SAÎT KIRICI
Hawar Net
24 îon, 2013 Weşandin:0431 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
______________________________________________________________________________
Mixabin bûyerên vê taliyê wek piraniya me bû sedem ku ez ji bi çend pirsan dest bi şik û ditinên xwe bikim..
Gelo cara duyemîn paşdexistina Kongra Neteweyî tê çi wate yê?
Di taloqkirina Kongra Neteweyî de rola dewletên heremê hata kuderê tayinkar e ?
Sedema pêk nehatina Kongra Neteweyî tekoşîna desthilatdariyê ye yan na?
Sedem ev be, ma gelo rêyek li hevhatinê tune ye?
Wek ku tê zanin Kurdistan derî iradeya xwe ji aliyên dewletên dagirker hatiyê percekirin. Her perceyek Kurdistanê tayibetmendiyên xwe yên aborî, civakî û rêxistini heye…
Bi qeneata min yên banga Kongra Netewî kirin vê yekê baş zanibûn.
Rast e… Avakirina Kongra Neteweyî karekî ne hêsan e. Pirsgirêk hebûn/hene.. Pirsgirekên ku wek tên destnişankirin:
Selahyeta Kongrê
Avakirin û karên Komisyonan
Modela serokatî
Xwestekên berdevk an hevserokatî
Dabeşkirina 600 nûneran
Hilbijartinên başurê Kurdistanê
Desthilatdarî
Bi qeneata min, hin sedemên ji raya giştî ya Kurdistanê tên veşarti jî hene. Bûyerên vê taliye dide diyarkirin ku sedemên nayên eşkerekirin di ev têkiliyan de hin tayinker in.
Mirov kare wan ji bi vî şiklî bi nav bike:
Tekiliyên Partiyên Kurdistanê û yên dewletên dagirker
Li gor van têkiliyan pozisyona wan î li dijî hev
Rewşa rojava
Helwesta Emerika û Tirkiyê
Bloka Rûsya, Sûriye, Iranê
Berjewendiyên aborî
Di siyasetê de hebûna pirsgirêkan tiştekî xwezayî ye… Dezgehên siyasetê ji bo careserkirina vê yekê hene…Yên ne xwezayî helwesta partiyên banga Kongra Netewî kirine.
Bi awayekî pir bi lez û bê pêşhaziriyê banga Kongra Netewî kirin. Pişti wê bi lez tarixa Kongra Neteweyî ji raya giştî ya Kurdistanê re hate diyarkirin..
Dîroka me ya nêz, dest nişan dide ku çi ji aliyê bêşdariyê, çi jî ji aliyê rewşa Rojhilata Navîn pêwîstiya Kongra Neteweyî ji demekî haziriyê re hebû..
Mixabin li Kurdistanê siyaset, ji vizyon û haziriyan bêtir bi rojevên rojane tên meşandin… Hedef û perspektivên me ne zelal in.. Şiklê banga Kongrê, daxuyaniyên “Kongre ne li diji dewletên dagirker in” nişana vê yekê ye…
Bangek, rojevek amade dibe em giş heyhat li du wê rojevê direvin..Ji sedema qelsî, bêbalansiyê û hesabên bicûk mirov kare hin kurdên bakurê Kurdistanê heta çihekî fam bike..Lê ve carê helwesta partiyên başûrên Kurdistanê mirov dixe nav fikaran.
Di diroka kurd û Kurdistanê de gelek caran partîyên me xwestine yekitî û îradeyek neteweyî ava bikin…Lê çi heyf û mixabin ji hin sedeman ev yek heta vê gave pêk nehatiye. Siyaseta teng û ezê xwedîyê hertiştî bim pêşiya vê yekê birîye. Pêwîstiyek heye ku sîyasetmedarên civata me li ser sedemên vê yekê baş rawest in..
Divê em vê yekê baş zanibin ku Kurdistan bi derfet û rewşeka dijwar rûbirû ye.
Erdnigeriya ku em li ser dijin, erdnigeriya şerê desthilatdariyê ye. Li alikî Emerika û Tirkiye li aliyê din Rsya, Iran û dewletên heremê…Siyaset li gor berjewendiyan dimeş e.Vê gavê derveyî vîna kurdan hîn bûyer pêk tên.
Terefên giranîya wan di haziriya Kongra Neteweyî de hene di zutirin roj de tilamên xwe careser bikin..Û ji dijitiya Emerika –Tirkiye û bloka Sûriye-Iran û Rûsya encamên erîni derxînin.
Divê siyasetmedarên kurd jî di vê pêvajoyê de bi rexneyên avakar zorê bidin partiyên her car Kurdistanê ji bo vê firseta dîrokî nerevînin.
Ji destpêka munaqeşeyên li ser Kongra Neteweyî heta îro herkes vê xwestekê wek erênî nirxand. Ji gringîya pêvajoyê kes dengê xwe nekir. Bi taloqkirina du caran dest nişankir ku hewcedarîya zexteka li ser partiyên sereke heye. Avakirina Kongra Neteweyî erkeka dîrokî dixe ser milê me...
Heger kurd vê carê jî hêjayîyên dewleta başûrê Kurdistanê neparêzin û li Rojavayê Kurdistanê rêya xwedî dewletbûyinê venekin ew ê li hemberî dîrokê rûreş bin.
Bi taybetî li Rojava derfetekî dîrokî li pêş tevgera Kurd e. Pişti wendakirina vê derfetê mesûlîyetek dîrokî dikeve ser milê hemû partiyên Kurdistanê û bi taybeti jî dikeve ser milê KDP û PKKê.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...