSIL
Hawar Net
23 Îlon, 2013 Weşandin:0749 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
______________________________________________________________________________
Yek ji nasyonalistê tirk Nihal Atsiz jî di dema xwe de di kovara “Ötüken” a hejmar 40, 1967an de di derbarê kurdan de heman gotin nivîsandibû..... “Ji bo wê jî bêyî ku serê miletê tirk bixin belayê û ew jî ku naxawazin ji ortê rabin bila cihenem bibin biçin. Kuda diçin bila biçin, çavên wan kuderê dibîne, dilê wan kuderê dixwaze bila herin li wê. Bila herin Îranê, Pakistanê, Hindîstanê, bila herin ba Barzanî. Bila serdana NY bikin da li Afrikayê ji xwe re welat bibînin. Bila zanibin miletê tirk gelek bi sebir e lê wexta aciz bibin wek Şêrê Kaxan in kes nikare li ber wan bisekine ger ew nizanin vê yekê bila ji nijaddaşên xwe ermeniyan bipirsin da aqil bihê serê wan.....”
Îslamîstên tirk jî li ser rêya nasyonalîstên tirk dimeşin di vê hemdemê de êdî nikarin bi darê zorê li îcar bi beyanên xwe kurdan rencîde dikin û çavên wan ditirsînin da daxwazên xwe neynîn zimên.
Ne ev cara yekê ye serokwezîrê Tirk Erdogan bi gotinên xwe kurdan tehdît dike; di 2.11.2008ê de di nimayişa partiya xwe ya Çolemergê de dîsa gotibû ku; ”Ya hes bike ya terk bike; ya jî yên xwe di çerçeweya ’yek milet’, ’yek dewlet’, ’yek al’, ’yek watan’ de nebînin divê terk bikin”.
Herweha cîgirserokê wî Bulent Arinc jî dibêje; ”yên ku bi zimanê dayîkê perwerdeyî dixwazin bila ew herin bakurê Iraqê li wê fêr bibin”. Ew berê jî îma kiribû ku zimanê kurdî ne zimanê medenîyetê yê û nabe ku pê perwerde bihê kirin.
Ne tenê serokwezîrê Tirkiyeyê û cîgirê wî herweha wezîrê wî yê berê yê Parastinê Vecdî Gonul jî di 11.11.2008ê de li navenda Ewrûpayê li Brukselê gotibû ku; ”Ger îro li herêma Egeyê rûm û li herêmên din yên Tirkiyeyê ermenî bijiyana, gelo dê dewleteka milî ya Tirkiyeyê hebûna?” Yanî wezîr eşkere û bi gotinên xwe yê zelal qatlîamên ku li dijî gayrî-musliman pêkanîne, tesdîq dikir.
Ne tenê serokwezîr, cîgirserokwezîr û wezîr her weha wekilên AKPê jî bi beyanên xwe kurdan tehdît dikin; wekîlê Yozgatê yê dewra 23em a AKPê Abdulkadir Akgul di kursiyê mecîsê de gotibû;“yên ku li hember dewletê derdikevin divê bên kuştin”.
Ne tenê serokwezîr, cigîrserokwezîr, wezîr û mebûs herweha serokê şarederîya wan jî li ser rêya partîya xwe dimeşin. Serokê Şaredarîya Rîzê yê AKPê Helil Bakircî di 30ê Hezîrana 2010ê de gotibû ku; ”Li Rojhilata Anadoliyê zewaca duyemîn gelek zêde ye, meriv dikare bi teşwîq û alîkarîya dewletê bi wan re bizewice û bibe akrabayê hev û bi vî hawayî pirsa kurd çareser bibe.”
AKP bi van helwest û beyanên xwe bi temamî ji partîyeka mazlûm derketîye ber bi zalimtîyê ve diçe. Ev zalimtîya xwe bi beyanên xwe û bi neqebûlkirina daxwazên kurdan nîşan dide. Mafê perwerdeya bi zimanê kurdî qebûl nake û daxwazên meşrû yê kurdan red dike wan tehdît dike û ditirsîne.
Di eslê xwe de di vê qirnê de divê ev beyanên weha sûc bên hesibandin, lê mixabin Tirkiye welatekî wilo ye ku gotinên weha ji aliyê derûdorek fireh ve normal û cazib tê dîtin û yên din jî dikevin dorê û van gotinan bi kar tînin; ji xwe berê wan jî gelek caran gotinên weha hatine bi kar anîn.
Hin di salên 1930î de yek ji wan nasyonalîstê tirk û Wezîrê Adaletê Mahmûd Esad Bozkurt bû ku, digot; “Li Tirkiyeyê miletekî heye, ev milet jî miltetê Tirk e, yên ku ne tirk in mafekî wan tenê heye, ew jî ji tirkan re xizmetê bikin.”
Lê dê roj bê ev beyanên nîjadperest bibin destar û bikevin hustiyê wan û ew ê nikaribin di bin van beyanan de rabin; li hember dîrokê û cîhana demokratîk û medenî bêîtîbar û stuxwar bin.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...