FAYSAL DAGLI
Hawar Net
01 Îlon, 2013 Weşandin:0949 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
______________________________________________________________________________
Civîna ku salan e wek xeyalek netewî bahsa wê tê kirin, nîhayet bi mazûvaniya Serokê Herema Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi banga Serokê Yektiya Niştimanperwerên Kurdistanê Celal Talabanî û Serokê Koma Civakên Kurdistanê Abdullah Öcalan li ser xaka azad ya Kurdistanê tê lidarxistin. Wate ev hersê damarên bingehîn yê siyaset û civaka kurd di vê civînê de jî rola bingehîn dilîzin û herwiha muxalefeta Başûrê Kurdistanê Tevgera Goran û partiyên İslamî jî bi samîmiyeteke mezin pêşwaziya konferansê dikin, û wek hizb, hêz û civaka sivîl ya beşên Rojava û Rojhilatê Kurdistanê biryara tevlîbûn û xurtkirina vê pêvajoyê dikin.
Pirsgirêk û erkên ku di asoya Kurdistanê de li benda siyasata kurd e, profîla binbarî û bendewariyên vê civînê gewretir dike. Helbet ne tenê çavên netewa kurd, siyaseta welatên cîran û hêzên navnetewî jî bi meraqek mezin li benda encama vê civînê ye.
Ji ber ku kurd, bi awayeke giştî êdî di qada siyaset û stratejiyên navnetewî yên Rojhilata Navîn de aktorên sereke ne, ne fîguran an jî mîlîsên şer û pevçûnên navbera dewletên din in. Li İraq, Tirkiye û Suriye’yê hêz û rêxistina kurdan gihîştiye asta dewletbûna hevrast (parallel state)!
Herwiha diyar e ku êdî hem dewletên serdest yên cîran û hem jî hêzên navnetewî ji ber ku nikarin li hember têkoşîn û yekîtiya kurd bibin asteng, wê bixwazin pêşveçûnek wiha manîpule bikin û li ser encamên wê pevajoyê bibandor bin. Ev yek jî wê di diyaloga navbera siyaseta kurd de hasasiyeta hevkarî û rêzgirtinê bilindtir bike.
Hêwî tê kirin ku siyaseta kurd, li gor dengeyên siyasî yên heremê, rewşa navxweyî ya welatên cîran (Tirkiye, İran, Iraq û Suriye) û konjoktora nû tevbigere û pozisyona xwe li gor vê yekê diyar bike.
Ev civîn di demeke ku serokatiya tevgera kurd -Mam Celal bi giranî nexweş e, Öcalan di bin şertên giran de di zindanê de ye, Barzanî bi pirsgirêkên giran ve rûberû ye- di nav tengasiyên mezin de ye tê lidarxistin. Ev rewş jî aliyê lewaz yê siyaseta kurd e. Ji ber vê yekê ji bo serkeftina vê konferansê li gel niyetpakiya rêvebirên hizb û hêzên siyaseta kurd, atmosfera tevlîbûna demokratîk, şefafbûn û diyaloga medenî dibe egerek serkeftina konferansê.
Modela demokratîk ya Rojhilata Navîn tenê li Kurdistanê dikare bê afirandin. Ji ber vê yekê di hemû pêvajoyên yekîtiya netewî de divê awayên demokratîk bên bikaranîn. Demokrasiya Kurdistanê ne tenê ji bo kurdan, herwiha ji bo hemû gelên heremê dikare bibe perspektîfa pêşerojê.
Wiha diyar e ku ji bo aheng û serkeftina konferansê barê giran li ser milê Mesûd Barzanî dimîne. Emê bibînin gelo wê siyaseta kurd, bikaribe ev barê Barzanî bi awayeke demokratîk li hevûdû parvebike? Egereke din ya serkeftina vê konferansê „berî her tiştî berjewendiyên netewî' ye. Fikrên ku ji peyamên Talabanî û Öcalan jî tên fahmkirin ev in. Mizginiya ku ji bo Mam Celal bibe çoşa jiyanê û ji bo Öcalan bibe hêviya pêşerojek azad jî wê ev be.
Barzanî di peyama xwe ya derbarê konferansê de ku li ser navê Talabanî û Öcalan de tîne ziman wiha dibêje: „Dijminên gelê me lewaz ketine, merhele ya înkara kurd bi dawî bûye. Berewajiyê sedsala tarî ya 20’an, wê sedsala 21’an bibe sedsala ku hêviyên kurdan pêk werin. Di vê pêvajoya krîtîk de ji bo têkoşîna mafdar ya gelê me biserkeve pêwîstiya me bi yekîtî û xebata hevbeş heye.'
Asoyên Kurdistanê wek vê peyama konferansê li ber zayîneke nû û hêvîdar e. Welatê me çawa ku sedsala borî bû awzêla bela û qedayên heremê, niha dikare bibe çavkaniya demokrasiya heremê. Ji ber vê yekê rojeva vê civînê têr û tijî ye. Di rojevê de; pêşxistina demokrasiya Başûrê Kurdistanê, amadekirina mercên serxwebûna Başûrê Kurdistanê, tevlîkirina Kerkûk û devrûberê bo xaka niştiman, li Bakûrê Kurdistanê bidestxistina statuyeke pêşkeftî, li Rojavayê Kurdistanê perçînkirina statuyeke navdewletî, yekgirtina navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê, li Rojhilatê Kurdistanê bidestxistina statuyeke berfireh û ji bo van hemû armancên netewî diyalog û hevkariyeke demokratîk û bi ahneng û herwiha aqlekî hevpar yê netewî heye.
Tevlîbûna tarawgeya (diyaspora) kurd ya vê konferansê jî ji bo serkeftinê xeleke jiyanî ye. Eger dînamîkên tarawgeya kurd, bi awayeke xurt tevlî vê konferansê nebin, dibe ku piştî demekî ji hêzên niştimanî dûrkevin. Naskirina çand û zimanên cuda yên diyasporayê, networka wan ya berfireh, potansiyela aborî û dîplomasiyê dikare bibe zemîna xurtkirina pêvajoyê.
Herwiha rojeva vê konferansê ne tenê mijarên siyasî ne. Yekta pirsgirêka netewa kurd û netewên din yên xaka welatê me ne tenê metingerî û berxwedana dijî dagirkeriyê ye. Hêz û civaka sivîl ya kurd wê mijarên civakî yên wek; ziman, çand, medya, şîddeta li dijî jinan, aborî û gelek tiştên din jî nîqaş bike û ji bo van pirsgirêkên ku kurdan ji hev dûrdixîne jî çareseriyan peyda bike.
Kurdistan welatek heterojen e ku fire çand, fire ziman, fire ol û fire netew e. Netewa kurd jî fire renhewler-kurd-ulusal-kongresig e. Ji ber çar beşên ku ji aliyê çar dewletên cuda ve hatiye dagirkirin, di warê siyasî û çandî ve jihev dûrketiye. Metingerî li ber damezrandina saziyên netewî jî bûye asteng. Heta salên 1990’ân îzolasyona beşên Kurdistanê di navbera gelê me de bûye sedemê perçebûn û biyanîbûnek çandî û siyasî. Ev pêvajo dikare bibe şaneyeke maddî û giyanî ji bo yekkirina laşê perçekirî yê netewa kurd û welatê wan. Esasen daxwaza gelê kurd jî yekbûn e û siyaseta kurd niha vê erka ku gel sipartiye wê pêk tîne.
Ji bo bersîvdayîna bendewariyên walatiyên kurd ji vê konferansê hêvî tê kirin ku siyaseta kurd bi awayeke realîst tevbigere. Ji bo ku encam û pêkanînên civînê li zemîna netewî bersîva xwe bibîne jî, divê encam û pêkanîn ji kontrol û tevlîbûna hemû kurdan re vekirî be û ji bo vê yekê jî mekanîzmayên demokratîk bên sazkirin.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...