Hebûna gerîlayan garantiya pêşeroja Kurdan e ~ HAWARNET Nêrîn

9/2/13

Piştî "pêvajoya çareseriyê" pirsgirêka kurd di rojevê ji her demê zêdetir cih digre.. Herkes derdikeve nêrînên xwe vedibêje. Di televîzyonên Tirkî bê îstîstana her şev nîqaşeke derbarê vê yekê tê kirin. Balkêşe ku hemû Tirkan di mijarekê de li hev dikin û hinek Kurdên ku tenê di demên wisa de ji kozikên xwe derdikevin holê jî li gel wan e. Ev jî bi temamî çekberdana PKK'yê.
______________________________________________________________________________




SERHAD B. RÊNAS*
  


Hawar Net



02 Îlon, 2013 Weşandin:0749 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com



______________________________________________________________________________




Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, ku li ser vexwendina Şaredariya Viyanayê hat paytexta Awûstûrya Viyanayê,Tiştêk neecêbe ku Tirk ewqasî dibêjin "bila PKK dev ji çekan berde piştre çi pêwîst be emê bikin."

Ger PKK û Kurdan bi wan gotinan bixapin wê derkeve holê ku Kurd ji dîrokê qet ders nestandine.

Hedefa dewleta Tirk ewe ku PKK dev ji çekan berde û sîlehan deyne. Bi vî avahî rewşa Kurdan vegera beriya 1980'an. Dewleta Tirk û hemû Tirkên faşîst bi taybetî ji Kurdên biçek ditirsin û dixwazin ji holê rakin. Ji ber ku li Rojhilata Navîn çek hê jî hêza herî mezin e. Artêşên herî bi çek jî li Rojhilata Navîn derdora wê de hene. Tirk tehemmul nakin ku piştî ewqas salan Kurd bûn xwedî hêzên çekdarî. Tirk vê yekê ji bo xwe wek xetera herî dîrokî stratejîk dibînin.

Ger PKK dev ji çekan berde wê Kurd di muzakerayan de bêqewet bimînin û dewleta Tirk wê gellek daxwazên neteweyî ya Kurdan qebûl neke û hewl bide ku bi çend gavên biçûk Kurdan di nava 10-15 salan de bi temamî asîmîle bike û piştî asîmîle bûna Kurdan jî çend gavên din jî bavêje ku dê êdî kêrî Kurdan neyê.

Dibe ku çewtiyên PKK hebin. Lê çewtiyên rêvebiriya PKK nabe ku wek çewtiya hemû kadroyên PKK were hesibandin. "Çewtî" mirov dikare bêje ku di nava hemû rexistinên Kurdan hene.

Dibe ku hûn Kurd ji gotinên şêrîn ên dewleta Tirk bixapin an jî ji bo bêhêz kirina PKK wek firsendek bibînin. Lê divê Kurd li dîroka xwe binêrin û wisa hereket bikin.. Di vê pêvajoyê ne girîng e ku kî aligirê kî ye. PKK'yî an jı ne PKK'yî... Li gel firsenên pir mezin û dîrokî pêvajoyeke pir xeter jî li pêşiya me ye. Divê têkçûna serhildanên beriya PKK baş bêne analîz kirin. Ez Hêvidarim Kurdên AKP kor bibin jî PKK ji dîrokê ders girtibe.. Û ez bawerim girtiye ji ber ku ev 30 salan di nava vê şerê de PKK gellek tiştan hîn bûye. Niyeta min ne eve ku ez aqilê bidim. Lê divê ne tenê PKK Kurdên dervey PKK jî wisa bêhiş tevnegerin.

Tu hêz an jî millet nikarin bêyî sîlehan dengê xwe vedin û hebûna xwe bidomînin. Ev jixwe rêzikeke bingehîn a sirûştê ye. 


Îro li meseya muzakereyê PKK heye. Ev yek bi saya têkoşîna çekdarî ya gelê Kurd pêk hat. Lê rexistinên ku rastiyên herêmê baş nexwedin îro bi temamî derveyî pêvajoyê ji dûr ve pêşketinan temaşe dikin û ji her demê zêdetir "tenê" ne. Bêguman Kurd di hin waran de zirarên têkoşîna çekdarî dîtin. Lê sedema vê yekê ne hebûna şerê çekdarî bû, baş birêvenebirina şerê çekdarî û ji ber hin çewtiyên rexistî ya PKK'yê bû. Ango çewtiyên di meşandina şerê çekdarî de tiştekî ye, pêwîstiya hebûna hêza çekdarI jI tiştekî din e...


Wexta ku Kurd bêçek bûn pirsgirêka Kurd di asta navnetweyî de nedihat nîqaş kirin. Wexta ku Kurd dest bi hilgirtina çekan kirin wê demê hêzên rojavayî piştgiriya doza Kurdî kirin. Heta ku çek neteqin gellek Kurd rewşa dagirkeriya li bakûrê Kurdistanê nabînin. Her wiha divê neyê ji bî rkirin ku şerê li Kurdistanê piranî şerê PSÎKOLOJÎK e. Hebûna çekan jî xwebaweriya psîkolojîk dide Kurdan wekî hemû milletên din.


Gelo ger şerê çekdarî nebûya başûrê Kurdistanê dikarî bû bigehêje azadiyê? Li başûr jî şerê çekdarî hate meşandin û Kurd bûn xwedî deskeftiyan lê heman demê bi wan çekan jı Kurd hevûdin dikuştin.

Dibe ku êdî kêrî meşandina şerê çekdarî a aktîf tune be. Lê divê Kurd her tim xwedî hêza leşkerî bin. Beriya wan hemû tiştan jî ev yek muhîm e ku neyê ji bîr kirin; Ev der Rojhilata Navîn e. Bêçek û sîleh tu hêz cidî nayê girtin û wê di dawiyê de bê ji holê rakirin.

Divê Kurd ji têkçûna serhildana Şêx Seîd, serhildana Agirî û ji serhildanên din dersê bigrin. Tecribaya leşkerî ku di 30 salên dawîn Kurd bidest xistine, tecribeye girîng û mezin e. Her wiha divê neyê ji bî kirin ku eger PKK dev ji çekan berde û ser gelê Kurd îxtîmaleke komkûjiyê derkeve holê ne mimkune ku ji nû ve tecribeyeke wisa were bidestxistin.

Divê heta ku li bakûrê Kurdistanê Kurd bi avayekî "fermî" xwediyê hêzên çekdarî nebin divê Kurd dev ji çekan bernedin. Hebûna gerîlayan mîsogeriya pêşî lê girtina ji holê rakirina Kurdan e.



* Gerînendeyê giştî yê HAWAR NET'ê

Hebûna gerîlayan garantiya pêşeroja Kurdan e

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org