Kongreya Neteweyî ~ HAWARNET Nêrîn

9/3/13

Gelê kurd di qonaxek dîrokî û stratejîk re derbas dibe. Di jiyana civakî û siyasî de rêxistinbûn, nirxek bingehîn e. Di rêxistinbûn û tevgirêdana gel û civakan de, pêkanîna "Kongreya Neteweyî", pêngavek stratejîk e..
______________________________________________________________________________




FORUMA HEVBEŞ
  


Hawar Net



03 Îlon, 2013 Weşandin:0749 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com






______________________________________________________________________________




Lewre bi armanca ku "xwebirêvebirina civakî" bê bidestxistin, pêdivî bi hişmendiyek gelemperî, rewa, ahengsaz, hevpar û sozdar heye; her wiha pêdivî bi tevger û sînerjiyek neteweyî heye.

Gelo kurd ji bo “pêngava kongreya neteweyî” çiqasî amade ne? Em dikarin bibêjin ku gelê kurd civakek birêxistinkirî ye; bihêz e, çalak e, di çarçoveya “modernîteya demokratîk" de xwediyê hişmendî û ferasetek gerdûnî ye, bi ber xetek giştî û neteweyî ve diçe û li her çar parçeyan jî katalîzorê berxwedana azadî û demokrasiyê ye. Gelê kurd, civakek wisa ye ku roj bi roj riya serkeftinê, kin û kurt dike.

Bi ser de jî li Başûr PDK, YNK, Goran û hwd; li Bakur PKK, BDP, KCD û hwd, li Rojhilat PJAK, PDK-Îran, Komela û hwd; li Rojava jî PYD, Desteya Bilind, Tev-Dem û hwd afirandine. Tenê li Bakur dora 10 hezar pêşeng û aktîvîstên kurd di hefs û zîndanan de ne. Yanî Kongreya Neteweyî li kurdan, wekî şîrê diya wan, helal e.

Bi gorî dîtina min, ji bo gelê kurd di serkeftina Kongreya Neteweyî de astengiya herî mezin, kêmnirxandina heqîqeta niştimanî, herêmî û kurewî ye. Pêwist e ku her çar dewlet û hikûmetên ku bi bextreşî Kurdistanê dagir kirine û vê bêrûmetiyê hîn jî didomînin, bi zanyarî bên şîrovekirin. Lewre li her parçeyekî, cudayî û cihêwaziya rêbazên berxwedanê, di vê neqebê re derbaz dibe.

Ji aliyê din ve, divê şerd û mercên herêmî û navneteweyî bên şîrovekirin; divê li her parçeyekî, kurteçîroka berxwedana gelê kurd bê vegotin ku têgihîştinek neteweyî bê bidestxistin. Her wiha, pêwist e ku her hêz û rêxistinên beşdar, ji sûcdarkirina hêz û partiyên din bêtir, qal û behsa pratîka xwe bikin. Yanî, divê hêzên tesfiyeker derfetê nebînin ku gengeşî û aloziyên provokatîf pêk bînin.

Ji ber du sedeman jî pêwist e ku kongre, ji aliyê pêkanîna ewlehiya beşdaran ve jî, xwedî amadeyî be: 1- Xwînxwarên ku di bin rûpoşa Îslamê de qetlîaman pêk tînin, li Rojhilata Navîn ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve tên birêxistinkirin. Beriya ku azad û sebixwe bibe, ji nuha de li dijî îstikrara Kurdistanê, bi piştevaniya dagirkeran û bi çek û amûrên dagirkeran, êrîşkariyek hovane û dijmirovahî tê pratîzekirin.

2- Pêngavên wekî pêkanîna kongreya neteweyî, wekî pêkanîna hevdîtin û muzakereyan, herwiha pêngavên wekî bêçalakîbûn û agirbestê; serweriya hegemonîk û dagirker dihejîne. Lewre hegemon naxwazin ku textê serweriyê, bi civak û dînamîkên bindest re par ve bikin. Di bin van hest û ramanan de, di nava serweriyê de hestên êrîşkariyek bêteşe û bêeman rû dide. Xwînxwarên ku di bin navên cur bi cur de civandine, bi bextreşî dajon ser kurd û Kurdistaniyan.

Diyar e ku gelê kurd ji aliyekî ve Kongreya Neteweyî pêk tîne û serkeftinên stratejîk bi dest dixe, ji aliyê din ve jî bi êrîşên hovane re 'rû bi rû' dimîne. Ev heqîqet jî nîşan dide ku divê tevahiya pêşeng û lehengên gelê kurd di asta herî jor de, li xwe miqate bibin û di warê xweparastinê de xemsariyan nekin.

Gelo em serkeftina kongreyek çawa hêvî dikin? Avahiya li ser nirx û normên xwezayî û gerdûnî, hişmendî û bîrdoziya ku maf û berjewendiyên tevahiya dînamîkên Kurdistanê di nava xwe de vedihewîne, tevger û tevgirêdana ku bi rêgezên demokratîk pêk tê, ger û dewra pergalek dadmend û rêzan û şêwrmend, xebata bi hest û helwestên kurdewar, ziman û şêwazek dîplomatî, hevkarî û piştgiriyek Kurdistanî, dildariya bi nirxên mirovahiyê re û dilsoziya bi rêgezên pêkanîna Kongreya Neteweyî re; vîzyonek rewa, nirxdar, rêzdar û domdar...

Li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn, serdemek nû vedibe.

Mervan SERHILDAN

Kongreya Neteweyî

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org