F. MEDENÎ MARSIL
Di eslê xwe de di navbera dezgehên adlî û îdarî yên Tirkiyeyê de problemeka di derbarê ‘huqûqî’ de heye ku ev di mizakereyên endametîya YE de ber bi çareserîyê ve çûbû û dozger bêyî ku dezgehên îdarî û emnî aghadar bikin û ya jî ji wan emir bistînin dikarin di derheqê ‘gumanjêkirî, şikjêkirî’ de doz vebikin. Di derheqê sê wezîrên AKPê ku lawên wan û hin karmendan de bêyî haya wan lêpirsîn destpêkir; derket meydanê ku hukmet û dewleta tirkiyeyê hin ne amade ye hiqûqa xwe bi ya Ewrûpayê re hevaheng bike; di tavilê de hukimet dîsa bi teblîx û qerernameyan dozger û dadgiran xist bin emrê wezaretîya xwe ya Adaletê.
Ne tenê hiqûqa tirkiyeyê, Serokwezîrê Tirk Tayyib Erdogan li hember cemaeta Fetullah Gulen ketibû tengasîyek wilo ku ew îddîa dikir di hundirê dewleta ku ew serokwezîrê wê ye “çete” ava bûne û ji bona ku van çeteyan ji ortê rabike diviyabû bi temamî ji ordiyê piştgirî werbigre; şewrimendê xwe Yalçîn Akdogan xist dewreyê û wî got li hemberî Erkanî Herb kumpas/komplo hatine pîlankirin. Bi vî hawayî Erdogan îşaret da Erkanî Herb û got dikare carek din doza ‘Ergenekon’ û ‘Balyoz’ ber bi çav re derbas bibe û di vê derbarê de di Meclîsa Mezin de qanûn bihên guhartin. Yanî xwedêgiravî mahkemeyên ku di dema xwe de di derheqê leşkeran de ceza dabû xist bin gumanê.
Îro di nav burokrasîya dewleta Tirkiyeyê de du alîyên xurt hene; alîkî AKP ye legal e, bi rêxistin e; li aliyê din cemaeta Fethullah Gulen heye herdu li ser bingeha dîn û îmanê sîyasetê dikin; herdû jî sunnî ne; partî ji terîkata nekşîbendîyê cemaet ji terîqata nurcîtîyê îlham û piştgirî distînin. Heta do şirîgên hevdu bûn, lê piştî ku herdu xurt bûn û di menfeatê wan de dijberî rû da hatin hemberî hev. Li gor îddîayan Cemaeta Gulen di burokrasî, bi taybet jî di dezgehên emnî, adlî û perwerdeyî de gelek xurt in; ev kadroyên ku di van dezgehan de ji alîyê hukmeta AKPê tên guhartin elametê vê yekê nîşan dide.
Nenêrin, Tirk tarîxa dewleta xwe digihîjin1299 ya avakirina Osmanîyan û xwe qadîm û stabîl nîşan didin. Lê rûdanên ku di van du salên dawiyê û bi taybet jî piştî 17 Desembra 2013ê de rû dan hin tişt dertîne ber çavan ku dewleta Tirk ya 700 salan ji ber ku pirsên xwe bi taybet jî pirsa Kurdistanê çareser nekiriye dişîbe wan dewletên ku li Rojhilata Navîn bi cedwelan û li ser grûbêk etnîkî-mezhebî hatine avakirin.Tirkiye herçiqas berandama Yekîtîya Ewrûpayê ye jî hin dûrê demokrasîyê ye; di hundirê xwe de jî hiqûq bi cî nekiriye.
Îro li Tirkiyeyê 4 hêzên bingehîn hene; hêza îslamîst, hêza kemalîst, hêza nasyonalîst û hêza kurd. Divê hêza kurd bi pozîsyon û helwesta xwe tedaxulkar be ku mişkuleyên di nav hêzên ku dewletê birêve dibin de kûr bike; da ew bikevin gewrîya hev, hêzên tirkan bînin hemberî hev da kaos peyda bibe û di vê kaosê de ew daxwazên xwe yên neteweyî bi statuyekê bixemlînin. Di dîrokê de hemû serkeftî di encama tevlihevîyan de bi dest ketine.
Di van 10 salên dawîyê de jî di şertên munasib de carek din îspat bû ku Tirkiye ne wek-yek ji wan dewletên demokratîk yên Ewrûpayê ye ku mafê kurdan bê teşqele û bêtevlihevî nas û qebûl bike.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...