Kurdistan û pêla îdaman ~ HAWARNET Nêrîn

11/29/13

Bêguman asayî ye ku her berbijareke posta serkomariyê, ew jî bi taybetî di Îranê de, bi komek diruşm û propagendeyên xapînok bixwaze di pêşbaziya serkomariyê de serkevtinê bi dest bixe. . 
______________________________________________________________________________




FORUMA HEVBEŞ 
  


Hawar Net



29 Mijdar, 2013 Weşandin:1902 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com






______________________________________________________________________________




D Lê piştî bidawîhatina hilbijartinan, ew kesên ku ser bi neteweyeke belengaz û zulmlêkirî û bi taybetî Kurd bin, û bona serxistina kesekî wekî Rûhanî şev û roj nenasîbin û xebitîbin, hekî berbijarê wan bi sozên ku danî xelkê, emegdar nebe, eva ew dibe li hemberî kar û kiryarên xwe û li hemberî xelkê xwe de berpirsyar bin.

Belê her wekî em dibînin di heyamê wan çend mehên serkomariya Rûhanî de pêla îdaman, Îran û bi taybetî Kurdistan dagiritiye, û xwîna xortên Kurd û neteweyên din gellek bi rehetî tê rijandin. Lewra bêguman divêt yên ku kar bo gihîştina Rûhanî bo posta serkomariyê kirine, li hemberî wan malbatên îdamkiriyan de bersivder bin.

Ji aliyekî din ve hewce ye ku xelkê Kurdistanê tewahiya hewla xwe bona zext û givaşxistina li ser vê rejîma ji her riyeke aştîxwazane ve, ku ji destê wan tê bi kar bînin, û li hemberî vê hovîtiya rejîma Îranê de bêdeng nemînin.

Hewce ye ku welatên gotûbêjkar digel rejîma Îranê jî, bo berjewendiyên xwe çavê xwe li hemberî wan hovîtiyên ku di sedsala 21’an di Îranê de birêve diçe nemiçînin, û di vî warî de zextê bêxne ser rejîmê.

Herçend PDKÎ hertim pêdagirî li ser vê kiriye ku gelê Kurd nabe bi sozên derevîn ên deshilatdarên rejîma Îranê bê xapandin, lê niha divêt bo kincsorên pêşiya leşker aşkere be ku di çarçoveya vê rejîmê de, gelên Îranê û bi taybetî Kurd nikarin bêhneke rehet vedin û hewayê dilrevîn yê azadiyê hilmijin, belkû divêt hemû bi hev re pêngavan berev hiloşandina vê rejîmê hilgirin, û bikne hewar û bêjin “Berxwedan, serhildan, tenê riya azadiya Kurdan”.

Şehab Xalidî.

Kurdistan û pêla îdaman

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org