Girêkora "Barzanî" û Kongra Netewî ~ HAWARNET Nêrîn

11/29/13

Demekê dirêje qala Kongreya Netewî tête kirin. Her çawabe ev kongre anjî konferans nayê pekanîn. Her partiyek Kurd bi serdevkî alîgirê vê kongreyê ye. Lê gelo çima ev kongre nayê li darxistin? Astengên li pêşiya vê çine? Yan jî kîne? Bi eşkereyî kesek vê bilêv nake. Bi sedemên rojane yên siyasetek erzan gelê Kurd çima tê xapandin? Gelo wê kî bersiva van pirsan bide?  . 
______________________________________________________________________________




CÎGERXWÎN GOYΠ
  


Hawar Net



29 Mijdar, 2013 Weşandin:1902 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com






______________________________________________________________________________




Ev kongre ku çaverê bû li Hewlêrê çêbibe, bi caran hate paşvedan û bi hêcetên nemaqûl dem hate dirêj kirin. Dibe ku hinek ji van hêcetan li gora siyaseta rojane guncawbin, lê bi demdirêjî ev yek zererek mezin dide çalakbûna siyaseta netewi ya Kurd. Gelek diyare ku dijminên Kurdan ji vê sûdê dibînin. Lê gelo ya hinek aliyên Kurd çiye? Paşvedana vê kongreyê çi sûdê dide wan? Armanca wan ji paşvedana kongreyê çiye?

Ev pirs divê bi belge û delîlan bêne bersivandin. Kî dikare vê bike? Hemû alî û rêxistinên Kurd yên ji dil alîgirê Kongreya Netewîne, dikarin li hevkom bibin, partî anjî aliyên ku li beramberê vê kongreyê rigberiyê dikin deşifre bikin û ji gelê Kurd re ragihînin. Ji ber ku di rewşa heyî de paşvedayîna Kongreya Netewî leystokek xayînaneye û li dijî şoreşa Kurdistanê komployek bi şêwazek cudaye. Di çi astek de be bila bibe, mafê ti partiyek Kurd nîne li beramberê vê bisekine û nakokiyan derbixe. Ev netew wê rê nede ti partiyek ku ji ber text û pere û sermaya, dahatûya wan di taritiyê de bihêle. Ji bona vê jî, pêwîst dike yên van astengiyan derdixin, bêne berteref kirin û tehşîr kirin. Eger rêbazek bi vî awayî neyê karanîn, hingê hemî alî û rêxistin dibin vê tohmetê de dimînin û dîrok wê hesabê ji wan bixwaze.

Di van demên dawî de, hinek kesên layengirê PDK ê di çapameniyê de hinek beyanan didin û dibêjin ku Mesûd BARZANÎ naxwaze an jî wê nehêle Kongreya Netewî çêbibe. Sedema wê jî ewe ku, kongre wê dibin bandora PKK ê de be! Ev nêzîkatiyek pir tirsonek û bêrêgeze. Jixwe heta niha sedemên paşvedana vê kongreyê ev tiştbûn. Eger niha heman tişt rû bide, divê hingê partiyên dîtir yên Kurd bizanin ku bi wan tête leyistandin. Ez wusan bawerim ku ti partiyek Kurd jî wê vê nêzîkatiya bêrêz nepejirîne. Wê demê çima ev partî nayêne gelhev û li beramberî vê nêzikatiyê helwestek tund nîşan nakin?

Li Başûrê Kurdistanê hinek destkeftî hene û evane hem binirxin û hem jî divê bêne parastin. Jiber ku ew ne bi xebata eşîrek an jî axayek, lê bi xwîna sedhezaran şehîd hatine qezençkirin. Ji bo vê jî, ev nirx divê bi destê partiyek yan jî eşirek ve neyête berdan. Hinek derdorên Kurd li beramberê vê xweyî nêzikatiyek pasîfin. Bi taybet beramberê PDK ê pir nermin û gava rexne dikin, ne rexne lê ricayan jê dikin. Ji çi yê wan ditirsin ez nizanim. Di van salên dawî de bi taybet PDK pir xirab leystokan dileyîze û hema hema bi Kurdên li hemû beşên Kurdistanê dileyîze. Di oxira text û sermaya xwe de Kurdistanê dixin bazarê û jibo têkdana bizavên Kurdî her xirabiya dikeve destê wan pektînin. Ev rewş di mijara Kongreya netewî de jî wusaye.

PDK partiyeke ku bes di bajarekê Kurdistanê de heye. Ji bajarê Duhokê derkeve, ne nave ne jî şan! Bi sermayek ku ji petrol  û gaza Kurdistanê digre, hinek mirov bi xwe ve girêdaye. Di herêma Kurdistana Başûr de xweyî hêjmarek ya gel ku ji sedî 38 e. Eger em vê li giştiya Kurdistanê belavbikin, dibe derdora ji sedî pênç. Ji berku li beşên din yên Kurdistanê nîne. Îro ji sedî pênçê partiyek Kurd hema bêje bi qedera neteweyekê dileyîze. Ev rewşek kirêt û xaflete. Di vê de binasê hemû partiyên Kurd hene. Serokê partiyek Kurd- serokê PDK ê- weke ku serokê Kurdan be tê lansekirin. Di rastî de ne bitemamî serokê PDK ê ye jî. Ev yek çima dibe? Divê partiyên Kurd ji xwe bipirsin.

Gelo kongreyek bê PDK û Barzanî ne gengaze? An jî her çi partiyek Kurd be bila bibe, ma şerte hemû partî di kongreya netewî de amadebin. Bêgoman, eger hebin gelek baştire. Lê ev jî rastiyeke ku bê partiyek Kurd li darxistina Kongreya Netewî jî mumkîne. PDK ne dinava vê kongreyê de be jî dibe. Ev kongre ne neçariye ku illeh li Hewlêrê bête kirin jî; dikare li Silêmanî an jî li Qamişlo jî bê li darxistin. Tevlibûna PDK ê wê başbe, lê tevlînebûna wê jî wê bibe sedemê pûçbûn û hilweşîna wê. Jixwe di van salên dawî de, ji ber kiryarên wan yên xirab gelek mirovên welatparêz û pêşmerge jî bilezek mezin xwe jê didin alî. Ji ber kû êdî PDK bûye partiya patron, axa, bertîlxur û gendelçiyan. Ev yek bandorek mezin li gel jî dike. PDK êdî bûye partiya eşirê! Eşirek hemî dahatiya vî beşê Kurdistanê talan dike. Ewane bi projeyên netewî ve serê xwe na êşînin; projeyên wan yên bînasazî, hewz, wêstge, supermarket û bazara tarî ya fuhuş û xumarê heye. Naxwazin kesek van kiryarên wan eşkere bikin û herêma wan ya sermayê ji holê rakin. Ewane dixwazin bibin patron û xelkê Başûr jî bibin xulamê wan! Ji ber vê sedemê, çêbûna kongreya netewî ji bo wan xetereye û zererê dide berjewendiyên wan yên kesî û teng.

Bi taybetî geşta dawî ya Barzanî bo Turkiye û helwesta wî ya beramberî şoreşa Rojava, tiştên me li jor dayî diyarkirin bi zelalî radixe berçavan. Bi alîkariya Erdogan xwe mezinkirin û fişar li ser destkeftiyên Rojava kirin, ji xwe re kiriye politikaya bingehîn. Ji Kurdan re jî dibêje: “ Sebrê bikin!” yanî dem bidin min, firsetê bidin min, ka ezê ji we re çibikim. Dixwaze bi vê hîleyê kongreyê nede pekanîn.

Pir balkêşe ku hinek alî û rêxistinên Kurd jî bi vê bawer dikin, dibêjin Barzanî wê çareser bike. Wekî ku rewşa Kerkuk û Musil çareserkirî…!di vî alî de muxalefeta Başûr hêjta lewaze. Çalakiyên radîkal yên demoqratîk naxin rojevê û gel di demê wê de şiyar nakin. Ji ber vê jî Barzanî gavek li pêşya wan dimeşe û herdem hîleya xwe li wan dike. Ev partiyên muxalefet yên Başûr di mijara Kongreya netewî de xwedî helwestek lewazin. Bi awayekê PDK ê ji xwe re kirine rêzan, ji milê din ve jî dibêjin em muxalefetin. Ev paradoks dibe sedem ku Barzanî wan hesab neke û ji derveyî wan xebat bimeşîne. Bo nimûne; girtina deryê Sêmalka û serdana dawî ya Barzanî bo Turkiye, bê agahdarî û bê destûra partiyên din yên Kurdên Başûr çêbûye. Peymanên hatine bestan, kes naveroka wan nizane û tenê di berjewendiyên PDK ê de ye. Gelo netewbûn û yekgirtin ma li kuderê? Nîne. Bi vê hêza PDK ji Turkiye digre, hem êrîşê Rojava dike, hem jî muxalefeta Başûr diçewisîne. Hem nahêle kongre çêbibe, hem jî jibo lewazkirina Kurdên Bakûr bi Erdogan re hevkariyê dike. Bêgoman Leyla xanim jî ji kêleka wî ranabe! Ewqas hatye mezin kirin û hol jêre hatye berdan, mirov dibê qey serokê hemî Kurdane û difna xwe dixe nava hemî mijar û hemî beşên Kurdistanê.  Di vê de xetayê hemî partiyên Kurd heye. Amed, Silêmanî, Qamişlo û Mahabad hêjta nikarin vê rewşa trajîk-komîk berteref bikin. Ev rastî mirov pir di êşîne.

Kongreya netewî dikare li Silêmanî anjî Qamişlo bê lidarxistin. PDK dikare bê berterefkirin jî. Li şûna wê alîkarî bêdayîna muxalefeta heyî û Başûr ji bin nîrê “Barzanî” bê rizgarkirin. Mirovek anjî dû mirovên hêja û niştimanperwer bêne bijartin bo vê kongreyê; li cihê ku Mesûd be, bila Nûşêrwan û Besê Xozat be. Yan jî bila Berhem Salih û îlham Ehmed bin. Her kîjan partiyên din dibe bila bibe, bes ne Barzanî be. Li gora min pêwîste partiyên Kurd yên alîgirê Kongreyê van tiştan bêxin rojeva xwe û li çareseriya vê girêkorê bigerin..

Girêkora "Barzanî" û Kongra Netewî

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org