FORUMA HEVBEŞ
Hawar Net
29 Mijdar, 2013 Weşandin:1902 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
______________________________________________________________________________
Konferansa netevakanî Kurd bo çî paş dixin? Rojeva ji ber çi sedemê maye astengiyeka bêperwe?
Di vê derava teng da li Rojeva dîmokrasî, xweşî, hevkarî, yekîtî, desthevgirtin pêwîst e.Dewleta tirko ra, ya îran ra, ya Sûriyê ra aştî û agirbestî hebe, lê di nav partî û rêxistinên kurd da nebe; pirsgirêk, heta hevxistin hebe; ev dibe bêrûmetî di nav alemê da. Pêşeroja kurdan li ser qedera dîmokrasî ya kurdan ava ye. Wer gotiye seyda Cegerxwîn: "Heger hûn nebin yek, hûnê herin yek bi yek"
Beriya zeman tirko digot: "Birêz Berzanî axayak e, li bil axayekî tiştek nîne..." Îro tirko dest ji van gotina berdaye. Lê vêca ew gotinê tirko bîrvekirîye siyasetmedarên kurd ji hev ra dibêjin;gotinên hûviyan vejîn dikin. Ma imperyalîzm ji bo kurda tenê guneh e? Dewlet îro rêzê dide Berzan; Birêz Ocelanî di peyamekî xwe da bi rêzdarî dibêje: "tu serokî Kurdistan î"...
Netewakanî kurd ji ber çi sedemî nagehije niştimanî xwe him evîneka hoşevîstan î? Rêzanê dilbirîn Ehmedî Xanî wer digot: "ger me jî hebûya it'ifaqek..."
Yekbûn li ser du fesla ava ye: ramaneka Kurdistanî û dîmokrasî... Herkes bibêjîtin 'ez'; tu çar naçe serî, neçûye serî. Ezperestî, diktatorî, xweperestî û kîndarî herdem pêşî li kurdan birîye. Ev ne rexne ne; ev guhara exlaqê ye. Kurda dewra osmanî eşîrperestî dikir... Îro ev rê guherîye bûye partîperestî û îdeolojî dîktakirinê...
Divê tu raman û partî nekevin li ser niştîmanperwerîyê. Her wiha em tevahî, pêşî bizanibin xwe rexne bikin, paşê yê bilî xwe... Bi çend nûçeya, bi çend heshesa, bi çend gotinan raman ava nabin.... Bi çend gotina jî divê xira nebin.
Piştê van gotina, ez ê nivîsa xwe bi çend fikrê kesan biqedînim:
Fikra şexsî li ser hemû gotinan e. Tu gotin, ji yek gotineka azad hêja nîne. Delalîya gelan jî, bi fikr û ramana azad a kesane bilind e. Taca zanînê tehemul e... Ger tu tehemulê fêr nebibî; tu car xwîn, şer û qirêjî te bernadin.
Ez li ser kî bi heq e an neheq e nasekinîm; li ser vê mijarê pir nûçe, nivîs hene... Ya min, ez li ser; koka van tiştên nebaş, xusîsîyetên kevneşop sekinîm.
Di Dawîyê da; ez we bi silav û hurmetê delalî, aştî û yekitiyek eslî dihêlim, bimînin xweşîyê da..
M.Salih Özalp
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...