Serkevtina Kongreyê Neteweyî hêviya dêrîn a Kurdan e‌ ~ HAWARNET Nêrîn

9/1/13

Wek em he‌mû dizanîn, mêjûya gelê me‌ li be‌r li berçave‌, her ji kevinde û teya îro, gelek tiştên seyir û bi mendehoşî û neyasayî û dûr ji hizrên aqilî komdbin,
______________________________________________________________________________




TARIQÊ HESO
  


Hawar Net



01 Îlon, 2013 Weşandin:1354 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com






______________________________________________________________________________




Bi gelek rengan pirsiyar têne‌krin. her ji serdemê wan kawdan û nexweşiyên li ser gelê me yê kurd derbazbûn, li se‌rdemê îmbratoriyan heya îro, xewna her kurdekê kurdperwere ku rojek bihêt miletê me li hev bicivît û bigehîte yek helwe‌st û biryara ne‌te‌we‌yî, ne‌xasme‌ beramberî dijmin û nehe‌zên gelê me. 

Lê ev xewne li gelê kurd bi se‌dan salan dirêjibow, ji ber ku pilan û find û fêlên dijminan ewên bkaranîn dige‌l gelê me, çi pilanên navixwe‌yî bin linav gelî, yan hêrişkrin û tirsandina gelê me bît bi darê zorê, eve jî bûye daxek di dilê her kurdekî de heta îro pê dinalît, daxibare bi wan rojên reş û kawdanên nexoş, e‌wên ewên biserî wî hatyn, weke filmekê diramayê, lê bi rengek aşkra û dirust, bila em evê rastiyê baş bizanîn û ji bîr nekin, eger me nhanî ziman, zarokên me dê înin û bêjin, belku bûye beşek girinik ji mêjûya kurdan, çunky wekî hatiye kotin, mêjû şermê ji kesekî naket û diluvanyê bi kese‌kî nabet, herkesek li gor pêvaju û kiryarên xwe maye di dîrokê de, ka çawe ev milete hatiye xapandin, berpirs ji vê çendê kî ye û gonah li stûyê kêye? 

Ev malwêraniye hatiye serî bi sede‌yên salan, herwesa dkarîn bêjîn, çima dîrokê zolim li kurdan kriye? Egerên wê çine heta îro mane bê kes û xodan? eger çine taku niha çu derfet jêre nehatyne ku rojekê serok û rêber û xudan hoz û aqilmendên kurdan lhev biçivin bo endê ku hizrekê di pirsa netewe‌yî de biken?. Heta hatina şoreşa Şêx e‌bdulayê nehrî destpêkrî û didûvde şoreşa Barzan ya nyştîmanî û azadîxwaz hatî li ser bîr û bawe‌rên mokom û rewa, daku xizmeta gel û welatê xwe biket dûr ji ciyawazyê di navbeyna he‌mû pêkhatên Kurdistanê de, heta îro ev doze berdewame bi serokatiya rêzdar Me‌sud Barzanî weku rêve‌be‌rê kongireyê neteweyî ku ji layê endamên kongirêve‌ hatiye helbijartin.

Weku diyar, ev kongireye dê li 15 î meha eylonê dest bi karên xwe‌ ket bo demê sê rojan, ya pêkhatiye ji 600 endamên navxwe‌yî ji he‌mû alyên siyasî û xelkê sivîl û ze‌lamên olî û civaky, herwesa 300 mêevan weku sazî û kesayetî li ser astê navdewletî û deriveyî herêma kurdistanê têda pişkdarin. 


Dhête‌ ejmartin kongire‌yê êkê yê netewe‌y dhête‌ be‌stin li hewlêra paytext bo diyarkrina çarenivîsê gelê kurd, dyare‌ jî sazanek neteweyî li navbeyna he‌mû sazî û partên kurdî de he‌ye‌. 

Min bawerî he‌ye‌ ku eve ew name‌ya nyştîmanî û neteweyiye ji berhemê he‌mû şoreşên kurdiye li herçwar parçe‌yan dijî zulim û zordariyê, her ji serdemê şoreşa e‌bdulse‌lamê Barzanî û heta qonaxa îro. Armanca wî jî avakrina navimala kurdiye û biceînana mafên gelê kurde‌ ji destên dijmin û neyarên wan, lê supas bo yezdanê dilovan ew rojhat wekî îro em dibînîn gelê kurd li herçwar parçe‌yên kurdistanê berhe‌viya xwe dket bo kongireyê neteweyî li herêma kurdistanê, ew he‌rêm û parçe‌ya hatiye rizgarkrin bi xebat û berxudana gelê me, digel hindê jî me dît ew dijminên har û dirindeyên bi sede‌yên salan xêr û berhemê evî gelî dixwar, îro ber bi lawazbûn û payizeke direng diçît û diniya lê hatiye‌ êk. Lê çiqas xwe‌şe ew xewin û hêviya her welatparêzekê îro he‌mû partî û saziyên kurdî lher cihekê kurd lê dijîn li he‌v diçivin bo diyarkirina çarenivîsê xwe liser axa babokalan û çawaniya danustandina gelê kurd digel welatên dewir û ber bi rengekê taybet û cîhanê bi giştî, bi yek reng û deng helwe‌st dûr ji berjewendiyên kesatyên berteng bi tinê xizmeta neteweya kurd dihête‌ kirin.

Bi baweriya min, serkevtina kongireyî neteweyî li demek nêzîk nîşanên danana dewleta mezna kurdiye, eger milet piştevan bît û bi giyanek birayane û yek sozî karbike‌t. hergav ew karesatên biserde hatîn û derbazbûyin libîra xwe bînin, çunky êgirtin û serkeftina kongireyekê neteweyî umêdek mêjûya kurdane, hêvîdarin ev kongireye‌ bibîte sazana avakirina navmaliya kurdî li herçwar parçe‌yan, paşî bibîte‌ têkdan û jinavbirina peymana Sayks-Bîko ya ne mirovane û binigehe‌k bo avakirina kurdistanek bê sinorên de‌stkird. he‌rwe‌sa hêvîdarin rojek bihêt ev kongireye bibîte hêzek şerî li seranserî kurdistanê bo xizmeta gel û nîştîmanî, daku zaroyên me pê şad bibin wekî he‌mû zaroyan di nav miletên cîhana evrode û bi serfe‌razî bijîn û bêjin: em kurdîn û xudan dîrokin..

Serkevtina Kongreyê Neteweyî hêviya dêrîn a Kurdan e‌

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org